Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!

Gelek nas û dost, heta dilsozên gelê xwe jî dibêjin; PKK û PYD ne yek in. Tim tînin zimên ku PYD welatparêz e, divê mirov alîkariya wê bike. Û ha ha halanan têde hildidin.

Bube Eser

04.07.2021, Paz | 10:12

Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!
Nêrîn Belav bike

Lê ya rastî ne ev e. Heger bê bîra we, dema PKK derket navê xwe bi kuştina welatparêz û li hember eşêrên bi tirkan re kar ne dikirin, bi şerê li hemberî wan destpê kir, belav kir û got; ”Vana li hember şoreşî asteng in”. Lê mixabin wê demê kesan ev fêm nekirin ku PKK dixwest bêje, vana li hemberî me asteng in. Yên li hemberî me divê ji holê rabe.

Bi vê yekê welatparêz li bakurê Kurdistanê nehiştin. Yên wan bi destên xwe kuştin yên wan bi saya xalanên xwe, dewleta dagirker ya tirk dane girtin û kuştiin. Yên ji ber zilma herduyan reviyan da ku canê xwe xilas bikin, li welatên ewropayê belav bûn.

Bi van kiryarên xwe PKK bakurê Kurdistanê vala kir, xelk ji ser erda wan mecbûrî koçberiyê kir. Lewra xelk ji bona nemirin, neyên kuştin, mal û erdên xwe hiştin berbi bajarên metropolên tirkan ve reviyan. Û ya rastî piraniya wan li wir neman, ango bûna tirk. Ji ber ku ji ziman û adetên xwe dûrketin…

Bi vê yekê dilê PKK rehet nebû, ji ber ku li gor daxwaza dagirkeran hê jî weke wan digot, Kurdistan vala ne bû bû. Xortên kurd jî li gor dilê wan hê nehatibûn kuştin

Çi kirin;

Bi saya kolana xendekan, ew derê hê baş vala ne bû bû, divê vala biba. Ew xortên ne bi pkk re bûn, lê welatparêz bûn, divê bihatana kuştin.

PKK ev jî kir û piştî wê feleketa kolana xendekan, her tişt êdî li gor dilê wan û xalanên wan meşî ya. Lê hê jî hin kurdan ev fêm nekirin û naxwazin bikin jî…

Jê û pê ve çi kirin?

Êdî PYD bi destê PKK û li gor alîkarî û agahdariya dagirkeran hate damezrandin da ku ew jî li rojavayê Kurdistanê weke bakur bikin û kirin.

Bala xwe bidinê derketandina PYD û navê xwe belavkirin bi despêka kuştina welatparêzin dest pê kirin. Weke PKK.

Piştî belavkirina navê xwe hêdî hêdî weke PKK kirin û êdî dest bi kuştina welatparêzan kir. Wan jî weke PKK çek û alîkarî ji dagirkeran digirtin.

Dûre xwestin rojavayê kurdistanê weke bakurê kurdistanê vala bikin û kirin. Wan ji derveyî vê ango ji bilî xwe tu hêz, tu qawetek din nexwestin. Hêz û tevgerên din jî qaşo ji bona şerê brakujiyê nebe, newêrîbûn vegerin û li hember wan şerê aman û nemanê bikin

Bi vê yekê rojavayê Kurdistanê bi saya dagirkerên ku alîkariya PKK PYD dikirin. PYD li rojavayê Kurdistanê kirin serdest û desthilat.

Projeya dagirkerên tirk ev bû ku bi saya PKK û PYD rojava jî vala bikin heta xwestin di lozana dudan de ku wê ji nûde sînor bêne destnîşankirin, wir bi ser tirkiyê de berdin. Yanî erda xwe zêdetir bikin.

Ji ber vê tirkan bi her rê û olaxan alîkariya PYD dikirin da ku daxwaza xwe bi destê PYD li rojavayê Kurdistanê bi cih bînin.

Dema PKK derket li bakurê kurdistanê û heta li perçên din jî piraniya kurdan digotin: PKK rêxistineke welatparêz e. Loma divê em alîariya wê bikin û kirin.

Bi can û malê xwe, bi alîkariyia madî û manewê alîkarê pêre kirin û kirin bela serê xwe. Loma jî niha kes newêrin li hember wan tiştekî bêjin.

Bi eynî taktîkê PYD jî xurtkirin, Wê her welatparêzek dikuştin kesên din digotin ew şoreşê dikin, vana normal e.

PYD jî weke PKK rojavayê Kurdistanê vala kirin, mal û canê xelkê ji wan girtin. Kesên welatpêrêz kuştin û hê jî dikujin.

Lê mixabin ez vê fêm nekim ku çawa hin hê jî dikarin pesnê PYD bidin û didin. Divê êdî wan kesana vê fêm bikin. kuştina welatparêzan ya ku bi destê PYD dibe, gelo li gor hesabê kê ye??? Helbet kuştin ne tiştekî xweş û rast e ya ku niha û berê jî PYD dikir. Lê wê xemê dixwim ku hê jî hin rewşenbîr, siysetmedar pesnê PYD didin.

Li gor wî/wan PYD rêxistineke welatparêz e û yên ku bikaribin rojavayê kurdistanê xilas bikin tenha ew in. Yanî PYD ya ku welatparêzan dikujin axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, li gor wan ya herî baş e.

Îcar em ê çi bikin?

Kurd ji dîroka xwe dersan nagirin. Kurd xwe nas nakin. Kurd zû dixapin û do jî pir bi rehetî ji bîr dikin.

Heger li bakurê Kurdistanê li hember PKK helwlesta welatparêzan yek ba, îro PYD bi rehetî dê nikarîbûn welatparêzan êşkence bikirana, bikuştinana û cenaze wan jî bidana malbata wan.

Ez vê helwesta wan şermezar nakim, ji ber ku ew jî weke PKK karê xwe dikin. Ez bêdengiya welatparêz û yên xwe demokrat dibînin û pesnê PYD didin, dikim.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2078 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:27:27

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x