Çima Barzanî û dîsa Barzanî?

Di tevgerên her çar perçên kurdistanê de tu kes û rêxistinan weke Barzaniyan dost û dijminê xwe nasnekirine. Lewra jî wan tim li ser vî asasî bi naskirina dost û dijmanên xwe karê xwe heta niha meşandine û wê ji niha û pêde jî bidomînin.

Bube Eser

23.05.2022, Pts | 15:09

Çima Barzanî û dîsa Barzanî?
Nêrîn Belav bike

Dema em li tevgera azadêxwaz ya Barzaniyan dinerin, dixwînin û dibînin ku ji bona berdewamiya şoreşa Kurdistanê tim di nava hewldanan de bûne. Ji bona keda wan, tekoşîn, berxwedan û serîhildanên wan yên li hember dagirkeran têk nere tim bi hazirî, aramî û bi aqilane tevgeriya ne.

Di tevgerên her çar perçên kurdistanê de tu kes û rêxistinan weke Barzaniyan dost û dijminê xwe nasnekirine. Lewra jî wan tim li ser vî asasî bi naskirina dost û dijmanên xwe karê xwe heta niha meşandine û wê ji niha û pêde jî bidomînin.

Min xwest bêjim ku divê kurd bi tevger û partiyên xwe, bi dehan caran dîroka Barzaniya bixwînin û bibîne bê wan çawa heta roja îro dev ji tekoşîna azadiya Kurdistanê bernedane û çawa Kurd li Başûrê Kurdistanê kirin xwedî federe ku sibê ew ê bibe dewleteke serbixwe jî.

Dema Barzaniyan dest bi şerê azadiya kurdistanê kirin, her li ser wî asasî ku bikaribin dost û dijminan ji hev veqetînin û dê çawa bikin da ku tekoşîn, berxwedan û serîhildana wan bi temamî têk nere.

Piştî salên 1900 tevger û revebiriya wan tim bi du kes û kesayetiyan hatiye bi rêvebirinê. Di dema xwe de nemiran Şêx Ehmed û Mistefa Barzanî bûn ku ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê tevger bi rêve dibirin.

Di nava wê tevgerê de wan her kar û xebata ku rojekê ew koç bikin dê kî wê şûna wan bigere da ku tevger têk nere. Loma jî bi hazirî û nasîna Barzaniyê nemir her wî du kes destnîşan kiribû ku piştî wî dê ewên tevgerê bi rêve bibin.

Her weha jî bû û du kes, du kesayetiyên ku wê sibêrojê şûna wî bigirtana destnîşan kiribû. Yek ji wan nemir Îdrîs Barzanî û ê din jî rêzdar Mesud Barzanî bûn. Lewra piştî kockirina nemir Barzanî, tevger û berxwedana miletê kurd ya bi serpereştiya Barzaniyan nesekinî li xwe ne heyirîn û rêzdar Mesud Barzanî kirin serokê partiyê û rêvebirê tevgera azadîxwaz

Lê her çiqasî rêzdar serok jî bû, tim ew û nemir Îdrîs Barzanî li gel hev û bi yek biryarê karê xwe dimeşandin. Piştî koçkirina nemir Îdrîs Barzanî. Êdî barê giran mabû li ser pişta rêzdar Mesud Barzanî ku ew jî kesayetiyekî bi helwest û gotinên xwe bû ye kesayetiyekî navneteweyî.

Her Barzaniyan hazirî kirin ku piştî rêzdar Mesud Barzanî jî valahiya di tevgera azadîxwaz û serxwebûnxwaza ya gelê kurd de nebe, Wan di nava xwe de vê carê jî rêzdar Nêcîrvan û Mesrûr Barzanî hazir kirin ku partî û tevgera wan ya têk nere.

Ji ber ku Barzaniya dîroka xwe û ya gelê kurd baş dizanin û dizanin çi dema serokatiya gelê kurd têk çû ye, tevgera azadîxwaz nemaye. Loma ji bona gelê kurd bê serokatî nemîne û tevgerên wan têk nere, wan ji roja ewil de ev yeka dizanîbûn û li gor wê jî bi hazirî karê xwe mesandine û didomînin.

Lê niha em bala xwe didinê ku Barzaniyan her ev yeka kirine û dikin. Loma jî ked, berxwedan û serîhildanên wan bi avê de ne çû îro em kurd li başûrê kurdistanê kirine xwedî dewleteke Federe.

Barzanî dizanin ku ji bona kurdistaneke serbixwe wê dem û wext zêde be, loma hê jî karê xwe yên bikaribin li dû herdu rêzdaran bidomîne ji niha de haziriya xwe dikin. Ji ber vê jî ji niha de ew hêja Îdrîs Niçîrvan Barzanî û Arîn Mesrûr Barzanî, hazir dikin ku sibê kurd û partî bê serok nemînin.

Gelo di kîjan tevger û partiyên bakurê Kurdistanê de ev sîstem heye? Tune ye ji ber ku piştî 1980î êdî mirov û zarokên serokên tevgerên bakurê kurdistanê bi xwe jî ne li gel bavê xwe ne. Dema tu nikaribe zarokên xwe bixe nava karê siyasî gelo tê çawa bikaribe zarokên xelkê ji wan bixwazî? Baş tê zanîn ku bê ciwanan, tu welat nikare azadiya xwe bi dest bixe. Her çiqasî ev tê zanîn jî lê yên me, zarokên xwe dûr û xwe jî weke nûr dixin nava partî û tevgerên bakurê kurdistanê. Ew jî û em jî dizanin ku tenê bi salmezinan tu welat nikare azadiya xwe bi dest bixe.

Bi vê munasebetê ez 60 saliya pêşmergebûna serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî pîroz dikim û ji wî re temenekî dirêj dixwazim. Bi hêviya ku ew ê serxwebûna Kurdistanê weke mizgineke bide gelê xwe.


Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1670 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:56:47

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x