Kurtasiya gotinê ew e ku çi tiştên neaqilane hene, dagirkeran anîne serê wî miletê ku dagir kirin e. Ji ber vê ye tim bi tirsin ku ew milet şiyar bibe, berxwe bide wê bikaribe rojekê xwe ji bin dagirkeriya dagirkerên xwe derxe.
Ew zilm û zûrdarî, ew êşkence û wêranî, ew talanî û asimlekirin ji ber vê yekê û tirsa wan ji ber wê zilma li miletê dagirkirî kirine, tê.
Çi dema şiyarbûn, zanîn, hevkarî û tevkarî di nava miletê dagirkerî de destpê bibe, dagirker dikeve nava hewldanan ji bona ev pêk neyê. Bi çi rê û olaxan dibe bila bibe divê wê rawestînin.
Helbet rawestandina vê bi rêyên aşîtane nabe. Loma divê ev bêdengî bi darê zorê bibe. Ha ma gelo ev ê heta hetayê bidome. NA, lê vê dikin heta ku çû. Li ku sekinî li ku biqede.
Dagirker bi vê rêyê karê xwe dikin wê bikin heta ku bikaribin. Ji xwe dagirker tim karê xwe dikin. Ya girîng ew e ku gel, partî, mirov, şoreşger, welatparêz, zane û bîrewirên wî welatê dagirkirî jî erkê xwe tînin cih an na. Li gor min ya girîng ev e.
Ji bona me weke welatekî dagirkirî, ez dibêhjim NA. Ji roja welatê me perçe kirine û heta niha, gelek deng û awazên yekîtiyê derketine hê jî derdikevin, lê em çi bikin partî û rêxistinên me, dezgeh û komeleyên me, rewşenbîr û zanînên me nikarin bêne bav hev û yekitiiya xwe ya neteweyî damerzrîne.
Nikarin bêne ba hev û li ser asasê yekitiyeke neteweyî bi hevre kar bikin. Dijminê me, dagairkerên me, em kurd baş naskirine loma li gor vê nasînê ew çi tînin serê me û gelê me ji wan re dimîne.
Çi dema xet û hêza welatparêzî geş dibe, çi dema Kurd hêdî hêdî ji xewa şêrîn şiyar dibin. Aha wê demê dagirker ji nûde dikevin nava tevgerê da ku wê şiyarbûn û tevgerê çawa bidin sekinandinê.
Li bakur Kurdistanê heta niha ev bûye û tim jî rewş li gor dilê dagirkeran pêk hatiye. Her geşbûn û şiyarbûneke li bakurê kurdistanê bi rêya darbeyan temirandin in. Ev metod her ji deh salan carekê bi kar anîne.
Lê darbeya 12 îlona 1980 ji wan tevan cûdatir bû, ev zêdeyê 40 salan e ku darbe nebûye û bawer nakim bibe jî. Ji ber ku bi wan qanûn û zagonên xwe yên li gor 12 îlonê dest û nigê kurdên welatparêzan girêdane.
Hingî girêdane ku kes nema dikarin dengê xwe derxin. Hingî partî û xelk tirsandinin, nema deng ji wan derdikevin. Dengê derkeve jî ya têne girtin, ya têne kuştin û zîndakirin. Ji bona bêdengî berdewam be, welat serobînî hev kirin, bajar û bajarok hilweşandin, piraniyan xelkê ji cih û warê xwe reviyan. Di kuçe û kolanên metropolên tirkan de bê nan û bi zikê birçî dijîn.
Evana hemî li ber çavên partî û rêxistinên me ne. Ew jî vê dijîn û dibînin. Ji bona ji holê rakirina rewşê tu tiştekî nakin. Nakin dibêjin. Ji ber ku xweş dinivîsînin, dibêjin lê naxin jiyanê. Heta ku roja wan jî bê.
Heger dagirkerên me bizanibin kurd bûne hêzek xurt, heger ew bizanibin kurdan yekîtiya xwe ya li ser asasê neteweyî pêk anîna. Hûn bawer bikin wê ewqasî li hember kurdan zalimane nikaribin tevbigerin û wê hin hesaban bikin.
Li bakurê kurdistanê tu çalakî nehiştine. Partiyên doza Kurd û Kurdistanê dikin li hember hemî bûyerên qirêj yên dagirkeran, bi çend rêzan protesro dikin û hew. Çalakî xwepêşandan nemaye. Tu partî û kes naxwazin bedel bidin.
Dema ku daxwazî ev be, wê dagirker jî her tiştekî dixwazin bikin. Çirûskek li Cizîrê pê ket, lê partî û rêxisinên me ew geş nekirin. Li dû wê ya akedemisyenê me hinekî ew agir geş kir, lê dîsa partî û rêxistinên me ji bilê ”em wê protesto dikin” pêve tu tişt nekirin. Yanî partî û rêxistinên me bi wan protestoyên xwe malik li tirkan xerab kirine!.
Êdî dor hatiye wan, serê derziyê gihişt wan, heger dîsa bêdeng bin, tenê rewşê protesto bikin, ew ê jî nemînin…
Ez bi xwe girtina yek mirovên kurd naxwazim, lê heta ku berpirs û rêvebirên partiyên me, neyên girtin wê tenê rewşê bi şermezarkirinê derbas bikin. Deme ew bêne girtin û ev roj bi roj zêdetir bibe, bawerim êdî wê dengekî cûda derkeve. Wê hin bedel bê dayîn da ku li hember girtinan rawestin.
Ya na wê bêne girtin yek bi yek,
dê herin yek bi yek,
wê bê girtin her partiyek
wê li şûnê bimêne tenê protestoyek…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.