Bav û bapîrên me ango pêşiyên me belasebeb negotine: ”Kurmê şîrê heta pîrî”. Tê zanîn ku her gotineke pêşiyan ji ber bûyer û kiryarên hatine serê wan an dîtine, ji me re gotinin ku em weke nivşê nû, nebiyên wan li ser wan rawestin da ku em jî wê şaşiya wan kirine, nekin.
Lê ez gihiştim wê baweriyî ku em weke nebî û zarokên wan, em ne di wê zanîna gotinên pêşiyên xwe dene. Her weha me ew gotinên bi wate, bi qîmet û bi rûmet ji xwe re weke rehber ne girtine û di jiyana xwe de me ew pêk neanine. Ji ber ku em kurdên bakurê Kurdistanê ji dîroka xwe dûr, ji tekoşîn û berxwedanên mezinên xwe xerîb û me tiştên wan ji bona me gotine neanîne cih.
Tim dibêjim û dîsa dibêjim ku miletî dîroka xwe nizanibe, xelkê mezinên xwe nasnekin, nivşê ji tekoşîna bapîrên xwe ne haydar bin dê nikaribin serketinê pêk bînin.
Bala xwe bidinê ku ji sala 1970 heta 1980 tekoşîna ciwanên kurd roj bi roj geş û xurt dibû. Gelek ji me yên wê demê, em li bendê bûn ku ha îro an sibê em ê kurdistanê azad bikin. Li gor wê demê û li gor fikir û ramanên wan çaxan em nebûn nebiyên qehremanên mezinên xwe. Em nebûn xwendevan ango şagirtin wan.
Em bêtirîn bûne îdeolojîk û li gor raman û fikrên xeyalî ku li ser kaxitan hatibûn nivîsên me xwest tekoşîna gelê xwe bidin. Lê em bi saya wan fikir û ramanên ku li bejna me û Kurdistanê nedihatin serxweş ketibûn û bi wî halê serxweş me dixest ku kurdistanê azad bikin.
Em wê demê fêr nebûn ku bi serxweşîyê û bi fikirin ku li bejna me û welatê me nayên nikarin welatê xwe azad bikin. Ji ber ku me ew nekir, me weke partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê tevan bi hevre wenda kir.
Helbet di şerê azadiya welatekî de wendakirin û serketin heye û divê hebe. Lê dema mirov wenda dike. Disekine li gel endam, rêvebir û aqilmendên xwe dicivin û egera nebiserketina xwe bi hevre munaqeşe dikin. Sedemên me di ku de û ji bona çi wendekirî ye, dibîne, ji bona wê lêborîna xwe dixwaze.
Piştî vê jî ji bona ku mirov ji nû de tekoşîna xwe bidomîne, divê mirov ji raberdûyên xwe dersan derxe, kêmanî û şaşiyên xwe destnîşan bike. Da ku bi nexşeriyeke nû li gor tecrubeyên çûyê, tekoşîna azadiya gelê we berdewam bike. Lê min nedîtiye û ne xwendiye ku yek ji wan partî û tevgerên me yên salên 1970-80 ev yeka kiribin.
Loma jî her partî û tevgerên nû ku têne damezrandinê, bi rêvebiriya wan kesên me yên ku wendakirine û dîroka xwe nasnekiribûn, bi îdeolojiyan mezin bû bûn û ji sal mezinan pêk tên. Wan kesên me jî hê li gor salên 1970 heta 1980 partiyên nû û tevgerên ji bona karê şexsî dadimezrînin.
Her ku partiyeke nû ji kadroyên kevn tê damezrandin, haya wan ji dîroka wan tune ye. Bi kadroyên berê ku li hevnekiribûn, partiyên nû dadimezrînin û xwe ji hemî partiyên hene bêtir neteweyî û welatparêz dibîne. Yanî mejî û bawerî hê jî weke salên 1970-80 ye. Ev rewş jî piştî sala 2000 û heta niha her xwe dubare û çarbare bûye, kirine û dikin.
Her damezrandina partiyeke nû ku ji kesên salmezinan û xwedî ramanên berê, têne damezrandin, dê bi sernekevin. Ji ber ku mejî ew mejiyê berê ye. Ji ber ku helwest û raman ya berê ye. Mesela me kurdên bakurê kurdistanê, hê jê re gelek wext û zeman dibê.
Ez ê vê nivîsa xwe bi mînakekê biqedînim. Bi damezrandin Partiya Welatparêzên Kurdistanê me hêvî dikir ku wê ev partî ne weke yên berê be. Me hêvî dikir ku ev partî ji kadroyên ciwan, zîrek û zane pêk bên. Me hêvî dikir ev partî ne teng, fireh be. Me hêvî dikir ev partî hevdem be û pêşiya xwe bi çenda salekî bibîne û nebe xwediyê xwe, rikir û ramanên berê. Ji bona destpêkek baş, bibe xwedî toleransekê ku kesên din jî xwe nêzîk bike. Lê mixabin nebû û dîsa ji sal mezinên ku her ji wan çend partî û tevger têk birine, fizîkî û fikrî xweş in, pêk hat. Bi kesên weha jî mirov nikare welatekî weke kurdistanê azad bike. Ka binerin bê cigirê serokê PWK Cano amad, çi dibêje?
Cihgirê Serokê giştî ê PWK Cano Amedî dibêje: ”PWK wargeha hemû dilsoz û xebatkarên doza Kurdistanê ye. Cihe welatparêzên Kürdistanêye”...
Ez jî dibîjim: Heger Cano hinekî dîroka xwe û ya gelê xwe zanîba û di rojên ku pêwîstiya me tevan ji hev heye dê gotineke weha negotiba. Heger li gor gotina wî PWK ew be, gelo partiyên din ku bi salana dibêjin, em partiya hemî welatparêzan in, dibin çi? Li gor pîvana Cano kesên endamên partiyên din ku dozdarê welatê xwe û xebatkarê gelê xwe ne, lê ne endamê PWK ne, gelo dibin welatparêz? Ya jî partiyên heta niha hebûn, gelo ne welatparêz bûn???
Gotinek gelek caran helwest û nerîna mirov ya bi dizî eşkere dike. Di virde Cano tenê partiya xwe weke partiyeke welatparêz û tenha endamên wê jî kesên welatparêzin dide pêş. Lê heger gotiba partiya me jî weke partiyên din yên welatparêz cihê xebata kesên welatparêzan e. Normal bû. Lê bi vê gotin an nivîsa xwe camêr diyar dike ku hê weke salên 1970-80 difikire. Êdî tevgera kurdên bakur li gor wê demê nameşe û nemeşiya ye. Heger meşiya be her ji du salan carekê hin partiyan û tevgeran deriyê xwe nedigirtin û dîsa bi kesên berê re nedibûn yek.
Dêmekî nameşe loma divê bi rê û rêbazek hevdemî, bi kadryonên zîrek û ciwan ku mejiyê wan li gor pêvajoya demê ne, pêwîste partî bêne damezrandin. Divê êdî em ji gotinên înkara yên li dij xwe û ne bi me re ne, berdin. Ji bona bi hevre karkirinê rêyên nû bibînin. Ev jî tenha dikare bi pêşkêşiya ciwanan pêk bê. Bi mejiyên salên 1970-80 êdî tevger an partiyên ku wê kurdistanê azad bikin(!) nabe û nameşe. Divê êdî em bêjin: Bes e ji rêvebiriya kesên berê re… Heş û mejiyên wan li gor îdeolojiyan û salên 1970-80 hatine formatkirin. Loma jî divê em berê bi formeteke nû, bi fikrên li gor demê û bi rêvebiriya ciwanên hevdemî dest bi karê avakirna partiyên siyasî bikin. Rêya vê jî pêwîste berê her rêvebirek zarokekî xwe bike endamê xwe da ku baweriyê bidin…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.