Heger tu nenivîsîne ez nenivîsînim û heger em nebêjin, ma gelo ev cîhan wê çawa bizanibin li wir çi anîbûn serê me.
Ez dizanim bîranîna bûyer û kiryarên wê zîndanê gelekî zehmet e. Ez dizanim ji nûde gotin û behsa wê bi kesên li wir jiyanin zor û zehmet. Loma piraniya wan naxwazin ji nû de wê bijîn.
Divê em her yek ji me ku di wê zîndanê de mabûn, zorê bidin xwe, xwe biêşînin wan tiştên anîbûn serê me bêjin û binivîsînin.
Heger mileteke bi dîroka xwe dijî, bi kiryar û bûyerên hatine serê însanên wî miletî dîrok tê nivîsên. Divê em jî wê bikin. Loma ez dibêjim; heger tu, ez û em jî wan bûyer û kiryarên wê zîndanê nenivîsînin ma ev cîhan wê çawa bizanibin dagirkeran li wir çi dianîn û anîbûn serê me.
Ez bi xwe şermeke mezin dibînin ku kesên dibêjin; ez dixwazin bûyer û kiryarên wê zîndanê ji bîr bikim. Her weha ew tadê li xwe, li gelê xwe dikin û bi vê yekê di dîroka gelê xwe de kêmaniyeke mezin dikin,
Gotinek heye weha dibêjin: ”Heger ez neşewitim, heger tu neşewite, ew neşewitin, ma ev şevreş dê çawa ronî bibe”. Lewra ez jî dibêjim; Heger ez nenivîsînim, tu nenivîsîne ew nebêjin ma wê cîhan çawa bizanibin di wê zîndanê de çi dianîn û anîbûn serê me.
Ez bi xwe jî di dema herî xerab de (1980-82) di wê zîndanê de jiya bûm. Ez niha di 66 saliya xwe de hê jî di xewnên xwe de li wir êşkancên li min dikin, dibînim, li min didiin, bi tirs û xofek mezin, gelek caran ji xew hol dibin.
Ez bi xwe heta ji min bê ez ê nexwazim wê zîndanê ji bîr bikim. Ez naxwazm xwe dûrî wan tiştên ku di wir de anîbûn serê me dûr bigirim. Ez dixwazim her roj bi wê dîroka wê zîndanê bêjim, wan bûyer û kiryaran ji bîr nekim, da ku bikaribin di derheqê wê de binivîsînim û raya giştî agahdar bikin ku li wir çi qewimîbûn…
Ez vê weke erkekî mecbûrî li ser milên xwe dibînim. Divê em şerm nekin,tiştên anîna serê me bêjin û binivîsînin. Min ew zîndan bi romana xwe ya nanvê wê Gardiyan e anîye zimên. Ev bi gelek zimanan hatiye û hê jî tê wergerandin, da ku bi saya em cîhanê jî pê bihesînin ku li wir çi dibê û diqewimî..
Bê dengî û negotin, him tu tadê li xwe dike û him jî tu dîroka xwe de kêmaniyeke mezin û valahiyekê dihêle.
Ji bîr nekin ey ew kesên di wê zîndanê de jiyabûn, erkê wê ew e ku hûn li ser wê zîndaên bêjin û binivîsînin. Ji bîrkirina wir, ji birkirina xwe bi xwe ye.
Her miletek bi dîroka xwe dijî. Heta niha me kurdan mecal nedîtîbû ku em dîroka xwe bi destên xwe binivîsînin Lê niha ew îmkan heye. Lê mixabin êdî hin kesên me bi xwe jî naxwazin wê dîrokê binivîsînin an bêjin.
Weke di wê zîndanê de kurdî axaftin qedexe bû, lê dema kesên me ji vir azad bûn, êdî wan bi xwe kurdî li xwe qedexe kirin.
Malwêranî û xerabiya her mezin ew e ku em bi destên xwe dîrokekê vedişêrin, kiryar û bûyerin wê ji raya gitştê re nabêjin û nanivîsînin.
Divê rewşenbîr û nvîskarên ji wê zîndanê derketine, wê bikin Şano, Roman û weke serpêhatî wê bêjin û binivîsînin.
Divê nebiyên me, dîrok ma bizanibin, dive ew fêr bibin ku me çi dîtibûn û dagirkeran çi anîbûn serê me. Heger ew vê nizanibin wê çawa me û dîroka me binasin.
Ez heyrana we tevan im. Vê nekin. Xwe ji buyer û kiryarên wê zîndan dûr negirin Dest pê bikin binivîsînin, bêjin. Bikin Şano, bikin roman da ku nebiyên we, we binasin û bizanibin wê çi tade û hêsîrê dîtiye
Binivîsînin û bêjin da ku cîhan jî bi awayekê rêk û pêk li ser asasê rastiyê wê ji devên kesên di virde mane fêr bibin
Heger hûn nenivîsînin, heger hûn wê zîdanê ji gel, nebî û cîhanê re nebêjin, hûnê bibin gunehkarê dîrokê, hûnê bi destên xwe, xwe bikujin.Heyfe….
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.