Divê mirov bizanibe; kes, partî û kesayetî tekoşînê ji bona çi didin, heger ew hat fêmkirin wê roj bê, ewên wê bi dest bixin.
Ji bona mirov bighêja armanca xwe divê mirov li rê û rêbaza xwegihiştina wê, destûr û bernameyekê ji bona wê deyne da ku mirov wê bi dest bixe.
Her bi destxistinek, jê rê bedel, kes û zehmetî lazime. Heta ku mirov vê neke ango nebîne zehmete mirov daxwaza xwe bi dest bixe.
Di dîroka gelê me de gelek tekoşîn, serîhildan û berxwedan pêk hatine wê hê jî pêk bê, lê dema mirov destûr û bernameyên partî û rêxistinan dixwîne ango dibîne, şikil û şemala dewletbûnê tê de nabîne.
Ji bona vê jî divê partiyên me berê şertên dewletbûnê bizanibin, wê bikin armanca xwe ya yekem û divê partî weke dewlet be tevbigerin.
Lê em dibînin ku partiyên me, rêxistinên me her weke partî û rêxistinî tevgeriyanin û digerin. Loma jî ji armanca bi destxistina dewletê dûr in.
Partiyan xwe hê ji qalibê teng dernexistine û kirasê li bejna wan bê li xwe nekirine. Lewra ew partî û rêxistin ji demokrasiyê hinekî dûr, ji tekoşîna dewletbûnê nezan in.
Çi partî û rêxistinên me bin (qesta min bêtirîn li ser partiyên bakurê kurdistanê ye) tu dibîne, hê jî hevalbendên xwe, nas û dostên xwe ji kesên din bêtir û bi qîmetir digirin.
Tu dibîne hemî behsa kurdistaneke serbixwe dikin, lê ji bona berxwedan û serxwebûna wê tu plan û projeyên wan yên asasî tune ye. Di bername û destûra hemî partiyan de kêm zêde xalên ji bona azadiya kurdistanê yek e ango weke hev e.
Teorî yek e, lê di pratîka xwe de her yek bi ya xwe dike. Her yek ji wan li gor armanc û hedefên partiya xwe tevdigerin. Ji hizra netewebûnê dûr, bêtirîn rêxistinê tevdigerin.
Ev bû zêdeyê çel salan ku hin partî û rêxistinên me hene, her çû ye wenda kirine, her çû ye bi paşde çûne, li vê wendakirinê, vê paşveçûnê jî tim weke pêşketin û serxwebûnekê dibînin.
Partî divê weke dewletê kar bikin. Çawa deweletek parlemana wê, wezîr, dem û dezgehên wê hene, ew parityên bi armanca kurdistaneke serbixwe kar dikin jî divê weha bikin.
Divê meclîsa partiya xwe çê bikin. Di wê meclîsê de, kesan li gor zanîna wan weke wezîr in kar li wan dabeş bikin. Her yek ji wan jî divê weke wezrîrekî/ê karê xwe bike.
Di kar û berpirsiyareke weha de, hêdî hêdî hîmên dewletê tê danîn. Bi vê yekê wê diyar bibe ku partiyên me cidî ne û ji bona dewleta xwe kar dikin. Bi vê jî wê partî xwe fêrî weke dewlet e kar bike.
Ev ê jî di mejî, di bawerî û di helwesta wan de şikil û şemala dewletbûnê bi cih bike. Ev ê bibe sedem ku êdî partiyên me dê ji bona dewleta xwe damezrîne kar bike.
Bi vê jî wê bê dîtin ku di serê her endamekî/ê de wê şiklê dewletê cih bigire, armanca wan wê bibe damezrandina dewleta wan. Ev jî wê bêtir hizr û baweriya neteweyî di nava wan û gelê wan de belav bibe.
Heta ku miletek nebe neteweyî, heta miletek neteweyî nefikire zehmet e ku ew milet bibe xwedî dewlet û welatê xwe ji destê dagirkeran xilas bike.
Divê em ji bîr nekin çi demê partiyên me weke dewletê kar kirin, li gor wê dem û dezgehên xwe danîn aha wê demê em ê bibin xwedî dewleta xwe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.