Jiyan, Tekoşîn û berxwedanên Barzaniyan ya ji bona azadiya kurdistanê li ber çavan e. Loma niha naxwazim behsa vê bikim. Lê divê gelê Kurd sê şoreşên brêz Mesud Barzanî ji bîr nekin.
1- Dema serokkomarê kurdistanê brêz Mesud Barzanî li gel Şivan Perwer çûbû bakurê kurdistanê, bi wê çûyina xwe wî şoreşek li bakurê kurdistan û li tirkiyê pêk anî bû. Ji wê rojê û pêde navê kurdistanê êdî li tirkî yê ne qedexebû ango qedexebûna li ser navê kurdistanê hate hilanîn. Ji wê rojê pê de êdî di hemî tv tirkan û tirkan bi xwe jî digot: Kurdistan.Li gor min ev şoreşeke mezin bû ku hatibû kirin. Lê xuya ye herkesan ev weha fêm nekiribûn. Fêm nekiribûn ku navê kurdistanê çawa weha li bakurê kurdistanê û li tirkiyê ye bi azad dihat gotin.
2- Dîsa dema careke din serokkomarê kurdistanê brêz Mesud Barzanî çû bû Tirkiyê wê demê jî li balafirgeha Ataturkê bi awayekî fermo ala kurdistanê hatibû hilkişandin û li gel ala tirkan li ba diket. Vê ji me re dida zanîn ku êdî tirkan kurd, navê kurdistanê û ala wan qebûl kirine. Xuya ye ev jî zêde nehat fêm kirinê bê ev şoreş çawa pêk hatibû
3- Şoreşa din ya mezin ku brêz serokkomarê Kurdistanê Mesud Barzanî pêk anî bû, ew jî Referandûm ango rapersîna 25 îlona 2017an de bû. Vê biryarê weke rakirina bêdengiya li seran serê kurdistanê heta şoreşa îlonê (1947-1961), kir. Vê rapersînê piştî Mehabadê Kurd kir xwedî îradeya dewleta kurdî. Vê rapersînê weha kir ku kurd ji nûde zîndî bûn, wan ji nû de ruh girt û mirov dikare bêje ku ji nûde û bêtir li kurdbûna xwe hay bûn ango ew ruhiyet girtin.
Ji bona kurd vê rapersînê bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe wî dengê azadî û dewletbûnê guhdarî bikin ji seranserê cihanê û ji hersê perçên din bi hezaran kurd wê rojê li wir amade bûn. Kêf û şahiyên xwe yên ji bona qebûlkirina dewleta xwe li gel hev pîroz kirin.
Êdî tenê dengê azadiyê û pesindayîna brêz Mesud Barzanî diket guhên me re. Kesên berê jê hez nedikirn jî êdî bû bûn alîgir ango piştgirî wî ya vê helwesta wî ya Kurdistanî.
Lê dinya weha ye, tê digotin; ” Barê ketî Hevalên wî tune ye” Niha rewş bi saya hin kurdan xerab ket. Ne tenê ew kesên hinekî li xwe vegeriyabûn û bû bûn alîgir piştgirê helwesta brêz, nihe wana û hinên din jî hemî bi yek carê bûne dijminê wî û ha ha her yek li cihê xwe, her yek li mala xwe, her yek li ser karê xwe, dibêjin û dibîlînin, dinivîsînin. Bê ew rapersîn çiqasî bi zerar bû Mesud Barzanî pêk anî”. Ji yên berê de dijminayetiya wî dikirin jî, niha bi dev û zirnê li kolananin.
Niha di civateke weha de tu nikare reş û sipî ji hev veqetîne, di civateke weha de tu nikare bi aqilmendî bifikire. Ji ber di civatên bi salan sal bindest mabin, maf û heqê wan ji wan hatibe girtin, zehmete ku bi aramî û aqilmendî bikaribin bifikirin.
Ev rewş di nava rewşenbîrên wan de jî ne kêm e. Ev rewş di nava siyasetmedar û partiyên wan de jî ne hindik e.
Ji ber di civatên nexweş de tu nikare fikrên saxlem derxe. Di civatên nexweş de tu nikare bi rehetî siyaseteke li gor berjewendiya gelê xwe bike. Di civatên nexweş de zehmete ku kar bi durustî, helwest bi rastî û bûyer bi aqilmendî bibin
Niha em kurd jî di vê pêvajoyê de derbas dibin. Tu dibîne ew dengê xweş û berz ê dema rapersînê îro bûye dengê teslîmbûn, reşkirin û li dij hebûna hev. Çima?
Ji ber di civatên nexweş de ev ango vana normal e. Aramî û bi sebir guhdarîkirin, bi aqilmendî nivîs û gotin hema hema nemaye.
Ji xwe ez behsa yên kêfçî ku tim li bendê bûn ku hema brêz Barzanî şaşiyekê bike da ku rahêjin daholên xwe û lê bidin.
Li di wan hersê kiryarên xwe de jî brêz Barzanî ne ku şaşî kirî ye, wî şoreş kir û berhemên van şoreşan em ê bi hevre bibînin û me wextekê dîtin jî.
Li van êrîşên talî li ser başûrê kurdistanê binêrin, binerin û bibînin bê li pirçên din dagirkerên me ketin çi rewş û halî. Ne tenê kêf û şahî dikin, her weha roj bi roj wê êdî qedexeyan bîne ser wan tiştên bi saya seroşên brêz Barzanî bi dest me kurdan ketibû.
Heger rewşa başûrê kurdistanê demek dirêj (ku ez bawer nakim) weha bidome hûnê bi çavên xwe bibînin bê wê çi tofan were ser perçên din. Loma ez dibêjim:
Piştgiriya başûrê kurdistanê û parastina wan destketiyan ji ber vê ye. Erkekî neteweyî û mafê xwezayî ye. Heger başûr têk here (ku ne bawerim) hûn bizanibin êdî li perçên din jî em ê nikaribin bi rehetî bêjin em kurd in.
Niha li seranserê Kurdistan ango li her çar perçan kurd bûne du beş, yek gelekî kêfxweş e ku kurdistana başûr ketiye vê rewşê. Beşê din jî eksê vê gelekî xemgînin.
Lê xemgînî têr nake divê em çalak bin, bi çalakiyên xwe yên demokratîk divê em dinyê bêhejînin. Divê em wî dengê serxwebûn bêtir belav bikin û li gor helwest û biryarên serokkomarê kurdistanê brêz Mesud Barzanî tevbigerin.
Heger me kurdan ev kir em ê jî weke hemî neteweyan bibin xwedî dewleta xwe û kurdistaneke serbixwe. Ya girîng divê em serokê xwe bi tenê nehêlin û di hemî çalakiyên xwe yên demokratîk bi navê wî pêk bînin. Bînin da ku cîhan jî bila bizanibin ku ew ne bi tenê ye. Divê kesek bê hêvî nebe. Bê hêvîtî mirin e. Maf weha tê bi destxistin.
Divê em jî bîr nekin ku ji bona li rojhilata kurdistanê kurd bi temamî qir nebin, welat bi carekê wêran nebe, Pêşewa Qazî Mihemed, dizanî bû wê bê kuştan an bê darvekirin jî xwe rastî dijmin kir.
Ji bona gelê kurd bi temamî wenda neke û bê hêvî nebe, Barzaniyê mezin li gel pêşmêrgeyên xwe 11 salan li xerîbî yê jiyaneke gelek nexweş jiyan.
Niha jî tê texmînkirin ku ji bona serxwebûna kurdistanê têk nere brêz Mesud Barzanî dikare dest ji karê xwe bikşîne ango dev ji erkê xwe berde. Lê divê em xwedî li wî derkevin û wî bi tenê nehêlin... Êdî hûn dizanin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.