Min xwest vê carê mijareke hin caran li ser hatiye munaqeşekirin bînim bîra wan rêber û serokên me yên ji salên 1960-70 mane. Min xwest bînim zimên da ku em weke kurdên bakurê Kurdistanê û siyasetmedarên xwe carekê li ser vê bifikirin û bibînin bê çima em bi pêşve narin. Tevger û rêxistinên me nikarin rola xwe bilîzin û bi erkê xwe ve rabin.
Dibe ku ev bi xweşa hin mirov, camêr û canikan re nere, lê divê em carna hin rastiyan bîne zimên, heger ew zerarê jî bide me re. Karê rewşenbîran ew e tim rastiyê bêjin, tiştên şaş jî rexne bikin û yên baş jî bipesidinîn.
Çiye tiştên min xwest bêjim?
Niha tê bîra nifşê me, (1960-80) ku me hemiyan, dema welatparêzî, şoreşgerî û karê hêzbayetiyê li bakurê kurdistanê destpê kir, em hê ciwan û bê tecrûbe bûn. Lê dîsa li gor wê me karên baş û delal kirin.
Her çiqasî hin şaşî û bê rêziyên me bû bûn jî, dîsa ji bona şiyarkirina gelê xwe em her rojê li derekê, li cih û warekî bûn da ku xelkê xwe şiyar bikin. Bi wan bidin zanîn ku ji bindestiyê xerabtir tu tişt tune ye.
Helbet li gel karên baş, tiştên ne li rê û nebaş jî hatin kirin, lê dema em vê li mêzînî bixin, başiyên me ji şaşitiyên me bêtir bûn û ev jî li gor min serketin bû.
Di nava wan kar û xebatana de, me çawa baz dide, me çawa dixwest xwe bighêjîne, xwendevanan, karker û gundiyan. Yên wê demê jiyanên vê baş dizanin. Lê çi mixabin me nikarîbû an ew şert û merc pêk nehat ku em wan xebatên me kiribûn bi ciwanên xwe bidin zanînê. Ev meseleyek din e û mijara nivîseke din e. Min 15 sal berê li ser vê nivîsîbû. Heger min rojekê firset dît ez ê wê nivîsê ji arşîvê derxim û ji nû de belav bikim.
Di nava karên siyasî de, ji bona em bêtir bi pêşve herin me xwe bi rêxistinê dikir, me partî, komele û tevger dadimezrandin. Destûr û bername amade dikir, da ku karên rêxistinî baştir pêk bê.
Em yên wê demê tenê ji bona kar hebûn. Di dilê me de, di mejîyê me de tim berjewendiyên neteweyî li pêş bû. Lewra jî dema me komele, partî û rêxistin dadimezirandin, em zêde li ser wê yekê nedifikirîn ku ez ê bibim rêvebir ya jî serok.
Hilbiartina organên partî û rêxitinên me yên wê demê de (1970) li gor mirovên ku me ew ji xwe zanetir û fedakartir dîdîtin, dikir rêvebir. Gelek mirovên ne hêjayî wê jî bûn me bi destên xwe ew dikirin rêvebir. Ji ber vê ye hê gelek ji wan xwe weha ango serok û rêvebir dizanin.
Dibe ku şaşiya me ciwanên wê demê yek jê jî ev bû. Wer hasil dirêj nekim. Me gelek mirovên weha kirin rêberên xwe, serok û berpirsên xwe ku hê jî em nikarin ji wan xilas bibin. Li ser rewşa wan ya wê demê rawestandin ne mijara vê nivîsî ye. Ez vegerim mijara xwe.
Ew rêvebirên wê demê, ew serokên wê demê hê jî xwe weke wê demê berpirs, rêvebir û serok dizanin. Însanên me, partiyên me û rêxistinên me jî vê dikin. Vê dikin lê tênagihêjin bi vê jî ew bi xwe pêşiya pêşketinan digirin.
Hin partiyên me vê yekê nabînin û fêm nakin ji wê demê û heta niha gelek guherandinên mezin bûne. Di nava van guherandinan de kes û kesayetî jî hatine guherîn. Dibe ku wan canik û camêrana di dema xwe de hin karên baş kiribin. Lê îro ew nema dikarin roleke weha bilîzin û nikarin vî erkî li gor şertên nû pêk bînin.
Niha em dibînin gelek kes û endamên rêxistinên vê demê, bi zanînên xwe, bi tevgerên xwe, bi xwendin û têgihiştinên xwe îro sed carî ketine pêşiya wan rêveberin xwe yên wê demê. Lê gelekî mixabin civat û partiyên me vê nabînin an jî naxwazin vê bibînin. Her li du wan kesan in û wan dikin rêvebir û serok…
Hin henin ji roja ewil de bûne serok û hê jî serokin. Xuya ye heta hebin jî wê weke serok bijîn. Ji ber ku ew hebûna xwe tenê di serokatiyê de dibînin. Loma heta hebin divê miheqeq serokê tiştekî bin.
Dema te ango partiyê qîmeta wan kesên dema xwe dagirtine, di ser ciwanan re girt. Aha ev dibe astengiya herî mezin ku ciwan wê ji te bireve. Bi vê yekê jî ciwanan, ji tevgerê dûr dixin. Ciwanên xwe guhdarî nakin, li ser fikir, raman û dîtinên wan munaqeşe nakin, pêşiya wan venakin, wan nakin rêvebir da ku ew jî bikaribin guherandinan bikin. Bi ciwanbûna xwe rêxistinên ciwan jî bi rêve bibin.
Loma jî îro hemî partî û rêxistinên me ji por sipiyan pêk tê. Tu li kîjan civîn û komcivînê dinêre sedî nodûneh hemî kesên ji nivşê me pêk tên. Gelo ka ciwanên niha? Ew li ku ne û çima nakevin nava tevgerên heyî?
Ez bi xwe ne li dij wê yekê me ku em qîmetê nedin wan kesên xwe, wan rêberên xwe yên berê. Lê partiyên me hingê zêde qîmetê dide wan, bi vê yekê ciwanên xwe ji bîr dikin. Tevger bi ciwanan dimeşe û bi kesên temen mezin jî pêşî li vê girtinê. Ji ber vê ye tevgera neteweyî li bakurê kurdistanê qelse..
Ji ber vê ye di partî û rêxistinên nû de, em ciwanan nabînin. Ma gelo êdî wê parityên me vê yekê jî li ber çavan bigirin? Rê girtine û ji dêlva bibin rêber û bûne rêbir. Yanî ew kesên dema me, şêşt, heftê û heyştê salîne lê hê jî nikarin dest ji rêvebirtiyê û serokatiyê berdin. Bi vê yekê tevgerê dikujin, ciwanan bê desthilat dihêlin. Ma gelo ne bese êdî.
Îro ji sedî nodûnehê serok û rêvebirin partî û hin dezgehên me ji kesên min li jor bi nav kirin e. Ez dibêjim heta ew bin, ew daxwaza partiyeke çalak, ciwan ku bikaribe di vê pêvajoyê de bi erkê xwe yê neteweyî rabe, dê peyde nebe. Ez weha difikirim, hûn jî çawa difikirin bi kêfa xwe ne.
Ma gelo wê çawa yekî heftê salî ji bona ciwanekî nozde-bîst salî bike endamê partiyê bi wî,wê re bikeve munaqeşeyê û îqna bike ku bike endam. Li gor min ev ne tiştekî li rê ye û nabe. Loma jî em ciwanan dinava tevgerên kurdên bakurê kurdistanê de nabînin.
Divê em vê baş fêr bibin, bi serokên heyştê salî bi rêberên di ser şêşt salî ne, emê nikaribin tu welatan rizgar bikin. Tu guherandinên ku em ê li gor demê bikin dê em ê nebînin.Heta ew serok û rêber bin, em ê li bakurê kurdistanê tu partiyên çalak û neteweyî nebînin. Ev ewqasî zelal e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.