Berî her tiştî dixwazin bêjim; Dema welatek tê dagirkirin, dagirkerên wî welatî hesabê xwe dûr û dirêj datîne da ku bikaribe li gor dilê xwe sererd û binerdê wî welatê dagir kiriye bixwe û xelkê wî jî ji xwe re weke kole bi kar bîne.
Dema em li gor vê li rewşa kurdistanê binerin em ê bi rehetî bibînin Dagirkerên me her ev pêk anîn û tînin.
Çi hêjayiyên kurdistanê yên sererd û binerd hebûn talan kirinê û ji bona gelê xwe bi kar anîn û tînin.
Zilm û zordariyeke weha kirin û dikin ku xelk ji tirs û xofa wan tade û êşkenceyan dengê xwe nekin. Yên dikin jî qedera wan diyar e. Ya kuştî ne, ya girtine ya jî weke kole ji bona xwe bi kar tînin.
Heta vir temame. Loma jî dagirker baş dizanin ku ev ê heta hetayê jê re nemîne.
Roj tê hin kesên zana û rêvebirên xelkê dagirkirî bi xwe dihesin ku ev weha nabe. Ji bona wê hêdî hêdî dest davêjin xebata ji bona azadiya welatê xwe. Aha piştî vê rewş diguhere û dagirker dikevin nava tirs û xofê. Dikevin nava defter û hesaban da ku pêşî li vê xweşiyarbûnê bigire. Ji ber vê jî ji nû de arşîvên xwe vedikin. Bi aqilmendên xwe dişêwirin da ku vê şiyarbûnê çawa bi çi rê û olaxan têk bibin, kar û xebatê dikin.
Ji bona têkbirina şiyarbûna gelê dagirkirî jî tenê rêya ji bona wan rast ewe ku ji wî gelî, li ser navê wî xelkî damezrandina rêxistineke ku berpirsiyarên wê yên dereceya ewil zilamên wan bin, e. Ji bona vê hin kesan dest nîşan dikin û wan perwerde dike da ku bikin rêberên gelê kolonî ango ê bindest.
Piştî vê jî bi sloganên tûj û mezin li gor daxwaza miletê bindest derdikevin kolanan. Ew xelkê zor û zordarî dîbûn yanî ew miletê bi hesreta azadiyê dikelin, wî dengî, wan sloganana weke yên xwe dibîne. Loma jî alîkarî û piştgiriyeke bê hempa dide wan.
Ew rêxistina bi destê dijmin tê damezrandin vê yekê baş dizane û aqilmendên wan vê baş bi kar tînin.
Dema em bi aqilmendî li dîroka gelan, rewşa dewletên dagirker û xelkê wan binerin, mirov vê bi rehetî bibîne û dibîne. Gelek tişt hene ku mirov binivîsîne lê ez ê kin herim meselê.
Niha jî em rewşa kurdistanê binerin. Binerin û bibînin bê ji bona dagirkerên me kurdistanê ji dest nedin, çi kirine û dikin. Çi anîne serê gelê me û çawa pkk damezrandine.
Niha em careke din ji serî de li damezrandina pkk binêrin. Binêrin û bibînin bê ji wê rojê de û heta niha çi xwestiye û çi kiriye. Çi gotiye û kiriye, bizanibin.
Ji roja damezrandina xwe û belavoka xwe ya ewil de gotin: ”Hemî rêxistinên li dij kurdistaneke serbixwe, li hemberî şoreşê asteng in, divê ji holê bêne rakirin” Pratika vê jî ew bû ku pkk li hember hemî rêxistinên welatparêz yên bakurê kurdistanê şer kir û gelek ji wan kuştin.
Gotin: ”Axa û eşîrtî li hemberî şoreşê astingin”. Li hemberî axa û eşîrên welatparêz şerekî bê aman kirin. Ew axa, beg û eşîrên qet têkiliyên wan bi dewletê re tune bûn, bi saya serê pkk nêzîkayiya xwe bi dewletê re danîn. Ji xwe armanca pkk jî ev bû.
Ji bona wan tenê rêxistina RNK-KUK mabû ku zora wê jî bibe, lê di virde bi serneket. Dewletê fêm kir ku wê pkk biqede, berî derbeya 12 îlona sala 1980 Evdila derxistin Sûrî û ji wan re gotin; ji niha û pêde divê hûn baş li vî camêrê me binerin. Ji ber ku bi saya wî em ê nehêlin kurdistan çê bibe û darbeya leşkerê di 12 îlona 1980ê de pêk anîn ku hemî rêxisitnên din tune bike da ku meydan li pkk fireh bibe. Her weha jî bû.
Bi pkk şerê çekdarî ku bê wext û ne di berjewendiya kurdan de dane destpêkirin da ku şoreşa rast têk bibe an nehêlin bibe. Bi ser jî ketin.
Ji xwe gelek caran Evdila bi xwe jî gotiye (li îfadeyên wî yên îmraliyê binêrin) heta pkk hebe wê Mesud û Celal nikaribin tu kurdistanê ragihînin.
Her weha di vê çerçeweyê de rêvebirin pkk gelekan jî weke Evdila heta ji wî zêdetir jî gotine. Niha her tişt têne zanîn û naxwazim zêde bikim. Em li rewş û netîcê binêrin.
Bi hostek erda bakurê kurdistanê azad nekir, ji dêlva wê bi hezaran gund, bajar û bajarok wêran kirin. xerab kirin, xelkê wir bi darê zorê koçber kirin. Ziman orf û adetên kurdan ji nava wan rakir. Piraniya Kurd kirin bi îskeletê xwe kurd lê bi mejî tirk.
Xwestin Kemalîzma ku kurd qir kiribû, welat wêran kiribû bi kurdan şêrîn bikin û kirin. Ji ber ku niha bi eşkereyî wê diparêzin.
Bi vê nehatin ser li rojavayê kurdistanê jî rêxistina xwe bi alîkariya dagirkerê wir çê kir, wir jî bi destê wê wêran kir. Vala kir, cihên azad kir jî li desthilatê vegerandin.
Li rojhilata kurdisanê jî rêxistina xwe bi saya dagirkerên wir çê kir, lê ji ber zîrekî û têgihiştina rêvebirên kurd û bi taybetê yên PDK-îran bi ser neketin. Gelek hewldan kirin ku wir jî vala û wêran bike lê weke wan nebû.
Li Irakê rêxistina xwe bi alîkarî û piştgiriya dagirê wir çê kirin ew li hember kurdên başûrê kurdistanê bi kar anîn li wir jî bi ser neketin. Lê her hazirî kirin ku başûrê kurdistanê têk bibin. Niha jî bi hemî hêza xwe wê dikin.
Niha bi zelalî tê dîtin ku pkk ne rêxistina kurd û kurdistaniyan e. Ew rêxistina herçar dagirkerên kurdan e. Kar û xebatên wan ji bona berjewendiyên wan in. Di vê rêyêde jî xort û keçên kurdan ji bona berjewendiya dagirkeran têne kuştin.
Niha endam, hevalbend û alîgirên pkk qet şaşiyên wê nabînin, pkk çi dibêje hemî bi hevre jê re li çepikan didin û dibêjin ev ya rast e. Çima?
Ji ber ku pkk nivşek an du nivş bi xwe mezin kir. Pkk çi jî bike ew nivşana bê ku li ser bifikire rast dibîne û ji bona wan canê xwe bi rehetî dide.
Ev nivîs hinekî dirêj bû, ya rastî gelek tiştên din heye divê mirov bêje û binivîsîne, lê êdî fêda xwe tune ye. Loma dixwazim nivîsî bi çîrokekê biqedînim. Dibe ku ev di hin waran de bibe alîkar.
Li gor rîwayetê li gundekî kurdisanê malbateke şêxê mezin hebûn, hemû gundî û hin ji gundên derdorê jî mîrêdê wan bûn. Xortekî ji xortên şêxên li gund li metropola tirkan dibistan dixwend, loma jî zana, bîrevir dibe û dibe welatparêzekî baş.
Dema diçû gund hemî gundiyan bi rêz û hurmet destên wî maç dikirin. Ew bi xwe ji vê gelekî aciz bû. Çiqasî ji gundiyan re digot nedigot neyên destên min jî fêde tune bû, her gundî diçûn destên wî maç dikirin.
Şêxê me yê ciwan nerî ku nabe, çi dike gundî her destên wî maç dikin û pê bawerin ku ewê kilîta bihuştê bide wan. Loma carekê dema ji bajêr tê, şûşak araq bi xwe re tîne gund. Bi hatine wî dîsa hemî gundî dikevin dorê da ku destên wî maç bikin.
Şêxê me yê bi çûk hildikşe ser dikê, şûşa araqê digire destê xwe û dibêje;
-Gundîno ev araqiye, araqiye û ez wê vedixim bes werin destê min ez ne şêxim hahooo. Dibêje û qedeha di destê din de heta nêvî araqê berdidê, şûşê datîne vê carê jî avê bera ser araqê dide û araq dibe weke dew ango sipî dibe û dîsa gazî gundiyan dike û dibêje:
-Aha we dît ev araqî ye ha û bi ser xwe de dadike. Gundî jê bawer nakin loma hemî bi hevre dibêjin;
-Wey şêxê me em bi qurban, tu dikare avê sipî jî bike, sor jî û reş jî bike. Ma ne tu şêxê mezin e.
Niha rewşa pkk jî ev e. Dibêje nezewicin, ên zewicandî jî jinên xwe berdin. Mirîd dibêjin wele tiştekî baş di vê de heye loma dibêje.
Pkk dibêje em li dij kurdistanê ne, em nehêlin kurdistan çê bibe. Mirîd dibêjin weleh xuya ye ev ya baştir e loma dibêje.
Îcar dev jî mirîdan berdin yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne ew jî bêdengin ev jî bêtir tiştên pkk rast derdixe. Û bi rastî jî heta pkk weha bi hêz be ku ew hêza xwe ji herçar dewletên dagirker digire wê nehêle kurdistaneke azad û serbixwe bê ragihandin. Çareserî?
Tenha çareserî ew e ku zûtirîn wextê eniya ango cepheya kurd û kurdistanî ji rêxistinên ji xwe re dibêjim em ew in li bakurê kurdistanê pêk bê. Komîteya rêvebir û serokê wê bê hilbijartin û hemî karên bakurê kurdistanê bi destê wê bê bi rêvebirin.
Damezrandina eniyeke weha, dê fêde û alîkariya wê ji perçên din re jî hebe.
Ha hemî rêxistin nayên ba hev ji du an sê rêxistinan destpê bikin, heta yên din jî îqna bibin û bikevin bin wê sîwana ango eniya kurdistanî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.