Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?

Ez meselê dirêj nekim û vegerim mijara xwe ya ku wê di sala 2019an de hilbijartina şaredariyan li tirkî û bakurê kurdistanê pêk bê. Di vir de divê helwesta partiyên me dê çi be û divê çi bikin?

Bube Eser

16.12.2018, Paz | 10:26

Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?
Nêrîn Belav bike

Ez êdî bi xwe gihiştim wê baweriyê ku tu derd, êş û merama partiyên me yên bakurê kurdistanê ji bona weke hêzek neteweyî ya kurd û Kurdistaniyan bi serkeve tune ye..

Tuneye dibêjim û dibe ku ev hinekî giran jî be, lê dîsa dibêjim tune ye. Heger heba wê van partiyên me li gel hev bi hevre helwesteke neteweyî danîna.

Ev zêdeyê çel salan ku hin ji van partiyên me qaşo karên ji bona kurd û kurdistanê dikin, nivîs û gotinên wan di vê derbarê de ye. Lê kiryarên wan, daxwazên wan yên pratîk ji vê dûr e.

Ji bona me kurdan ya girîng ew e ku kî çi dike ye. Ne ku kî çi dibêje. Gotin êdî têra gelê me nake. Ji ber ku rewşa îro ji gotinê derbas bûye.

Bi rastî jî partiyên me yên bakurê kurdistanê neteweyî bûna wê helwest, kiryar û bûyerên wan jî hemî li ser vê xetê pêk bihatana. Lê…

Lê em dibînin, dixwînin û dibihîzên ku van partiyên me xwe û hevalbendên xwe ji bona berjewendiyên partî û şexsan diwestînin û bi salan e ku ji ber vê helwesta wan ya şaş bi sernakevin.

Di her hilbijartineke ku li tirkiyê û li bakurê kurdistanê de partiyên me jî dixwazin xwe rê bidin, çend civîn û hevkariyên ne li ser asasê neteweyî bi hevre dikin, lê hemî jî bê encam dimîne.

Di nava ewqas zehmetiyan de karên dikin yek jî encama xwe tune ye. Karê bê encam jî weke dara bê fêkî ye. Ya rastî xwe, hevalbendên xwe, nas û dostên xwe jî gelekî diwestînin, bi pereyekê zêde mesrefeke bê fêde dikin.

Em dibêjin û dinivîsînin lê tu fêda wê tune ye. Ji ber ku partiyên me nivîskar û rewşenbîrên xwe guhdarî nakin , ew hê jî tenha hevalbendên xwe guhdarî dikin. Ji bona wan hevalbendekî wan çiqasî xerab jî be, ji kesekî zana jîr û têgihiştî ku ne hevalê wan e, baştir û bi qîmetir e.

Ev yeka jî ji me re dide zanîn ku partiyên me hê ji xeta neteweyî dûr û nêzîkî xeta partiyên xwe ne. Ji neteweyî bêtir şexsî difikirin.

Lê em vê jî baş dizanin ku heta parityeke neteweyî nefikire, biryar, kiryar û helwesta wê ne neteweyî be ew ê jî bi sernekeve. Ka binêrin hin partî zêde yî çel salan e qaşo karê kurdewarî dikin, lê di van salan de heta niha ji bona kurdan tu destkevtin bi ser nexistine.

Ez meselê dirêj nekim û vegerim mijara xwe ya ku wê di sala 2019an de hilbijartina şaredariyan li tirkî û bakurê kurdistanê pêk bê. Di vir de divê helwesta partiyên me dê çi be û divê çi bikin?

Ez bi xwe ne bawerim ku wê tu helwesteke neteweyî bi hevre bigirin, lê dîsa ez ê nerîn û pêşniyara xwe bêjim:

Yekem divê hemî an piraniyan parityên me zûtirîn demê hevkariyeke xurt an eniyekê neteweyî damezrînin. Di xebateke weha de divê xwe ji HDP dûr bigirin…

Piştî vê jî divê ew li kesên jîr, zana û kêrhatî bigerin wan bibînin û bikin namzetê şaredariyan. Ne ku dîsa tenê li hevalbendên xwe bigerin û wan bikin namzet. Helbet ev jî heqê wan e, lê bi salan e ev helwest bi serneketiye loma divê vê biguherin.

Dudo; li kîjan bajarî dixwazin namzetên xwe dînin, dibê li ser kesayetekî/e weha rawestin ku ew ji wî bajarî be û ji alî piraniya xelkê wir ve bê nasîn zanîn û hezkirin.

Sisê; heger partiyên me dixwazin vê carê fêkiyê wê dara ku wan bi salan çandine bixwin, divê vê bikin da ku êdî xelk jî baweriya xwe bi wan bîne.

Gotina min talî jî ev e: Heger partiyên me dixwazin bibin dengê gelê xwe, bibin nûnerê welatê xwe, bibin hebûna mirovên xwe, divê li bajarê Diyarbekirê Mehdî Zana yê ku gelek bedel daye û xwedî tecrubeya şaradariyê ye bikin namzetên xwe.

Çima Mehdî Zana?

Ji ber ku camêr gelek bedel daye, gelek tade û êşkence dîtiye, desthilatiya tirkan û hevalbendên dagirkeran yên kurd jî, ji wî hez nakin û wî naxwazin. Loma divê partiyên me jî wî bikin namzet û ji bona bi serketina wî kar û xebatê bikin.

Heger di kar û xebateke weha de brêz Mehdî Zana bi ser ket ev ê bibe serketina wan partî û rêxisitnên me yên ew kirin namzet û piştgirya wî kirine.

Armanca partiyên me divê bi rêvebiriya wan serketina gelê me be. Serketineke weha dibe ya wan bi xwe û evê êdî bibe adet.

Heger li her bajarekî namzetekî/ê ku xelkê wir jê hez dikin destnîşan bikin, ev ê bibe serketineke giştî ya gel û wan partiyên me.

Rastî agir e, loma kes newêrin zû bi zû xwe nêzîkî wî agirî bikin. Lê Bûbê Eser bi salan e di nava vî agirî de dişewite…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2654 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:20:12

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x