Dema em li dîroka xwe binerin û wê bixwînin em ê bi hevre bibînin ku her behsa yekîtî û bi hevre karkirinê hatiye kirin. Lê heta niha jî ew pêk nehatiye. Miletekî pêwîsitiya wî ji xala ku ev zêdeyê sed salane ku tê gotin û pêk nayê, hûn bizanibin di nav wî gelî de, di nava partî, tevger û rêxistinên wî gelê de dest û lepên tarî hene ku naxwazin û nahêlin ev pêk bê.
Hemî kurd baş dizanin ku azadî û serbestiya kurdan û Kurdistanê girêdayî vê xalê ye ku loma wan destana nahêlin ev pêk bê. Sedema ne pêkanîna vê jî herkes, her rêxistin û partî baş dizanin. Dizanin lê ji bona ev pêk neyê, çi ji destê partî an tevgerên kurdan tê jî, texsîr nakin.
Ji ber ku miletekî fêrî bindestiyê bû be zor zehmete ku tu wî gelî bighêjîna azadiya wî. Ji ber ku azadiya xwe di bindestiyê de dibîne û dîtine. Nizanin xwe azad bikin û bi azadî li ser erda xwe bi serbestî bijîn.
Ez bi xwe pêwîstî nabînim ku vê bi dûr û dirêjayî binivîsînim. Ji ber ku çi jî binivsînim ji dubarekirinê pêve ne tiştekî din.
Niha rewşa bakurê Kurdistanê pir bi zelalî tê xuyakirin ku roj bi roj zimanê kurdî wenda dibe. Gav bi gav ruhiyeta neteweyî têk dihare û sal bi sal erda kurdan jî ji destê wan dihare. Kurd êdî li ser erda xwe bi berbi tirkbûne ve diharin.
Hemî rewş zelal û diyar e. Partî, tevger û rêxistinên bakurê kurdistanê hemî ji me bêtir vê rewşê dibînin û dizanin. Lê çi ecêb û keremate ku ji bona ev rewş her berdewam be, ew jî dibin alîkarî.
Dema miletek ji ruhiyeta netewa xwe dûr bin, zehmete ku ew milet bikaribe yekîtiya xwe jî pêk bînin. Ji dema Ehmedê Xanî û heta roja îro kurd ji bona yekîtiya miletê xwe her gazî dikin û diqîrîn. Lê ew pêk nayê. Ji ber ku dema partiyên li ser navê miletê kolonî tê damezrandin û ew ji ruhiyeta netewî bê par bin. Wê yekîtî jî pêk neyê.
Gelek firsetên ku li bakurê kurdistanê Kurd bikaribin hin mafan an jî destketiyan bi dest bînin, xulikî be jî. Ew dîsa bi destên hin serkêş û rêveberên kurdan têk çûye. Sedem jî ev e ku li bakurê kurdistanê partî, tevger û rêxistinên hene berjewendiyên xwe di ser ya Kurdistanê re girtine û digirin. Endamên wan ji bona serok û partiya xwe dikare agir bera xwe bidin, lê ji bona azadiya gelê xwe nikarin hêzên xwe bikin yek.
Min jî û gelek canik û camêran me li ser vê mijarê bi sedan heta bi hezaran nivîs nivîsîne lê fêda wê nebûye an jî wan nivîsana nikarîbû pêşî li ruhuyeta koledariyê bigire da ku kurd ji wê azad bibe.
Niha firsetek nû ji bona kurdên bakurê kurdistanê xuliqiye ango hatiye ber deriyê me tevan. Ji bona ev firset jî weke gelekên din ji destê me kurdên bakurê Kurdistanê dernekeve divê Kurd demildest yekîtî û bi hevre karkirina xwe li ser asasê neteweyî pêk bînin.
Çi ye ew firset?
Di kar, xebat û planên her partiyê de divê ji bona tekoşîna azadiya xwe, xwedî planên kin û dirêj bin. Helbet di karê demokratîk de serxwebûna welatekî nayê. Lê ew dibe gavek ji bona azadî û serxwebûna wî. Ji ber vê, hilbijartinên li tirkiyê û li Kurdistanê girîng in.
Niha li tirkiyê û li bakurê kurdistanê dengê hilbijartinê roj bi roj nêzîk dibe. Divê ji bona kurd jî vî dengê tê bihîstin, fêdê bibînin. Pêwîste hemî li gel hev û bi hevre ji bona bi destxistina vê bi hevre bibin yek deng.
Kurd çi demê bû bin yek deng û xwedî yek helwest, bi serketine û dê her bi serbikevin jî. Lê gelek dest û lepên tarî di nava me de hene. Loma bi xebat û cehdên xwe ji bona ev pêk neyê li ser kar in. Lewra em ji bona berjewendiya gelê xwe nikarin yekîtiyeke neteweyî pêk bînin.
Firseta niha ew e ku wer xuya ye dê di demeke nêzîk de hilbijartinên giştî û yên şaredariyê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê pêk bê. Heger kurd bixwazin di vê hilbijatinê de weke kurd bi serbikevin li gor min tenha rêyeke li pêşiya wan heye.
Ew jî ew e ku niha weke partiyeke Kurd û Kurdistanê HAK-PARê mafê ku bikeve hilbijartinan bi dest xistiye û li gor wê jî bi rêxistinkirina xwe ya bajarên lazim bû jî pêk anîne. Heger kurd di vê hilbijartinê de hêza xwe bikin yek, ji bona yek armanc û hedefê kar û xebatê bikin, ez bawerim wê bibin hêza sisiyan li tirkiyê û wê bibe hêza yekem li bakurê Kurdistanê.
Bi saya vê hilbijartinê û bi alîkarî û yekîtiya hemî kurdan wê kurd çi di qada tirkiyê de û ji çi di qada navneteweyî de wê xwe weke hêza sisiyan bidin îspatkirin ku ev ê jî fêdeyeke baş bide doza gelê me.
Heger bi rastî jî em, rêxistin, tevger û partiyên me dilsozên welatê xwe, hezkirin gelê xwe bin, dive vê care bi hevre dengê gelê xwe weke dengekî sisiyan li tirkiyê û li bakurê kurdistanê bidin îspatkirin.
Kurdno, partî û tevgerno, rêxistin û komeleno, bi belavbûn û ji hevdu cûdabûna we, yek ji we jî dê bi sernekev e. Partiyeke ku em sedî sed weke hev bin jî dê tu caran pêk neyê. Yekîtî û bi hevre karkirin li gor hin xalên netewî pêk tê.
Madem hûn û em hemî ji bona gelê xwe kar dikin. Aha ew kar niha li ber we û me ye. Heger em tev ji doza gelê xwe bawer bin. Divê di vê hilbijartinê de dengê gelê kurd jî yek be. Ev yekîtî wê me bighêjîne azadiyê jî. Ya girîng ew e ku divê partî. Tevger û rêxistinên me, xwe fêrî yekîtiyeke neteweyî bikin û bizanibin ku ev ê fêde bide tevan.
Di vê hilbijartinê de dengê xwe teva dengê HAK-PARê bikin, bila ew deng bibe dengê kurdan ku tirs û xofê bixwe dilê dagirkerên me.
Ji bîr nekin azadî û serxwebûn ji bilî yekîtiya neteweyî dê tu caran pêk neyê. Madem ev rastiyeke, werin em bi hevre vê rastiyê di vê hilbijartina li pêş’ pêk bînin.
Şêrînî û hêjayiya yekîtî û bi hevre karkirin, bi gelê xwe bidin tamkirinê.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.