Berî ku dest mijara xwe bikim, ez hemî kesên çi bi dengên xwe, çi bi hêz û qaweta xwe, çi bi bîr û bawriya xwe, çi bi beşdariya xwe çi jî bi hêz, ked û xebata xwe beşdarî vî bûne, pîroz dikim.
Roja 25 îlona sala 2017an ji bona me hemî kurdan, ezmûnek bû, îmtîhaneke bû, bawerî û xwe rêdaneke bû. Di nava wê rêdanê de xwe pêşandaneke mezin bû. Lewra kurdan dîrok ji nû de nivîsîn…
Bi vê bawerî û xurtiyê kurdan ji cîhanê re gotin; em kurd birçiyê azadiya xwe û welatê xwe ê serbixwe ne. Ji ber vê ew çalakî, berxwedan û xwepêşandanên hatine kirin hemî ji bona yek armancê û helwestê bûn. Armanc û helwest jî diyar û zelal bû. Ew jî ji bona gavavêtina dewleteke kurdî û kurdistaneke serbixwe bû.
Helbet ev ji ber xwe de nehat. Tê zanîn ku ev bi saya serê pêşmêrgeyên qehreman, Enfal, kîmyabaran, rê û rêbazeke neteweyî pêk hat. Ji perçebûna welatê me û heta vê referandûmê helbet kurd jî ji bona azadiya xwe nesekinî ne. Her wan jî ber xwe dane û tekoşîna azadiyê ranewestandin û ranewesta heta hemî perçên kurdistanê azad nebe…
Lê bi destûra we, ez ê li ser çend noktayan ango li ser çend weneyan jî rawestim. Ji ber ku divê di kêfxweşiyan de mirov serxweş nekeve û tenê li ser tiştekî nefikire. Çi dema partî û rêxistinên me şahiya serketinekê kirin divê hin tiştan jî ji bîr nekin. Weke:
Heger em li hin wêneyan binêrin, mirovê bibîne li ku çi û çawa bû. Lewra di wêneyên bajarên her çar perçan de tenê kuçe û kolanên bajarê qedim Diyarbekirê vala dibîne. Lê tê gotin ku 200 000 kes ji bakur ji bona dîtin û pîroz kirina referandûmê li welatê xwe ê azad li başûrê kurdistanê bûn.
Gelo ji wî 200 000 hezarî 50.000 di wê roja delal de li kuçe û kolanên Diyarbekirê bana, wan jî bi durişmeyên xwe û piştgirî û helwestên xwe rê bidana ku ew jî weke kurdên bakur li pişta vê referandûma ji bona serxwebûna kurdistanê ne. Wê ne baştir ba. Helbet wê baştir ba. Lê hezar mixabin wêne diyar e…
Her partiyeke me ya siyasî di wê roja muqades de 50 kesên xwe li Diyarbekirê bi cih kiribana û gotibana roja referandûmê bi alên xwe derkevin kolanan, wê bihata zanîn ku partiyên me karekî baş kirine, xelkên li Diyarbekirê, rûniştvanên li wir jî karîbûn hemî ji malên xwe derketana û teva wan bû bana...
Ez bi xwe ji vê têgihiştim ku hîs, bîr û baweriya neteweyî hê jî li bakurê kurdistanê ji perçên din zeîftir e. Hê jî partî û rêxistinên me ew bawerî, ew hêz nedane xelkên xwe da ku ew jî rojeke weha pîroz bikin.
Bi vê pîrozkirinê wê bidana diyarkirinê ku ew jî weke xelk, weke partî û rêxistinên bakurê kurdistanê li gel brayê xwe ê başûr in. Xwe pêşandin û pîrozkirineke weha de wê bihata dîtin ku partî û rêxisitnên me ji bona parastin û piştgiriya başûrê kurdistanê karekî baş kirine. Lê mixabin di wêne de tê dîtin ku ne weha ye.
Wêneyekî din ku pir bala min kişand û dibe ku bala we gelekan jî kişandibe, xwarina kurdên me yên bakurê kurdistanê bû. Te digot belkî hemî ji ber xelê çûne û ketina nava wê xwarinê dixwin û wêneyên xwe yên xwarin ha ha belav dikin.
Mirov di wêneyan de dibîne ya jî weha tê fêm kirin ku partî, kes û kesayetên me ji bona xwarinê çûne başûr. Ya jî ez weha tê gihiştim. Û bi rastî jî ez bi xwe gelekî aciz bûm. Ma gelo ji xwarinê pêve tu çalakiyên din tune bûn ku wan bikirana?
Wênekî din ku bala min kişand, weha tê dîtin ku kurdên me ne ji bona referandûmê li welatê xwe ê azad bûn. Te digot belkî hemî çûna wir ji bona hevdu bibînin, xêr hatina hev bikin û li gel wêneyên xwe yên li ser xwarên belav bikin, li wir in. Helbet hevdîtina hevalên bi salan di hesreta dîtina hev debûn,normal e, lê ne bi vî rengî.
Li gor min partî û rêxistinên me yên ji bakurê kurdistanê çûbûn welatê xwe ê azad, divê hemî li gel hev ya ji her yekê ji wan bi serê xwe kombûn û konferans li ser refarandûmê û rewşa her çar perçên kurdistanê dabana. Helwest û nerînên xwe yên siyasî diyar kiribana.
Di vî warî de jî ji bilî PAKê min tu helwest, nerîn, ditîn û wêneyên partiyên me li kurdistana azad çi mesaj dan nedît. Çi civîn û konferans pêk anîn min bi xwe ne bihîst û nedîtin. Lê bi rastî jî xwarina dixwarin hemîyan jî dizanim.
Xelk ango kesên bi salan li benda azadiyê bin û di rojeke weha de çi bikin, çi bixwin û gotibin, normal e. Lê divê di rojên weha de helwest, biryar, nerîn û dîtinên partiyên siyasî eşkere bibe. Ew ne xelkin pêşevanê xelkê ne..
Bi hêviya ku di her serketandinekê de ango partiyên me yên siyasî hin tiştan ji bîr nekin. Helbet azadiya başûrê kurdistanê wê hemî perçên din ronî bike. Lê divê em ji bona wê ronahiyê lampa û findên xwe hazir bikin. Ma ew tunebin wê şevreş çawa ronî bibe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.