Her rêxistineke, her komeleyek û her dezgehek ji bona çareserkirina kêşeyan ango probleman têne avakirin. Partiyên siyasî ji bona azadî, demokrasî û serxwebûna welatê xwe têne damezrandin. Li vê cîhanê heta niha tu milet, tu xelk bê partî û rêxistin nehatina û nayên azadkirin.
Her partiyek ji bona çareserkirina kêşa welatê xwe û ji ber pêwîstiyê tê damezrandin. Em careke li cihanê û li dîroka wê binêrin, em ê bibnin ku heta niha tu welat bê partî nehatiye azadkirin.
Madem rewş weha ye, divê em kurd jî vê rewşê bibînin û li gor wê bibin xwedî helwest û partî. Helbet her partiya tê damezrandin dê ne bi dilê herkesan be, yên ji wê hez bikin û yên dê li dij bin dê tim hebin.
Rexnekirina partiyên siyasî mafê herkesên dilsozên gelê xwe ne. Li gor vê jî divê rexnên me re li gor berjewendiya welêt û ji bona xurtkirin û pêşveçûna partiyan be. Divê rexnên me re çêkir be û em bi xwe jî hewl bidin partiiyên hene bi hêz û qawet bikin.
Ji ber ku bê partî tu welat nehatiye û nayê azadkirin. Ji ber vê divê em ne li gel tunekirina partiyan eksê wê divê em ji bona bi hêzkirin û xurtkirina wan kar bikin û binivîsînin da ku xurt û bi hêztir bibin. Li gor vê pîvanê divê em rexnên xwe jî bikin.
Lê ew kesên ku li dij hebûna partiyan bin û di hemî kar û barê xwe de, di nivîs û axaftinên xwe de behsa tunebûna partiyan ya jî tim behsa damezrandina yeka nû dikin, divê bê zanîn ku kesên weha ne li gel azadî û serxwebûna welêt ango kurdistanê ne.Ji ber ji damezrandna partiyeke nû, bêtir xurtkirina yên heyî girîngtir.Jê xwe têra xwe û zêdeyî pêwîstiyê partî li bakurê kurdistanê hene.
Li tu welatan, tu partî ne li gor dilê herkesan têna damezrandin an hene. Dema mirov xwest di bin sîwana partiyekê de kar bike, divê mirov li ser xeta neteweyî li hev bike da ku karê rêxistiniyê ji bona azadiya gelê xwe bike.
Divê mirov li gor berjewendiya gelê xwe bi hevre hevkarî û tevgeran pêk bîne. Çawa dema berhemeke nivîskarekî/ê derdikeve herkes jê hez nake, hinê li dij û hinê jî dê wê diparêzin, hebin.
Lê min ne bihîstiye ku heta niha tu kesan gotibin ku ji ber berhem nayên xwendin, weke navarok ne xweş e, bila tunebin, baştir e. Weke em dizanin ku her berhemek dibe dilopek û bi wan dilopana em dibin xwedî behrekê, deryayekê.
Partî jî weha ne, partî di kar û barê xwe de, bi helwest û hebûna xwe neteweyî be, ne li dij berjewendiya Kurd û Kurdistanê be, divê em nebêjin tunebûna wê ji hebûna wê baştir e.
Partiyên siyasî ji divê kêmaniyên xwe bibînim, xwe roj bi roj nûjen bikin, hedefên xwe yên dûr û nêzîk, destûr û bernameyên xwe bighêjîne gel da ku gel fêm bikin ev partî dê çi bike û neke.
Lê em hin kurdên bakurê Kurdistanê fêr bûna ku hema tiştên ne li gor min be, ne bi dilê min be bila tune be çêtir e. Em vê jî fêm nakin ku bi helwesteke weha em kevir li lingê xwe dixin, çongên xwe dişkênînin da ku em nikaribin birevin.
Divê em bi her hal û rewşê de piştgiriya partiyên ji bona doza Kurd û Kurdistanê kar û xebatê dikin, bikin. Divê em li dijî êrîşên bê manê ku têne ser wan, bê bersîv nehêlin lê rexnên xwe jî bikin.
Helbet kar, berpirsî û erkên partiyan ji yên me bêtir in. Niha bala xwe bidinê ku li tirkiyê û li bakurê kurdistanê ew partiyên bi navê xwe kurdistanî ne, dagirker dixwazin wan bigire.Çima?
Ji bona kurd fêrî bêjeya bi karanîna kurdistanê nebin, ev bêje çiqasî di nava kurdan de bê bi kar anîn, kurd jî wê ewqasî ji kurdistanê hez bikin, ji bona azadiya wê kar bikin. Mesele qedexekirina navê Kurdistanê ev e.
Dijmin tim mirov diceribîne, heger li dij vê helwesta dagirkeran, ya girtina partiyên bi navê xwe kurdistan in, bê dengî hebe, li hember girtina van partiyan çalakî tune bin wê gavê dijminê jî bi kêfa xwe hêdî hêdî û bêdeng wan bigire.
Çawa ku di zîndana Diyargekirê de hêdî hêdî û bi nermî dest bi êşkencan kirin û anîn merhaleya ku êdî nema tehamula wê dibû
Îro bakurê kurdistanê jî weka zîndana Diyarbekirê ye, li wir jî dagirker hêdî hêdî lê li gor daxwaza xwe dikxwazin hin tiştan pêk bînin. Loma jî berê helwesta xelkê fêr dibin dûre jî weke xwe dikin.
Heger girtina partiyên bi navê xwe Kurd û Kurdistanîne weha bê deng û çalakî be, wê bigirin û sibê wê hê bêtir xerebiyan bikin.
Ji ber vê divê berê endamên partiyan û kesên ji welatê xwe hez dikin dest bi çalakiyên çi li welêt û jî li derveyî welat bikin.
Ewqasî kurdên me ketina nava partiyên ewropayê û gelek ji wan bûna parlemen divê van canik û camêrana di nava partyên xwe de bê deng nemînin û vê rewşê bi partiyên xwe bidin qebûlkirin ku ev kiryareke ne mirovanî ye.
Divê kurd çi li ewropa çi jî li welêt bi awayekî girseyî dest bi çalakiyên demokratîk bikin, divê em bi gelemperî derkevin kolanan û bi dengekî berz vê helwesta tirkiyê ya dixwaze parityên bi nav xwe kurd û kurdistanê ne bigire, derkevin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.