Bila partiyên me yên bakurê kurdistanê li min bibihurin, dizanim nabihurin, lê dîsa ez ê ya xwe bêjim:
Heger bê bîra we, di salên 90î de dema pkk di çalakiyên xwe de, kiryar û bûyerên xwe yên ne di berjewendiya Kurdan de xwedî qaweteke mezin bû. Te newêrîbû û nikarîbû ew rexne bikira. Ya dikuşt ya jî bêdeng dikir.
Piştî demekê jî li hemberî hemî rexnayan digot in: ”Kerem bike were serê çiyayê kurdistanê. Tu li ewropa di rehetiyê de ye. Fermo çiya li benda te ne, heger tu nikare here serê çiyan were welatê xwe”. Bi vê yekê dixwest muxalifên xwe bêdeng bikin û bawerim wextekê bi ser jî ketin.
Niha ez bi xwe jî yek ji wan im, çi dema ez kêmaniya partiyên ji xwe re dibêjin ”Ez partiyeke kurd û kurdistanî”me dibînim rexne dikim da ku ew ji wê şaşî û kêmaniya xwe vegere. Li gor min ev jî ji bona wê partiyê dibe alîkarî. Çi dema tiştên baş jî dikin wê gavê jî pesnê wan didim.
Lê çi mixabin, partiyên me ango piraniya kadirên wan, van rexneyan weke dijminatiya li hember xwe dibîne, loma dibin agir û bi me re dikevin. Gotinên giran û ne di cih de ji me re dibêjin. Gelek ji wan me re dikin şîlahşorê facê, internetê û dibêjin: ”Li hember cumpîtorê rûniştin û rexne kirin rehet e. Were tu jî destê xwe bixe bin kevir, were tu jî teva me bibe û dûre qise bike. Berê bibe endam dûre mafê xwe ê axaftin ango rexneyan bi kar bîne.û gelek tiştên din jî dibêjin”.
Heta hin dibêjin; ” were bibe endamê komîta rêvebir, were tu ku bixwazî te bixim wir, were ez ê çi cihê tu dixwazî bidim te”. Bi rastî mirov carna ji ber gotinên wan î weha şerm dike. Ez fêm nakim kesek çawa wî erkekî di xwe de dibîne û gotinên weha dibêje.
Ez bi xwe jî gelek ji wan braderan dinasim ku dema pkk digot; ”were serê çiyan” ew bi xwe jî li dij vê derdiketin û digotin: ”Ma her tişt serê çiyê ye”
Lê niha ew dibêjin; ”hin hene 24 saeten li ber cumpîtorê xwe ne û karê wan tenê rexne ye”. Lê ji bîr dikin ku ew bi xwe jî ji me gelekan bêtir li ber cumpîtora xwe ne û ne 24 saetan 48 saetan li hember wê ne dixwînin û dişopînin bê ka kî/ê çi dibêjin û dinivîsînin. Ew nabe qelemşorê internetê lê ji yên weke me re vê dibêjin.
Bi vê yekê ji bîr dikin ku îro siyaset bi saya internetê bêtir û baştir bi rêve dihare. Ji bîr dikin vê internetê çiqasî kar rehet û xizmet zêde kirî ye. Dîsa jî ji bîr dikin ku bi saya vê di yek rojê de mirov dikare mesaja xwe bighêjîne bi hezaran. Her weha nayê bîra wan ku mirov dikare bi saya internetê rêxistinan damezirîne û xelkê derxe kolanan…
Îcar çi ferq di navbera gotinê pkk ê do digot; ”Were serê çiyan” û di gotina îro partiyên me yên kurdistanî dibêjin, qelemşorên li ber internetê,de, heye. Li gor min neteceya herduyan dihera yek armancê.
Ma gelo li kuderê hatiye dîtin, miletek li gel rewşebîrên xwe hemî bûne endamên partiyan. Ma li kuderê hatiye dîtin ku heger tu ne endamê partiyekê be mafê te ê rexneyan tune ye. Ma li ku hatiye dîtin; heger tu ne endamê partiyekê be, bêdeng be û li mala xwe rûnê.
Evana tenê ji bona partiyên kurdan, heye. Ji ber ku ew bi xwe nikarin karên baş, helwestên li hember bûyerên rojane bigirin, loma nahêlin an naxwazin kesên din jî van kêmaniyên wan bêje û binivîsîne. Dema te got û nivîsê wê gavê xelk, milet jî li kêmaniya wan hay dibe. Aha êşa wan ji ber vê ye.
Gelo van parityên me ji roja damezrandina xwe û heta niha çend endam çêkirine, çend meş û xwe pêşandin li kolanên bajarên bakurê kurdistanê de pêk anîne. Binêrin pkk ji bona mûyek porê serokê xwe bi hezaran kesan derdixin kolanan. Lê başûrê kurdistanê wêran bû, êrîşek xeter hate ser wan, ketin rewşeke man û nemanê lê ji bakurê kurdistanê û ji van partiyên me heta demekê deng derneket. Çalakiyeke ku deng derxe, bala dinyê bikşîne nekirin, meş û çalakiyên di kolanên bajarên xwe de pêk neanîn.
Yanî qudûmşkestî bûn. Vê nabînin. Lê dema hin dibêjin çima partiyên me bêdengin. Hêrs dibin û dibêjin; ” Were bibe endam dûre me rexne bike”. Bi gotin an nivîsên weha jî bêyî ku bizanibin dibe ku bi zanetî jî weha dikin. Rewşenbîran roj bi roj ji xwe dûr dixin.
Gelek ji me ez jî di nav de dema em behsa kêmaniyên wan dikin, weke em li kêfa xwe dinêrin, bi karê ji bona gel re mijûl nabin û tenê wan rexne dikin. Weke me qet kar nekirine û bedel nedane mirov didin nasîn.
Ji xwe ya ez pê diêşim jî ev e. Me gelekan ji wan kesên ew behs dikin û dibêjin: ”werin destên xwe bixin bin kevir” bêtir bedel daye, bêtir di zîndanên dijmin de mane, ji wan bêtir bûne berhemdar û ji wan bêtir jî karê rêxistiniyê kirî ye û hê jî ji bona azadiya gelê xwe di nava kar de ne.
Ya ez fêm nakim çima partiyên me xwe dixin vî qalibê kêmdîtina kesên bê rêxistinî. Heger me re bi endambûna rêxistinekê bibe miroveke/î mukemel ku ev li tu welatî nehatiye dîtin. Ser çavan.
Ha çima weha dikin?
Karê îro ji wan tê xwestin nikarin an jî naxwazin pêve rabin. Loma dixwazin vê kêmaniya xwe veşêrin an bixin hustiyên kesên din ku nabin endamên wan. Ew veha dizanin ku bi zêdebûna endaman kar bêtir dibe. Aha şaşiya herî mezin jî ev e. Fêm nakin ku dema partiyekê karê baş kir, ew bi karê xwe yê baş, paqij û di berjewendiya gel de dikare bi hezaran bi milyonan gel bikşîne ba xwe…
Kar û xebat ne bi zêdebûna endaman, lê bi fikrên neteweyî, karê bi durustî û li ser xeta neteweyî mirov dikare hêza herî mezin amade bike.
Gelo van partiyên me dikarin destûr û bernameyên xwe, kar û xebatên xwe yên ji bona demên nêzîk û dûr bi gelê xwe re parve bikin. Heta niha di kîjan waran de bi serketine, kêmanî û şaşiyên xwe jî dikarin bêjin.
Soz ez ê ji niha û pêde êdî ne rêxistinên me û ne jî kesan rexne bikim. Ev ê bibe nivîsa min ya talî di vî warî de. Ji niha û pêde çi kar kirin, çi şaşî kirin ez ê ji hemiyan re bêjim bijî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.