Em qesta em min xortên salên 1960-80 ye. Dema me dest avêt doza azadî û serxwebûna gelê xwe, em him ciwan ango xort bûn, him bê tecrûbe bûn, him jî hinan bi zanetî xwestin ku em bi dû çepên tirkan de herin.
Ji ber vê di destpêka salên 60î de çend xwendevanên kurdan li metropolên tirkan dest bi xwendina bilind kirin û van xwendevanana ji çepê tirkan dersa xwe ya ewil girtin ku ew jî li gor îdeolojiya sosyalîzmê bû.
Berî sosyalîzmê jî oldarên tirkan bav û bapîrên me bi rêya îslamê xepandibûn. Li gor wê olê hemî mafên kurdan binpêkirin. Dem hatibû ku êdî ev hate zanî ku olê ji bona bindestkirin û tunekirina kurdan bi kar dianîn û tînin. Loma karbidestên tirkan vê carê xapandina ciwanên kurd û pêşverûyên wan di rêya sosyalîzmê de dîtin.
Çend zanên xwe kirin pêşevan û ketin nav xortên kurdan êdî ew heta demekê bi vê îdelojiyê xapandin. Loma dihat gotin ku çi dema sosyalîzm bihate herkes digihiştin mafê xwe, wekhevî, aramî û rehetî dê pêk bihata. Lewra jî divê herkesên pêşverû, demokrat û sosyalîst ji bona ew îdelojî bi serkeve erkê jê dihat xwestinê, bikirana.
Yên me jî weha destpêkirin, bawerî bi sosyalîzmê anîn û bawer dikirin ku bi hatine wê dê kurd jî azad bibin. Lê weha derneket. Dûre çi bû?
Wê îdelojiyê nehişt ku em mezinên xwe nas bikin. Ne xwest ku em dîroka xwe binasin li gel wê yekê bûn ku em orf û adetên xwe ji bîr bikin û fêrî zimsnê xwe nebin. Di destpêkê de weha bû ango weke wan dixwest bû û ev jî li gor kêfa wan bû.Lê…
Lê em û çepên tirkan di dawiya salên 70 de bi awayekî tund ketin qiraka hev ku mesele me kurdan ne sosyalîzm e, kêşeya me ew e ku divê em berê doza gelê xwe ya neteweyî çareser bikin. Ji ber wê jî divê em weke kurd bi serê xwe rêxistinên xwe damezrînin. Ev li hesabê çepê tirkan ne dihat û nayê.
Lê çepên tirkan yên wê demê ku niha û berê jî hemî Kemalîstên bi înad bûn ku nedixwestin em weha bifikirin. Ne dixwest ku em bi serê xwe partiyên xwe damezrînin. Ji ber ku wan jî baş dizanîbûn dema me partiyên xwe damezirand, evê me bibe heta Kurdistaneke serbixwe.
Zêde vê dirêj nekim. Kêm zêde hema herkes wê rewşê dizanin an fêr bûne. Lê em di warê avakirina partiyên xwe de bi serketin û me dest bi avakirina rêxistinên xwe kirin. Lê me ji wê demê û heta niha jî zimanê xwe roj bi roj wenda kir û dikin.
Em bi vê helwest û biryarê bi ser jî ketin. Bi saya damezrandina partî û rêxistinên xwe me hinekî dev ji sosyalîzmê berda û bi meselaya xwe neteweyî mijûl bûn. Vê mijûlbûnê em roj bi roj nêzîkê mesele me ya netewî kir.
Êdî piraniya rêxistin û partiyên kurdan bi awayekî girseyî ketin ser rêya neteweyî û ji bona doza gelê xwe ya rewa bêtir xebat kirin. Lê çi mixabin ew fikir û ramanên sosyalîzmê di serê gelek rêvebiran da her ma…
Dagirkerên me yên tirk bi vê xebat, cahd û çalakiyên me xortên kurdan ketin nava tirsê, xwestin pêşî lê bigire. Lewra jî darbeya leşkerî di 12 îlona 1980ê de pêk anîn. Bi vê pêkanînê, rêxistin, partî û tevgara kurd ji hev xistin û hêjî gelek hê ne hatine ser heşên xwe…
Gelek rêber û serok girtin xistin zîndanên xwe, hin reviyan bi çol û çepelan ketin, hin di zîndanan de man, hin bûne cangorî ûhwd. Ev jî tê zanîn loma naxwazim vê jî dirêj bikim.
Em li ku sekinîn?
Piştî wê derbeya leşkerê ku agir berra kurdistanê dabûn û pêşevanên wê, xortên bi armanca kurdistanê azad bikin jî piraniya wan ji bona nayên girtin, reviyan. Lewra dijmin li gel hevkarên xwe û li gor xwe kurdistan wêran û xerab kirin.
Ji ber xezeba 12 îlona 1980ê rêber, serok û kadirên (kadro) reviyabûn sûrî an rojhilata navîn. Lê li wir êdî bi hev ketin. Hev bêtir nasîn û dîtin ku hinên ne hêja ne lê bûna berpirs, dîtin. Bi vê helwest û tevgerê hema bêjin rêxistin jî nehiştin.
Dûre hemiyan rêya xwe di çûyina ewropa de dîtin. Ji ber bê plan û projebûn, li ewropa jî ketin nava çend hewldanan lê bi serneketin. Piraniya partî û rêxistinan ya neman ya jî hin weke nav man.
Me bi kiryar û bûyerên xwe ezmûneke ango îmtihaneke baş neda, êdî em li ewropa sekînin. Gelek ji wan qadirên me êdî dest avêtin karê ziman û nivîskariyê. Ev jî helwesteke baş bû, hin ji wan di vê rêyêde jî bi serketin. Lê welat ji ber bê rêxistinî dinaliya û di bin potînin leşkerên dagirkeran de dipeçikî.
Em bi ku de diharin?
Mesele dûr û dirêj e. Nivîsandin, şirove û bi berxistina wê bi serê xwe wê çend pirtûkan dagire. Loma min xwest vê rewşê bi kurtasî bînim zimên.
Piştî rewş li tirkiyê û bakurê kurdistanê zelal bû, hinan ji me berê xwe dane bakurê kurdistanê û tirkiyê da ku karê rêxistinî bikin. Çûn lê ew jî bi ser neketin.
Bi ser neketin lê nebiserketina xwe qebûl nekirin. Her hinan xwestin partiyên nû damezrînin weha jî kirin û dîsa ew bûne, serok û rêvebirên partiya xwe.
Hinan jî xwestin partiya xwe ya berê bi navê berê çalak bikin û kirin, lê çi mixabin wan jî dest ji rêvebiriyê bernedan. Her ew bûne rêvebir û serok.
Qet nehat bîra wan ku bi salan li ewropa mane, şert û mercên welêt guherî ye. Her weke xwe kirin. Xort ango ciwan û jin çalak nekirin partî û rêxistin mane ji kesên por spî ku demek derêj ji welatê xwe dûr mabûn.
Camêran xwestin karên baş bikin lê dîsa fêm nekirin ku bi fikrên kevn, bi dîtinên berê êdî karê partiyan, piştî ewqasî salan li bakurê kurdistanê nameşe.
Helbet van por sipiyên me di demên xwe de karê baş kiribûn, xebatên hêja pêk anîbûn. Lê van camêrana tê negihiştin û nagihêjin ku dem û dewran guherîye. Kar û xebat nema bi kesên por sipî tê meşandin.
Çareserî:
Tenha çareserî ew e ku divê rêvebirên me piraniya wan ji ciwanan ango ji qîz û xortan pêk bê,
Ji ber vê ez dibêjim; heta ew por sipiyên me rêvebir û serok bin, heta komîteyên hene di serokatiya wan û di rêvebiriyan wan por sipiyan de bin, wê halê me jî weke hilbijartina sala 2019an be.
Ji bona li bakurê kurdistanê rêya siyaseta nûjen, pak û delal vebe, pêwîst e hemî por sipî xwe ji rêvebirtiyê û serokatiyan vekşînin. Ciwan û jinan bixin pêş û ew jî weke rîhsipiyan bibin şêwirmendên wan.
Tecrube û zanyariyên xwe bi wan re parve bikin, erkê ket ser milên wan pêk bînin. Tenha rêya azadiya bakurê kurdistanê ev e. Êdî hûn dizanin. Ya hûnê vê bikin ya jî di rûpelên dîrokê de hunê bi gunehên mezin bêne darizandinê.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.