Hin ji rewşenbîrên me yên bakurê Kurdistanê dibêjin; "Ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim." Ez nikarim zimanê akademîk bi kar bînim. Dema ez bi tirkî dinivîsînim bêtir têne xwendinê".
Aha kerem bikin ma ev ne malwêraniya herî xerab e, lê çi ye? Dema tu zimanê xwe bi kar neynê, wê ziman çawa ji mirinê xilas be û berfireh bibe.
Dema bi tirkî dinivîsîne tu dizane ku tu zimanê xwe bi destê xwe dikuje. Tu pir bi rehetî vê dibîne, lê dîsa jî li xwe, li zimanê xwe venagere. Gelo ev tê çi watayê?
Gelo zimanê akedemîk çiye? min hê jî fêm nekiriye. Kî/ê çawa dipeyivin weha binivîsînin. Ji bona hûn bi kurdî nenivîsnin hinan bi zanetî ango rewşenbîrên akedemîk ev avêtiye ortê da ku hin bi zimanê xwe nenivîsînin.
Bila haya we jê hebe ku hûn bi destê xwe zimanê xwe dikujin. Yên zimanê me û zimanê xwe asimle dikin, hûn bi xwe ne. Loma divê hûn dev ji wê û wî berdin, li xwe û li zimanê xwe vegerin. Zimanê te hebûna te ye. Ma tu dizane ku tu bi tunekirina zimanê xwe, xwe jî tune dike?
Li kîjan welatî, li ku derê cîhanê, welatên bindest, kolonî bi zimanê biyaniyan ango bi yê serdest xwe bi kar anîne û xwestine bi wî zimanî welatê xwe azad bikin, hatiye dîtin? TUNE YE
Heger bê bîra we; di salên heftê de ku îdeolojiya sosyalîzmê li pêş bû. Çepên tirkan çi digotin? Digot in; "dema me tirkiye bi rêya sosyalîzmê azad kir, ji xwe Kurdistan jî azad dibe, loma ne hewce ye ku kurd bi serê xwe, rêxistina xwe damezrînin û bi rêya wê kar bikin". Û bi salan li ser vî asasî kurd xapandin.
Niha jî zimanê ango kurdiya akedemîk avêtine mazatê ji bona kurd zimanê xwe bi kar neynin. Dema tu dibêje; bra tu çima zimanê xwe bi kar neyne? Dibêji, "ez nikarim bi zimanê akedemîk binivîsînim".
Lê tiştê ez dizanim zimanê nivîsînê zimanê ku tu wî bi kar tîne ye. Zimanê nivîsînê zimanê ku dayika te bi wî qise dike ye. Zimanê nivîsînê zimanê gundiyên te pê qise dikin e. Zimanê nivîsînê ew zimanê ku şivan û gavanên me ku qet bi tirkî nizanin, ew bi xwe ye.
Îcar heger em dixwazin zimanê xwe ji mirinê azad bikin, heger em dixwazin zimanê me berfireh bibe û bibe zimanê rojane û nivîsînê. Divê rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedarên me dev ji tirkî û zimanê akedemîk berdin. Rojekê berî rojekê li zimanê xwe vegerin.
Heger hê jî hin bi înad dixwazin zimanê tirkî bi kar bînin, divê vê baş bizanibin ku wê roj bê ewên nikaribin ji bin vê gunehkariyî xwe xilas bikin. Ji ber ew bi xwe qetlê dikin, yanî zimanê xwe qetil dike û yê dijminê xwe bi parastin û bi karanîna wî berfirehtir dike.
Divê em baş bizanibin, cezayê qetilkirinê gelekî giran e. Ez naxwazim nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên me bi vî cezayî derkevin hemberî dadgêr û bêjin rast e, ez qatil im. Ez qatilê zimanê xwe me..
Baş dizanim ku gelekan û ez jî tê de, me li ser vê mijarê bi dehan caran nivîsiye, lê em çi dikin û nakin kes û kesayetiyên me, rewşenbîr û siyasetmedarên me nikarin an naxwazin dev ji zimanê dagirkerên xwe berdin.
Em bêjin sibê bakurê Kurdistan azad bû, ew kesên dibêjin, "Ez bi kurdî nikarim xwe îfade bikim û nikarim bi zimanê akedemîk binivîsînim" wê çawa bikin?
Wê di Kurdistaneke azad û serbixwe de hê jî zimanê tirkî bi karbînin gelo????
Ya jî ji bona nikare xwe îfade bikin wê li tirkiyê bimînin da ku nivîsên wan î bi tirkî bêtir bêne xwendinê????
Divê ev jî neyê ji bîr kirin ku ew kesên ji zimanê dagirkerên xwe hez bikin, dê nikaribin tekoşîneke rast û bi wêrekî li hember dagirkerên xwe jî bidin. Ev ewqasî zelal e...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.