Wê rojê min ”E mailek” ji hevalekî xwe ê bi salan e ku em hevalên hev in, girt. Di demekê de me di yek rêxistinê de jî bi hevre mil mil li hemberî dagirkeran kar û xebatên siyasî kiribûn. Di ”E maila” xwe de ev bra û hevalê min weha nivîsî bû.
-Kek Bûbê ez te ji salên 1970ê de dinasim, tu him siyasemedarekî li gor xwe û demê jêhatî û kêrhatî bû û tu him jî henekçiyakî zîrek bû. Hê jî ji wan henek û yariyên te, di bîra min dene. Ez bi salan e ku te dişopînin û dibînim ji wan henekên te ku em pê dikeniyan nema dibînim. Bi rastî tu di wî warî de jî jêhatî bû, gelo çima tu nema henekan dike an dinivîsîne?
Brayê hêja rast digot, ez yekî weha bûm. Di civîn, şev û şahiyan de her min henek ango pêkenîn digiton ku morala hevalan xurt bigirim. Di zîndana Diyarbekirê de jî her ez weha bûm. Li hember wan êşkenceyên hovane her min henek dikir ku bê moralî nekeve nava hevalan.
Lê çima niha êdî nikarim henek, yarî û pêkenan bikim, binivîsînim û bêjim? Helbet gelek sedemên vê hene. Yek ji rewşa welatê me ku niha ketiyê. Dido rewşa gelek mirovên me ku niha têdene êdî ji dilê min nayê ku henek û yariyan bikim.
Min xwest li vir bersîva brayê xwe ê hêja bidim û him jî min xwest hûn xwendevanên delal bizanibin ku çima êdî nikarim henekan bikim, pêkenînan bêjim ango binivîsînim.
Ji xwe rewşa Kurdistanê diyar e loma pêwîst nake ku vê bêjim. Ya din weke min gelek caran gotibû û ji we gelek jî dizanin ku min giranî daye karê nivîsandinê. Di van demên talî de romana min ya mijara wê Enfala 8000 Barzaniyan bû ku min di 7 salan de qedan, derket. Bi weşandina wê ez û bi xwendina wê jî ji we gelek kêfxweş in.
Vê romanê gelek nav bi saya piştgiriya hevalên min ê welêt da, baş jî hate belavkirin. Xwediyê weşanxaneya Şîtav hêja Qahir sax be hin ji min re jî şand. Min xwest hinan bifroşim da ku bi alîkariya weşanxanê ve rabim. LÊ….
Min soz dabû xwe ku pirtûkên xwe qet nefroşim. Heta niha heyşt û bi vê bû neh berhemên min. Ji ber ku dema mirov pirtûkê xwe difroşe, gelek caran rû bi rûyê heqaretan jî dibe. Lê min xwest alîkariya weşanxanê bikim da ku pirtûka min dudan a li ser enfalê jî bê weşandin. LÊ…
Min carekê rewşa du hevalan ji we li ser Facebookê nivîsî bû. Niha jî rewşek din jî bi we re parve bikim.
Hevalekî min rojekê telefon kir û got:
-Kek Bûbê bawer bike min gelekî dixwest beşdarî roja dananasîna pirtûka te bibama lê nebû. Ez kar dikim û hinekî ji te dûr im. Ka rojeke ji min re pirtûkekê bîne were ba min. Xwarinê nexwe, em bi hevre xwarinekê jî bixwin û hinekî sohbet bikin.
Ez jî fikirîm dibe ku rast dibêje, him wî kar dikir him jî cihê wî bi qedere saet û nivekê ji min dûr bû.Zêde dirêj nekim.
Min rojekê çend pirtûk xiste çentê xwe û berê xwe berbi cihê wî braderî vekir, me hev li Centrûma wan dît, camêr da pêşiya min, em çûne rasturantê me xwarinek xweş xwar, kahweyek vexwar, hinek sohbet kir û wî got:
-Kek Bûbê ka pirtûka min ji keram xwe re îmze bike. Min jî bi kêf pirtûk ji çende derxist û fikirîm ku him min xwarinek belaş xwar û him jî ez ê pirtûkekê bifroşim wî. Piştî min pirtûk îmze kir da wî. Wî rahişt lê mêze kir û got:
- Gelek spas keko, karê min heye ez diharim. Rahişt pirtûkê rabû ser xwe û got: De bi xatirê te. Meşiya çû û min jî dirêj dirêj li dû wî nerî û xwe bi xwe got: `Mal nexerab ez ewqasî rê hatim, te pirtûk girt û heqê xwarinê jî ji kîsê min çû, bi serde bi qasî sed kronê swêdî jî mesrefê benzînê çû. Erê wele çû û ew jî çûûûû.
Careke din li derekê bûm û min dît ku dîsa hevalekî min ê berê jî li wir rûniştiye, min pirtûk ji çendê xwe derxist îmze kir û dirêjî wir kir û got.
-Fermo keko ev jî ji bona te. Camêr got spas û hew….
Êvarekê wî hevalî ji min re nivîsî û got:
-Min dest bi xwendinê Barzan Digirî kir, piştî biqedînim ez ê malikê li te xerab bikim. Ez şaş mem, min got, mal xerabû ye, tiştê tu xerab bike nemaye. Wî Got:
-Henekan dikim, lê dema min qedand ez ê bixwazim hin dîtinên xwe li ser wê bêjim.
Piştî çend rojên din, wî braderî dîsa ji min re nivîsî û got.
-Bûbê min pirtûk qedand, te li ser wê nivîsiye roman, lê ev ne roman e. Heger ez li ser wê binivîsînim tê biêşe, loma min xwest niha vê ji te re bêjim. Min got:
-Bra tu çi binivîsîne ez naêşim. Ez hurmetkarê hemi rexneyên ku wê bêne me. Te çawa dît, çi rexnên te hebin binivîsîne ez ê kêfxweş bibim û bi soz ezê wan rexneyên te bi xwe belav bikim. Wî got.
-Erê lê ez binivîsînim tê biêşe, loma min xwest hema bi vê rêye ji te re bêjim.
Serê we neêşînim, min û wî me qederekê bi nivîskê munaqeşe kir. Her min xwest ew binivîsîne lê wî jî her nedixwest binivîsîne û ji bona nenivîsîne jî her munaqeşeyên xwe zêde dikir. Taliya talî ji min re got:
-Gelo tu dizane roman çi ye? Bivê pirsa wê êdî ez zêde qehirîm û min got.
-Erê roman, Barzan Digirî ye. Ez bawerim ew jî bi vê bersîvê aciz bû.
Mêrikê gundê ji bona xeteyek an jî mazeretekê li jina xwe bibînû çend sîlan lê bide, ji wê re got:
-Keçê dema tu êrd li mixilê dixe tu zêde qûna xwe dihejîne.
Çi dema Gardiyanên zîndana Diyarbekirê bixwestana li me yekî bide, berê li gor xwe kêmaniyeke me dît û têra xwe li me dide. Û digot:
-Ez bê şaşî û xeletî li kesekî nadim.
Îcar wî hevalê min î berê jî ji bona nivîsekê li ser romana min ya bi navê Barzan Digirî ku min diyarî wî kiribû nenivîsîne hezar û yek tişt ji bona min anî.
De ka mirovê çawa êdî henekan, pêkenînan û yariyan bike.
Dev ji vê berdin carna hin weha dilê mirov li nivîsandinê sar dikin ku mirov carna ji berhemên xwe fedî dike. Lê ez êdî vê jî fêr bûme. Kî/ê çi bêjin jî ez ê her karê xwe bikim. Hêvîdarim heta çend salan çend berhemên din pêşkêşî we bikim.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.