Ji roja milet li ser rûyê Dinyê xuliqiye, jiyanê jî destpêkirîye. Her weha miletan gelek merhale jî derbas kirine. Weke, Ji sîstema koletiyê derbasî Eşîrtî, axatî û Begitiyê derbasî sistema dewletbûnê bûne. Heta niha tim kesên siyasî û şexstiyên hêja ku bi siyasetê ve mijûl bûne, wan dewleta xwe bi rêvebirine.
Ji bona rêvebiriya dewletê jî tim partiyên wî welatî bûne pêşevan û desthilat. Çi cara ku yek partî nikarîbûye bibe desthilat, li gel yên din, li hevkirine û ji bona dewleta wan bê desthilat nebmîne rêvebirên xwe bi hevre li ser asasê li hevkirinê destnîşan kirine.
Dema ku em li dîrok gelê bindest dinerin, ji bona azadî û serxwebûna xwe, siyasetmedarên wan li ser asasê berjewendiya gel li hev kirine û yekitiya xwe ragihandinên û bi wê yekitiyê welatê xwe azad an serbixwe kirine.
Ji bona kêşeya welat ango problemên heyî jî tim rewşenbîran bi nivîs û helwestên xwe ji bona siyasetmedarên xwe bûne weke rehberekê. Rêvebirên welatên demokratîk jî tim li rewşenbîr û nivîskarên xwe guhdarî kirine, li ser pêşniyarên wan rawestiyanin û yên karibûn jî pêk anîne.
Lê em dinerin di nava siyasetmedar û tevgerên bakurê kurdistanê de ev yeka tune ye. Dema em li dîroka xwe dinerin, dibînin ku ji dema axatiyê bigirin û heta niha kurdan li hev nekirine.
Yên li hev nekirine kîne? Di dema axatiyê de tu axayên kurd li ser mesala azadiya welatê xwe li hev nekirine û tim hêzên xwe li hember hev bi karanîne. Di gelek êrîşên dagirkeran ku çûne ser axayekî, yên din bêdeng mane. Bi vê jî hemiyan bi hevre wendakirine.
Dema ku em li rewşa siyasetmedarên kurd dinerin. Ji destpêka salên 1960 ku êdî tevger li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê hêdî hêdî xwe tev didan. Kurdên ku li metropolên tirkiyê dixwend û hinekî mesela xwe ya neteweyî û kurdbûnê fêr bû bûn. Ji bona yekitiyeke neteweyî û hewldanên bi hevre kar bikin çênebûye ango nekirine . Nehat bîra wan ku bi hevre hêzeke neteweyî bixuliqînin da ku welatê xwe azad bikin.
Tevgerên kurdan li tirkiyê û li bakurê kurdistanê piştî sala 1965an ku ew jî bi dengê teqandina guleya şoreşa îlonê (1961) ji xewa mirinê şiyar bûn. Di sala 1965an de zana û welatparêzin kurd li gel hev PDKT damezrandin.
Lê çi heyfbû ku wan zane û jîrikên kurd hevdu qebûl nekirin. Loma her ji wan zaneyan yekî xwest partiya xwe ava bike û kirin. Piştî damezrandina PDKT partî û rêxistin li bakurê kurdistanê weke kuvalkên ji bin erdê serî hildan. Du zaneyên me li hev nekirin û her yek ji wan bûne xwedî partiya xwe û bûne xwedî çend pêgirt, şelaf an mirîdên xwe. Ev rewş hê jî berdewam e.
Lê wan jî weke axayên me, xwe ne kirin yek ango yekityeke li ser asasê parastina berjewendiya welatê xwe pêk neaînin. Her yek ji wan zaneyên(!) kurd partiya xwe avakirin. Avakirina gelek partiyan jî di bin bandora îdeolojiyan de hate damezrandin. Ev jî bû sedem ku nelihevkirina wan bû sedema çanda ji hevbelavbûnê. Vêya ku tu fêda wê ji gelê kurd re tunebe, bandora xwe li ser hemî kurdan danî û hê jî berdewam e. Ji ber vê ye ku partî û rêxistinên me nikarin yekitiyeke ku bikaribe rola xwe bilîze û rojekê welatê xwe ê bindest azad bike, bi hevre damezrînin.
Ev ne li hev kirin bû sedema ku her serokekî tevgera xwe bû weke axayê gundê xwe. Yekî tehamula brayekî xwe nekirin. Ji bona azadiya welatê xwe, berjewendiyên xwe yên sexsî û hizbê nedan alîkî û eksê wê ew bêtir geş û xurt kirin.
Ev geşbûn, belavbûn û ne li hevbûn hêjî berdewam e. Nayê bîra wan ku welat li ber têkçûnêye. Ji bona em bi temamî têk nerin divê yekitiyeke neteweyî ava bikin. Lê tiştê xuya ye ku ev hê jî ji partî û tevgerên bakurê kurdistanê dûr e.
Ji bona berjewendiyên xwe yên hizbî û sexsî nikarin hêzek an tevgereke neteweyî pêk bînin. Her çiqasî hemiyan hêza xwe wendakiribin jî. Lê ji ber sedemên mezinahiyê û berjewendiyên malbatî û sexsî nikarin hêzên xwe yên li ber tunebûnê ye bikin yek. Hemî jî dizanin û dibînin ku bi vî awayî here dê kurd li bakurê kurdistanê bi temamî wenda bikin. Wê weha wenda bikin ku êdî wê nikaribin serê xwe rakin.
Bi ser vî halî de jî hin ji siyasetmedar ango serok û rêberên partiyan, rewşenbîran rexne dikin ku rol û erkê xwe nalîzin. Lê nabêjin em wan guhdarî nakin.
Ji bîr dikin ku pêşkêşê welatekî partî û rêxistinên siyasî yên wî welatî ne. Ew rêxistin û partî jî ji siyasetmedaran pêk tê. Heger ew nikaribin yekitiyeke neteweyê pêk bînin, ma wê rebenên rewşenbîr û nivîskaran karibin çi bikin? Tiştê ji wan tê nivîsandin û pêşniyarkirine ew jî rêvebir û serokên partiyan yên sal mezin naxwazin wan pêşniyaran bibînin.
Bi ser vî halî de jî hin ji siyasetmedarên me yên zîrek(!) ji dêlva xwe rexne bike, rewşenbîran kêm dibînin ku ew rola xwe pêk naynin.
Ji bona çareseriya vê jî divê sal mezin, pêşî li ciwanan vekin. Divê ew bizanibin ku yekitiya miletekî li ser destê partiyên siyasî pêk tê. Rewşenbîr û nivîskar tenha dikarin pêşniyarên xwe bikin.
Heta ku partî û rêxistnên me weha ji hev bela wela bin. Herkes weke axayê gundekî xwedîtiyê li paritiya xwe bike. Ez ne bawerim ku yekitî pêk bê. Heta ku siyasetmedar sexsî bifikirin û berjewendiya xwe û ya malbata xwe di ser ya miletê xwe re bigirin wê halê me jî her weha be.
Heta ku siyasetmedarên me qîmet û rûmeta rewşenbîr û nivîsakarên xwe nizanibin. Pêşniyarên wan li ber çavan negirin, wê halê me jî tim weka niha be û dibe ku hê jî xerabtir bibe.
Madem siyasetmedarên me yên sal mezin xwe weke xwediyê kurdistanê dibînin, divê xweditiyê li hemî hêjayiyên li ser erda kurdistanê jî bikin. Qîmeta endamekî xwe yê nezan di ser kesayetiyekî zana re negirin. Heta ev rewş berdewam bike em ê jî tim wenda bikin. Kurd dibêjin: "Xeta xwar ji gayê pîr de ye”.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.