Hin ji kesên dilsozê gelên xwe tim gazindan dikin û dibêjin; ”Çima rewşenbîrên me li hember bûyer û kiryarên pkk yên ne di berjewendiya kurdan de ne dikin, bê deng in.”
Li gor min niha bi navê Rewşebîriyê li bakurê Kurdistanê kes nehiştine, hema hema bêjin nema ne. Piraniya wan pkkê xesandinin loma bê deng in. Çima???
Ji ber ku piraniya weşanxanên li bakurê Kurdistanê girêdayî pkk ne. Ew nivîskarê weke min, behsa pkk bike ango wan ji ber kiryar û bûyerên wan î ne di berjewendiya gel de be rexne bike, wê pirtûkên wan neyên çapkirin û weşandin.
Heger te pkk rexne kiribe wê weşanxane ji te re bêje; ”Mamoste ji ber nivîsên te yên tund em dê nikaribin pirtûka te biweşînin.” Dema li welatekî weşanxane û medya di bin kontrol ango bandora partiyekê de be û tu wan rexne bike malik li te xerab dibe. Êdî wê pirtûkên te li bakurê kurdistanê neyên weşandin.
Loma niha piraniya weşanxaneyan ji navaroka pirtûkan bêtir, li navê û nivîsên nivîskar dinêrin û li gor pkk biryara weşandin an neweşandinê wê didin. Ji ber vê sedemê ye ku tu nivîskar dê rîskê nagire û bê dengî ji bona wî/ê baştir e. Ji bona pirtûkên wî/ê bêne çapkirin ew jî xwe bê dengê dike û çavên xwe digire ku tiştekî nebîne.
Xwe kerr dike ku tiştekî nebihîze da ku deng nerê. Ji ber ku gelek caran dengê ji bona berjewendiya gelê wî nerê, guhên xwe digire. Heger wî dengî êşa gelê xwe bibihîzîn dikare li xwe vegere û dema li xwe jî vegeriya dibê bêje an binivîsîne. Got û nivîsî êdî wê pirtûkên wî/ê jî nayê çapkirin.
Ji xwe pirtûk hema çenekî jî li dij helwest û biryarên pkk be, malik li wî/ê nivîskarî xerab dibe. Weşanxanên girêdayî pkk dibêjin; ”Em nikarin vê biweşînin û naweşînin ji ber ku nivîsên te gelek sert an tund in”.
Weşanxanên din jî bi mazerata, ”perê me tune ye em nikarin vê berhemê biweşînin”. Xwe ji weşandina berhmeke ne li gor dilê pkk be azad dikin. Di eslê xwe de ew jî vê ji tirsa pkk naweşînin.
Îcar niha li bakurê kurdistanê rewş ev e. Heger te li ser helwesta pkk ya ne di berjewendiya gel de nivîsî; wê pirtûkên te nayên weşandin.
Hin ji nivîskarên me yên ku diharin Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji bona xwe hinekî qurre bike û çend semîneran bi saya hevalbendên pkkk, bidin dê çawa pkk rexne bikin? Heger kirin jî êdî nikaribin semîneran bidin. Loma ew jî her çavên xwe ji hemî kiryar û bûyerên pkk yên ne di berjewendiya gel de bin, digirin.
Ji ber vê ye wan kesên qaşo rewşenbîr ango nivîskar in wê çawa ji bona berjewndiya xwe behsa şaşitiyên pkk bikin???
Îro her tişt bûye berjewendî. Loma her kes berê xwe difikire û berjewendiya xwe di ser ya gelê xwe re digire. Di rewşên weha de jî êdî her tişt dibe ji bona karên şexsî. Mixabin ji ber vê ye ku îro piraniya nivîskar û rewşenbîran bê deng in.
Ji ber vê ye divê êdî em loman nekin. Li tirkîyê û li bakurê Kurdistanê her tişt çirya ye û dirya ye. Pîvan nehiştin. Welatparêz bêdeng kirin.
Ji bona Nivîskar bikaribe herhemên xwe biweşînin bêdeng in. Ji ber ku piraniya weşanxanên li bakurê kurdistanê girêdayî pkk ne. Xwediyê gelekan berê jî ew bûn. Dema tu ew be, tu nikare bibe ev. Loma pkk weha kirî ye ku ne bi weşandina berhemên nivîskaran, wan ditirîsîne ku bêdeng bin.
Gotina kurt û kurmancî ev e. Êdî di nava vê tevliheviyê de bi destê pkk rewşa bakurê kurdistanê têk birine. Nivîskar û rewşenbîr xesandine. Piraniya Weşanxanan kirîne an kirine yên xwe. loma bê wan kes nikare bi azadî berhema ew dixwazin biweşîne.
Ev mijareke gelekî tevlihev û ne zelal e. Hêvîdarim min bi vê nivîsê ev rewş hinekî zelal kiribe ku çima rewşenbîr û nivîskar bêdeng in.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.