Ji bona em bikaribin vê pirsê bibersivînin, divê em hinekî li dîroka gelê Kurd ya her çar perçan vegerin da ku bikaribin bersiveke rast û durust bidin an bibînin.
Pistî damezrandina komara tirkiyê û li gor peymana Lozanê(1923) ya perçekirina Kurdistanê anî bû. Kurdên ji welatê xwe hez dikarin jî, kesên biyanî weke desthilata xwe qebûl nekirin, li hember vê bêdeng neman, şer û pevçûn bê westan hatin kirin.
Helbet nebêdengiya Kurdan, şer û pevçûnên wan ya li hember dagirkeran qet ranewestiya, şer û pevçûn li ser erdanigara Kurdistan her hebû, xwîna gelê Kurd weke cemê Firat û Dicleyê herikî û diherikî.
Serîhildan û berxwedanên Kurdên dilsozên gelê xwe, li bakur Kurdistanê heta sala 1938an şerê azadiya xwe domandin. Serîhildan û berxwedanên Kurdên bakur heta wê demê bi wêraniyeke mezin, bi kuştin û malxerabiyên mezin dawî lê hat. Ango Kurdan wenda kirin.
Piştî wendakirinê jî Kurd ji hev hatin perçekirin û belavkirin. Heçê bêhna kurdî ji wan dihatin surgunî ango koçberî nava bajarên tirkan kirin da ku li wir wan asîmle û entegreyê tirkbûnê bikin.
Piştî têkçûna şoreşa Dersimê, êdî kurdan li bakurê Kurdistanê bi temamî wanda kirin. Bê deng man. Karbidestên tirk jî bi hemî awayî zulm û zordariya xwe domand. Bi vê jî hema bêjin êdî kurd hatibûn teslîmkirin. Konê bêdengî û bêhêvihê girtibû ser Kurdistanê.
Şerê li başûrê Kurdistanê û bi serpereştiya Barzaniyan heta sala 1945 bê westan domand. Lê dagirkerên Iraqê jî bi alîkariya dewletên mezin bi heman şêwayê li dij tevgera Barzaniyan û serîhildana li dij dagirkeran bûne yek.
Ji bona Kurd bi temamî neqedin, Barzanî mecbûr man da ku gelê xwe ji wêranî û qirkirineke mezintir biparêze, li gel malbat û pêşmêrgeyên xwe, berê xwe berbi rojhilata Kurdistanê vekirin.
Dema Barzaniyê mezin li rohilata Kurdistanê bû, dît ku bi serpereştiya PDK û bi serokatiya Qazî Muhamed, tevgera azadîxwaz li hember desthilatê şerê azadiya gel dide. Bi vê kêfxweş bû û bi hemî îmkan û hêza xwe bi alîkariya brayê xwe ve rabû.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.