Barzanî çima û çawa bi serdikevin?

Em dibînin û şahîdin wê yekê ne ku bi qasî dagirkeran hin kurdên xwe firoş, tê dikoşin ku Barzaniyan têk bibin. Helwest, biryar û kiryarên wan li ser vî asasî ye. Ev asas jî ji teref dagirekran hatiye lêkirin.

Bube Eser

10.01.2019, Per | 13:20

Barzanî çima û çawa bi serdikevin?
Nêrîn Belav bike

Di her ketinekê de serketin û di her serketinê de jî destketin tune be, ew serketin dibe wendakirina herî mezin. Lewra jî ji roja Barzaniya dest avêtin çekan û xwestin ji bona me kurdan, Kurdistaneke azad, demokrat û serbixwe damezrînin, her ku diketin, rabûna wan ji berê bi qawetir û bi hêztir dibû.

Piştî wê xencera jahrîn ya cotmeha sala 2017an li pişta wan bi destê kurdên xaîn, ket. Gelekî êşiyan bi wê xencerê ne tenê Barzaniyan her weha tevayiya kurdên neteweprest wendakirin, lê têk neçûn.

Piştî xencerê dîsa Barzaniya rêya xwe şaşnekirin, bi hilmeke fireh, bi aqilekî neteweyî, bi helwestên gelemperî rabûn û îro ji her demê bêtir bi serketîn.

Ez weha bawerim ev ê bibe wendakirina ango ketina wan ya talî. Ji ber ku rêya tekoşîna azadiya welatekî, demeke dûr û dirêj digire. Heta ku mirov dewleta xwe ya serbixwe ragihîne, gelek bedelan jî dide.

Lê em dibînin Barzaniyan hemî pêwîstiyên ji bona dewleta kurdî a serbixwe ragihîne, temam kirine û niha jî ji bona kurdan bikin xwedan dewlet têdikoşin. Tekoşîna wan ya niha ne çek e, ew dem derbas bûye.

Bi dîplomasiya navneteweyî, bi hevdîtinên rêberên dewletan, bi hatina desthilat û rêvebirên dewletên mezin ya kurdistanê. Em vê yekê pir zelal û eşkere dibînin ku êdî wê Kurdistana serbixwe bê ragihandinê…

Lewra jî Barzanî êdî bi tevgerên xwe yên demokratik, bi helwestin xwe yên neteweyî, bi biryarên xwe yên ji bona dewleta kurdî, ketina qada navneteweyî û li gor şert û mercên niha têdikoşin ku ji bona me dewleta kurdî ragihînin.

Li hember tekoşîn û tevgerên Barzaniyan dagirkerên me jî vala nesekinîne, her ew jî di nava hewldana dene ku mesela kurd û kurdistanê bi temamî têk bibin û ji holê rakin.Vê jî di rakirina ango di tunekirina Barzaniyan de dibînin.

Ji hole rakirina Barzaniyan û kurdan êdî ne tiştekî hêsa ye. Lewra jî dagirkerên me niha giranî daye wê yekê ku kurdan bi destê kurdan têk bibin. Ji xwe bi salan ew vê yekê jî dikin. Lê ne berê û ne jî niha bi serneketina û dê bi sernekevin.

Bi ser nakevin ji ber ku rêvebirên başûrê kurdistanê Barzanî ne û li ser xet û rêbaza Barzaniyên mezin in. Neteweyî difikirin. Çi dema rêvebirên welatekî neteweyî fikirîn aha wê rojekê ew milet bibe xwedî dewleta xwe jî.

Ji ber neteweyîne û li gor vê helwestên xwe danîne loma jî têkçûna wan zehmet e. Dema rêvebiriya miletekî li gor destûr û bernameyekê tevgeriya, neteweyî fikirî û bi gelemberî helwest danî ew êdî nakevin.

Em dibînin û şahîdin wê yekê ne ku bi qasî dagirkeran hin kurdên xwe firoş, tê dikoşin ku Barzaniyan têk bibin. Helwest, biryar û kiryarên wan li ser vî asasî ye. Ev asas jî ji teref dagirekran hatiye lêkirin.

Lewra ez dibêjim; dive êdî li başûrê kurdistanê mesela avakirina hukumeta nû. Zûtirîn demê pêk bê. Ev çiqasî zû pêk were, ew ê di berjewendiya kurdan û Barzaniyan de be.

Gelê me yên başûrê kurdistanê ev heq dane PDK û dive PDK jî vî heqê xwe bi kar bîne û zêde wextê wenda neke. Wendakirina wextê, wendakirina kurdistaneke serbixwe ye.

Em baş dizanin ku şert û mercên îro başûrê kurdistanê têde dijî ne weha rehet e. Lê em vê yekê jî dizanin ku îro şansa wan ji her demê bêtir çê bûye ku hukumeta xwe damezrînin û piştî wê jî xeyala kurdan ya dewleteke serbixwe ragihînin, heye.

Hemî kurd li benda vê yekê ne ku bi devê serok Mesud Barzanî wî dengê xweş ê ragihandina serxwebûnê bibihîzîn.

Ji bona bihîstina wî dengê xweş jî dive PDK hukumeta xwe damezrîne. Dereng ma û divê dereng nemîne. Bi damezrandina hukumeta nû de gelê me dixwazin weke serokkomerekî ciwan, zana, jêhatî û xwedî dîtin û dîplomasiyeke berfireh rêzdar Nêçîrvan Barzanî bînin.

Her weha gelê me ê başûrê kurdistanê dixwazin weke serokwezîr jî rêzdar Mesrur Barzanî yê kêrhatî, xwedî tecrubeyên parastineke mezin, bi zanîn û têgihiştina xwe û li gel serokkomarê kurdistanê ê nû, di qada navneteweyî de Kurdistanê bixin qada herî jor. Û dive van herdu rêzdaran tim jî nerîn û dîtinên serok Mesud Barzanî ji xwe re bikin rehber…

Ev herdu rêzdarana bi zanîn xwe, bi hezkirin û ciwaniyên xwe dikarin gelek guherînên mezin bikin. Ji ber bi hebûna wan, bi rêvebiriya wan kurd dê qezenc bikin. Ev herdu rêzdarana ji teref gelek dewletên din jî têne nasîn, hezkirin û qebûlkirin.

Niha berê hemî başî û qenciyan berbi Barzaniyan ve ye. Ji ber ku hate zanîn, dîtin û bihiştin ku tenha yên bikaribin kurdistaneke serbixwe li ser asasê neteweyî demazrînin ew bi xwe ne.

Bi damezrandina dewleta serbixwe jî wê hemî problemên heyî û mesela welatfiroşan jî hal dibe. Ev jî bi rêya hukumeta Kurdistanê û bi derxistina qanûnên nû. Û bi rêya wan qanûna na herkesên xaîn, xwe firoş û welat firoş bêne darizandin.

Sûç û gunehên kê çibe divê li gor qanûnên hukumeta nû û ya navneteweyî cezayên xwe bibînin. Heta ku xaîn û xwefiroş cezayên xwe nebînin wê her hespê xwe yên êmê wan ji teref dagirkeran de ye, bidin bezê.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:28:56

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x