Îro tam wexta wê ye em hemî ji bona parastina rojavayê kurdistanê bibin yek.
Divê kurdê li ewropa ji marketên tirkan û malê tirkan êdî tiştan nekirin. Tam wexte ku kurd êdî dev ji zimanê dagirkeran, adet û bratiya wan berdin
Heta dijminatiya nava kurd û tirkan zelal nebe û heta hin bratiya gelan biparêze em ê jî tim di vî halî de binalin. Divê helwesta me ne bratiya dagirkeran, li hember wan tekoşîna azadiya me be.
Heger îro partî û rêxistinê bakurê kurdistanê ji xwe re dibêjim em kurd û kurdistanî ne, dest bi çalakiyan nekin, ev êrîş dê mezintir bibe.
Divê partî û rêxistinên bakurê kurdistanê yên berê û yên piştî sala 2000 hatine damezrandin bizanibin ku bê bedel mirov nikare welatekî azad bike.
Hûn kurdên bakurê kurdistanê piştî salên 1980ê ji teref dewletê û hevalbendên wan ve hatine xesandin û razandinê. De êdî ji wê xewa mirinê şiyar bikin.
Kurdno ji bîr nekin îro, rojavayê kurdistanê ye, sibê bakur, rojhilat û başûrê kurdistanê ye. Dijminê me har in û li ser asasê rijandina xwîna kurdan mezin dibin û bûne.
Kurdên li ewropa divê bi awayekî demokratî bi çalakiyên di berjewendiya gelê me de bin, divê ewropa bihejînin. Lê weha xuya ye ku kurdên li ewropa jî hatine xesandin.
Heta ku em weha bêdeng bin wê dagirkerên me jî welatê me bi wêrankirinê bikin ê xwe. Wê zimanê me ji me bigirin, wê guhê me kerr û çavên me kor bikin da ku em êdî tu iiştekî nebnin û nebihîzin.
Heger bi vî awayî û bi vê bêdengiya kurdan here, dê sibê em ê nikaribin tu tiştekî ji bona miletê xwe, ji bona gelê xwe, ji bona zarokên xwe bikin.
Heger rewş weha bi bêdengiiyê bidome, dikare ew hebûna ango ew destketina kurdan li başûrê kurdistanê jî têk here.
Têkçûna başûrê Kurdistanê têkçûna hemî kurdan ya li seran serê cîhanê ye. Piştî wê jî êdî wê kurd bikevin bêdengiyekê ku dê newêribin heta pêncî salên din dengê xwe derxin.
Dagirkerên me dîroka me ji me baştir fêr bûne û dizanin ku êdî wê çawa kurdan bêdengê bikin ku heta heta nikaribin rabin ser xwe.
Ew êdî fêr bûne ku piştî her ketinekê kurd çawa dîsa rabûne serxwe. Aha fêrbûna vê wê bibe sedema bi temam têkçûna kurdan.
Niha kurd bi saya serê destketina başûrê kurdistanê û berxwedana kurdan li rojavaê kurdistanê hê zîndî ne, hê li ser xwe ne, hê bi rêxistin in.
Çi dibe bila bibe, çi bedel dê bi dayîn bila bê dayîn, divê kurd li hember hemî zordarî û çavsoriyan welatê xwe, erda xwe xelkê xwe biparêzin.
Ji vê re jî aqilekî selîm, yekîtiyeke li ser asas berjewendiya gel û li ser xeta neteweyî pêk bê. Heger me ev pêk anî hûn bizanibin wê dagirkerên me bikevin nava agirê dojehê û em ê di bihuştê de li kêfa xwe binêrin.
Ji bîr nekin bê dengê qebûlkirina bindestiyê ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.