Divê neyê ji bîrkirin ku dayik di civatan de rolekî girîng dilîzin. Civata me jî civateke paşdemayî ye. Xwendin û nivîsandin tê de kêm e. Her weha dijmin û gelek însanên me jî asimlasiyonek bê hempa dane ser zimanê dayikê. Li gor agahdariyên ku mirov digire, li welêt hêdî hêdî zimanê dayikê tê ji bîrkirin. Weke tê zanîn; "Ziman şerta heyînê a pêşîn e". Eger zimanê gel nemîne, ew gel jî ji holê radibe. Ji bo vê yekê ye, divê dayikên Kurd bikaribin hebûna zimanê me biparêzin. Eger ew jî bi zimanê biyanî biaxifin, binivîsînin û bixwînin, ewên bi destên xwe zarokên xwe ji hêyîna zimanê wan, bê par bikin…
Ez hêvîdarim ku dayikên me, wê êdî di warê zimanê zikmakî de gaveke girîng bavêjin. Bila ew gava wan bibe gavavêtina pêşîn ya ji bona zimanê xweş û delal. Dest bidin hev û bere bere kurdîaxaftina xwe zêde bikin. Roj wê bê, bi saya hewldan û gavavîtineke weha wê bibe sedema êdî Kurdên bi temamî bi zimanê xwe biaxifin. Gavavêtinek weha wê bibe, fêrbûna serî hildana zimanê zikmakî. Pêwîst e ku dayikên me bidin îspatkirin ku ew dikarin rêya fêrbûna hebûnê, rê gelê xwe bidin. Hebûn û nebûna zarokan de destê we de ye… Li hember dîrokê, wê berê dayik hesab bidin. Ez dixwazim ku dema dayikên hêja hesabên xwe bidin, bila serê wan bilind û eniya wan vekirî be.
Di derheqê zimên de heta roja îro gelek tişt hatine gotin û nivîsîn. Lê weha xuya ye ku ji vê mijarê re hîn gelek gotin û nivîsandin divê. Loma vê carê min berê xwe da dayikan. Û ez hêvîdarim ku wê dayikên dilovan bêtir li fêrbûn, axaftin û bi karanîna zimên di nava civatê de geş bikin. Divê hûn dayikên me yên hêja, rêya bi zimanê zikmakî axaftinê vekin, di nava gel de ji bona pêşde birina vî zimanê delal xebatên pir alî bikin. Di malan de, di şahî û şînan de, di civîn û kongreyên xwe de tenê bi zimanê dayikê biaxifin da ku ew kesên vî zimanê şêrîn neaxifin li we mêze bikin û hîsên fêrbûna vî zimanê xweş û şêrîn zû fêr bibin.
Sedema ku min vê carê berê xwe da we dayikên hêja ev e. Çîqasî li ser vê mijarê hatibe nivîsandin jî, ev hîn weke tê xwestin pêk nehatî ye. Li gor baweriya min, ger hûn dayikên dilovan bixwazin, hûnê di vî warî de bi serkefin. Ji ber rol û berpirsiyariya we ji a herkesî bêtir e. Hûn berê di nava xwe de, bi kurdî qise bikin. Kovar û rojnameyên xwe bi zaminê xwe derxin. Û di nava xwe de kampanyeke tenê bi kurdî qisekirin, fikirandin û nivîsandinê vekin. Xebateke weha de hûnê gavên hêja biavêjin. Ev gavavîtina we dikare, di şeş mehan de, bi temamî nebe jî, ji nêvî bêtir hûn ê bi ser kefin. Ev serketin wê bibe hewldan û şoreşeke dayikên dilovan ku herkesek bi zimanê xwe biaxifin.
Ez bi xwe vê hêvîyê de we de dibînim. Hûn bixwazin û hewl bidin, tiştekî ku hûn nikaribin bikin tune ye. Alîkariyê bixwazin da ku em jî bikaribin bi her awayî ji we re bibin alîgir.
Rastiya gotinê ev e; Qedera zimanê me î xweş ketiye destên we dayikên dilovan. De hûn jî rabin, destên xwe bidin hev, dev ji bi Tirkî axaftin, nivîsandinê berdin. Berê xwe berbi zimanê xwe vekin. Di vê dema dostên kurdan kêm û dijminên wan zêtir bûne de şoreşeke weha bikin, bila dost û dijmin şaş û metal bimînin. Bila bê zanîn ku rol û desthilatiya jinên Kurd çiqasî di nava civatê de heye. Bilasebeb nehatiye gotin: "Şêr şêr e, çi jin û çi mêr e". Divê hûn vê bidin îspatkirin ku bi rastî jî "Şêr şêr e, çi jin û çi mêr e". Ji bîr nekin ku barê şoreşê yên giran li ser milên we ne. Divê hûn bidin zanîn ku jin û berpirsiyariya jinê, di civateke weke ya me Kurdan de gelekî girîn e. Eger hûn jî bi erk û mercên vê berpirsiyariya ku îro ji we tê xwestin ve ranebin, bawer bin, hûnê jî gelek tiştan wenda bikin. Û hûnê di civatê de bê rol û fonksiyon bimînin…
Têbinî: Min ev nivîs di sala 2001ê de ji bona Rojnameya Dema Nû hejmar 1 nivîsî bû. Ev wê demê hatibû weşandin. Armanca min ji nûde weşandina vê nivîsî ew e ku em çi dikin û nakin, piraniya rewşenbîrên kurdên bakurê Kurdistanê nikarin dev ji tirkî nivîsandin û axaftinê berdin. Divê herkes vê baş bizanibin ku bi tirkî tu kurdistan dê azad nebe. Heta kurd nebin kurd zimanê xwe bi karneynin wê her bindestê jî para me û wan be. Li bakurê Kurdisanê tenê dayik mabûn ku bi kurdî qise dikirin, niha ew jî fêrî tirkî kirin. Ji ber vê bû ku min xwest ji nû de ev bê weşandin da ku dayikên me li xwe vegerin.
Xetera herî xerab û ya herî mezin, ew e ku dema dayik dev ji zimanê xwe berdin û zarokên xwe bi tirkî mezin bikin. Aha ev têkçûn e…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.