Çima Barzanî???

heger kurdan dîroka bizanîbana û nasîbana îro wê hemî kurdan xwe li dor Barzaniyan bikirana yek da ku bi rêvebirina wan em kurd jî bibana xwedî dewlet û li axa xwe bi azadî bijiyan. Helbet wê ev ê bibe. LÊ….

Bube Eser

02.07.2020, Per | 09:09

Çima Barzanî???
Nêrîn Belav bike

Min gelek caran gotiye, ez tim bêjim, ji ber vê dixwazim dîsa bêjim û gotina dawî di pêşî de vebêjim, da ku hin kes xwe newestînin û heta talî vê nivîsê nexwînin…

Min tim gotiye û dîsa vê tînim zimên ku di roja îro de yên ji bona me kurdan dikarin an bikaribin kurdistaneke azad û serbixwe ragihînin, tenha Barzanî ne.

Çima?

Divê em carekê, bê layan, bê alî, bê teref li rewşa kurdistanê ji roja hatiye perçekirin û heta niha binêrin, binêrin û hûnê bibînin ku şopa nigên Barzaniyan li ser erda her çar perçê kurdistanê heye û bi rehetî tê dîtin.

Em dizanin û dixwînin ku roja Barzaniyan dest bi tekoşîna azadiya kurdistanê kirine, ji bona xwe, ji bona miletê xwe destûr û bernameyek, rê û rêbazek nivîsîn û ew parastin ku tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê li gor wê bê dayîn.

Çi bû ew?

Ew destûr û bernameya neteweyî li ser asasê berjewendiya gelê kurd bû. Loma bi rêzên zêrîn li ser kaxiza sipî nekişandin ku divê kurd li gor wê tevbigerin da ku bikaribin bighêjîn mafê xwe ê rewa.

Ew destûr, bername û rêbaza Barzaniyan nivîsîbûn û pêşkêşî gelê xwe kiribûn, bi xweşe dagirkerên me ne çû bû. Lewra ji bona têkbirina wê tim her çar dagirkerên me, ji bona tunekirina wê rêbaza ku tê de Kurdistaneke serbixwe xuya dikir, ji holê rakin, kar û xebat bi hevre dikirin û hê jî dikin.

Dagirker ne bes bûn, wan hin xwefiroş û berjewendîperestên kurd jî kirîn û ew jî berra pêxîla Barzaniyan dan, ew bi kar anîn û tînin.

Em hemî baş dizanin û bi wê yekê bawerin ku dagirkerên me di wê xewnê de bûn û dene ku çi dema Barzanî nemînên dê doza gelê kurd û kurdistanê jî nemîne. Ew ango dagirkerên me, di vê dîtin û helwesta xwe de rast in û rast bûn.

Heger em li dîrokê binêrin em ê bibînin ku ji bona tunekirina Barzaniyan tim jî plan û projeyên dagirkerên me yên hevbeş hebûn û hene.

Lê derdê giran, birîna bê derman ew e ku Kurd ne dîroka xwe dizanin û ne xwe fêr dikin, ne jî dixwazin fêr bibin.

Ji ber vê dibêjim; heger kurdan dîroka bizanîbana û nasîbana îro wê hemî kurdan xwe li dor Barzaniyan bikirana yek da ku bi rêvebirina wan em kurd jî bibana xwedî dewlet û li axa xwe bi azadî bijiyan. Helbet wê ev ê bibe. LÊ….

Hezar mixabin kurd di vî warî de fêmkor in. Kerr û lal in. Piraniya Kurdan jî bi çand, fikir û ramanên dijminên dixwazin kurdan ji holê rake, mezin bûne an perwerdeya xwe ya ewil ji wir girtine.

Bi sedan sal in ku Kurd derdê bê deweletbûnê dikşînin. Lê dîsa li xwe hay nabin. Miletê dîroka xwe fêr nebin û nizanibin, dê tu caran nikaribin xwe bi rehetî azad bike.

Îro şansa kurdan ji her demê zêdetir heye ku li başûrê kurdistanê bibe dewlet. Li wir hema bêjin êdî serê dewleta kurdî xuya dibe.

Loma dagirkerên me har bûne, her yek ji alîkî de êrîşên xwe yên bê wate dibin ser wê hebûna ku wê kurdan bike xwedî dewlet.

Ev ne bes e, dagirkerên me sedema êrîşên xwe, hin partiyan dikin sedem da ku di qada navneteweyî de xwe bi heq derxin. Lê dîsa jî wan kurdên di xizmeta dagirkeran de ne, bi xebat û çalakiyên xwe, dagirkeran dikşînin nava axa azad.

Çareserî???

Tenha çareserî li gor min rabûna gelê kurd yên li perçên e. Lê mixabin dagirkerên me kurdên bakurê Kurdistanê hemî xesandine loma nikarin deng ji xwe derxin.

Di vê rewşa xeter de, hêjî hin partî û rêxistinên kurdan li ser navê wan, bêdeng in. Ma gelo dê ji vê xerabtir dê hê çi hebe. Ew partiyên bi armanca Kurdistaneke serbixwe derketine, lê îro li hember êrîşkariya dagirkeran ya li ser brayê wan, bê deng in.

Heger em weke kurd dilxwazê kurdistaneke azad û serbixwene, divê em wê çerxa bi destê dagirkeran ya ji bona Barzaniyan ji holê rakin, bişkînin. Divê em bi hemî hêz û qawata xwe ji wan re ango ji Barzaniyan re bibin piştgir.

Heger em vê nekin, em ê nikaribin tu kurdistaneke azad û serbixwe ragihînin û bibînin. Dagirkerên me roj bi roj dikevin erda pîroz û azad. Hevalbendên wan jî her wan didafîne ku zûtirîn demê bi hevre Barzaniyan ji holê rakin.

Divê her kurd vê baş bizanibin; di roja îro de, tunekirina Barzaniyan wendakirina her çar perçên kurdistanê ye. Lê wê dijmin tu caran neghêjin vê armanca xwe. Ji ber ku heta zarokekî Barzaniyan hebe, ew ê li hember dagirkeran û welatfiroşan li berxwe bide.

Barzanî têra xwe hene ji ber ku li ser xeta neteweyî ne. Kesên neteweyî bin jî wê rojekê bighêjin mafê xwe ê rewa.devlet

Ji ber vê di demeke nêzîk de wê Barzanî kurdan bikin xwedî dewleteke serbixwe. Bila qet tirs û şika kurdên ji welatê xwe hez dikin, tune be.

Aha ji ber vê ye hebûna Barzaniyan îro girîng e. Li gor vê girîngiyê jî divê kurd tevbigerin û pirsa ”Çima Barzanî” bibersivînin. Ji ber ku azadî û serxwebûn di wê destûr û bernameya wan de ye…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:03:03

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x