Çima vê dibêjim; Ji ber ku dema Kurdistan ji sîstema koletiyê derbasî çaxa axatiyê bû, aha ji wê rojê de û heta niha hê ew axatî berdem e.
Lê ev axatî li gor dem û zemanan hatiye guherandin an xwe hinekî li gor demê nûjen kirî ye da ku bikaribe sazûmana xwe berdewam bike. Ev bi dilê dagirkeran jî bû. Ji ber ku sazûmana axatiyê di gelek waran de alîkariya wan jî dikir.
Ev axatiya li ser serê kurdan bû bû û bûye bela, di demên xwe de her kesekî desthilat ango axa bûn, axayê gundê xwe û serdestê gund û gundiyên xwe bû. Lewra jî bi wê qudret û hêza xwe, wî an wan tu kesên din qebûl nedikir û ne dixwestin axayekî din wî û gundiyên wî bi rêve bibe.
Wê sazûmana axatiyiê cihê xwe di nava kurdan de weha girt ku ew bû adet, bû tore û bû desthilat da ku kes kesên din qebûl neke. Nebin yek, lê yek bi yek herin.
Çi demê dagirker û dijminên gelê kurd li hin eşîran û axayan dixistin, qira wan dianîn. Lê mixabin axayên din, serok êşîrên din jî tim digot in: “Ne ez û gundiyên min in”. Loma jî tim karê dijmin rehet bû ye ku çawa kurdan tune bikin.
Axayek ango serokeşîrek ji serweriya gund û gundiyên xwe danediket, ango ne dihat xwarê ku li gel axayekî din hêza xwe bikin yek da ku bikaribin li hember dijminê xwe şerê man û nemanê bidin.
Loma jî her carekê hin axa û eşîr ji teref dagirkeran ve hatine qetilkirin û jenosîd kirin. Hin jî hatine xelatkirin ku heta roja wan jî hatiye..
Tenê ev adet ev tora ji teref Barzaniyan ve hatiye rûxandin û wan li gel heft eşîrên din konferderasyona Eşîran pêk anîne. Ev pêk anîn da ku di bin sîwaneke neteweyî de karê xwe bi hevre li hember dijminên xwe bimeşîne. Vê heta niha jî bi hevre didomînin. Loma jî vê em li başûrê kurdistanê kirine xwedî federasyoneke kurdistanî. Serxwebûn jî nêzîk e…
Lê mixabin vê dewr û demana axatiyê heta niha li bakurê Kurdistanê weha dom kirî ye ku îro em nebûna xwediyê xwe û welatê xwe, xwediyê xwe û hêza xwe. Tim hin eşîran li ba dijmin, hin jî di şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê de cane xwe dane.
Lê bi vê şikil û metodê kurd heta niha li bakurê Kurdistanê ne hatine azadkirin. Tim bûne kolêyên dagirkerên xwe û koletî ketiye ruhiyeta wan loma nikarin bibin yek.
Mesele dirêj e, lê ez ê kin lê bidim. Ji xwe gelek tişt tê zanîn û pêwîstiya ku ez dubare bikin jî tune ye.
Em vegerin rewşa bakurê Kurdistanê, rêxistin û partiyên wê.
Axatiyê çawa dewr û demaneke bê ku bibin yek derbas kirin û gelek tune bûn, hinan jî xwe dan aliyê dagirkeran. Li gor min îro jî bi rengekî din, bi metodeke din ev hê jî berdewam e.
Lê divê em tiştekî ji bîr nekin ku di dema axatiyê de, ziman kurdî bû, adet û tora bi kurdî bûn. Wê Kurdbûnê em nehelandin û tune nekirin. Loma heta roja îro em weke kurd mane.
Rewşa Îro
Li gor min îro jî axatiyê xwe guherî ye ango modern bûye. Êdî ne kesek wê gundiyan îdare bikin. Li ser navê rêxistin, partî û dezgehêkê ku yek dibe serok êdî ew her tiştî bi rêve dibe. Eynen weke axayê gund.
Hemî endam dibin weke gundiyan û serok çi bêje rast e, delal e û divê bi ya wî bê kirinê. Rojekê endamekî/ê partiyekê derneketiye ku kêmanî an şaşiyên serokê xwe bêje. Dema got jî wê çi bê serê wî/ê diyar e.
Her weha tu caran gundî jî li dij axayê xwe dernediketin, gotin û kirinên wî rexne ne dikirin. Yên bikirana jî ji gund dihatin qewirandin. Ya jî bi şikil û metodekî didan kuştinê.
Niha her partiyek axayê gundekî ango çend endaman in. Xwe serokê bê hempa, bi qawet û ji herkesan bi aqiltir dizane. Li gor vê jî ew nikare deshilatiya hinên din li ser xwe qebûl bike û nake.
Van axayên modern tim behsa yekîtiyan dikin, lê çi ecêb e nabin yek ango ev bi salan ku yekîtiya kurdan pêk nehatiye û nayê.
Van axayên me yên modern ji axayên kevneperest bi paşdetir ma ne. Ji ber ku niha ziman, adet û toreyên wan bûye zimanê dagirkeran. Gundiyên xwe bibuhurin endamên xwe jî li gor xwe bi rêve dibin. Bê ku gundiyek bibuhurin endamekî wan li dij wan tiştekî bêjin.
Ez pir bi rehetî dikarim vê bêjijm; Çi dema serokên van partiyan biryara yekîtî û bi hevre karkiriê bidin, soz ji were yekîtiya gelê me jî pêk tê. Lê ê nakin ew in, yên gazindan dikin ew in, yên bi eşkereyê dibêjin; dive em bibin yek ew in. Yên naxwazin ev pêkê bê dîsa ew bi xwe ne.
Ez vê nivîsê bi mînakekê biqedînim:
Çi dema axayê gund ji gundiyekê xwe aciz dibû, rast e rast lê ne dida. Serê sibê derdiket ser xanî û bi dengekî bilind digot: “Gundino, ciwanîno, zadê filankes xweş bûye, geş bû, bereketa xwedê lê be, di nêzîk de wê bê çinîn. Divê hûn xortên gund hay ji erd û zadê vî camêrî hebin ha. Agir magir pê nekeve ha.”
Lê roja din agir bi zadê mêrik diket. Gundî dihat ba axayê xwe dixwest gilî û gazindên xwe bike, lê axa jê re digot: Aha te dît. Min do bangir ku kes êgêr berra zadê te nede. Lê hin bê bavan ez guhdarî nekirim û agir berdanê, de ka êdî ez ê çi bikin.
Çi ecêb e ku serok û rêberên partiyên bakurê Kurdistanê hemî yekitiyê dixwazin, lê çi keramete ku yekîtî pêk nayê. Tu ji kîjan serokî/ê re behsa yekîtîyê bike, ê herî wê diparêze ew e . Lê yekîtî çênabe…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.