Ez westiyam!!! Lê…

Barzaniyan ji bona gelê kurd gelek tişt kirine, dikin û wê hê jî bikin. Min jî xwest bi qelema xwe bi pênûsa xwe kar, zehmetî, êş, elem û xizmetên wan ya ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe dîtine, jiyanin binivîsînim.

Bube Eser

18.04.2018, Çar | 09:05

Ez westiyam!!! Lê…
Nêrîn Belav bike

Min ji sala 2007an de dest avêt mijara herî zor ya Enfalê.Eva 10 sal in ku ez li ser vê mijarê kar dikim. Ji ber ku li ser mezelê nemiran M.Mistafa Barzanî û Îdrîs Barzanî min soz dabû wan ku heta ji min bê ezê di xizmeta wan û gelê xwe de bin.

Barzaniyan ji bona gelê kurd gelek tişt kirine, dikin û wê hê jî bikin. Min jî xwest bi qelema xwe bi pênûsa xwe kar, zehmetî, êş, elem û xizmetên wan ya ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe dîtine, jiyanin binivîsînim.

Ji ber vê bû min karê xwe ê ewil kir Enfal. Enfal di dîroka gelê kurd de nokteyek herî reş e ku ev tenê li başûrê kurdistanê ji teref Saddam Huseyin, ji bona tunekirina Barzaniyan hate destpêkirin.

Saddam û her weha dagirkerên din jî bawer dikirin ku ew Barzaniyan biqedînin wê ji mesela kurd û kurdistanê jî xilas bibin.

Ji ber vê bû tim, her çar dagirkerên me li gel hev û bi hevre dişêwirîn da ku rêyeke çawa bibînin, ji wan Barzaniyên bûne bela serê wan xilas bibin.

Wan bawerî anîbûn ku heger Barzanî nemînin êdî ewên jî rehet bikin. Wê ji şer û pevçûnan xilas bibin. Ev rastiyeke bû, lê ne wan, Barzaniyan ew qedandin.

\"\"Dagirkeran û bi taybetî Saddam, sedemên tevlihevî, şer û pevçûnan hemî ji Barzaniyan dizanibûn. Taliya talî Saddam li ser pêşniyariya tunekirina zilamên Barzaniyan biryar derxist da ku hemî zilamên wan, yên sivîl, yên di daîreyên dewletê de kar dikirin, yên nexweş û yên şêt, dîn di destpê roja 31.07.1983an ji devera Barzan ew digiritin û dibirin cihekî ne diyar. Ev wêranî û qirkirin jî bi navê Enfalê kirin. Enfalê di heşt qonaxan de berdewam kir.

Armanca bi navê Enfalê ev bû, wêranî û qirkirin di qada navneteweyî de weke Jenosîd neyê qebûl kirin û nasîn.

Enfalê ji Barzaniyan de destpêk kir û heya komkujiya Helebçeyê domand. Bi giştî di Enfalê de 182.000 kurd hatin enfalkirin ango kuştin û binaxkirin. Ji wan 8000 zilamên Barzaniyan bûn. Evana li ku hatin veşartin, çawa hatin wendakirin ne diyar e. Loma jî malbatên wan, kur û qîzên wan, jin û xizmên wan her li benda wan in û bûn.

Di jiyanê de ya herî zor li benda tiştekî, kesekî/ê rawestandin e. Lê li devera Barzan dayik, jin, kur û qîzên Barzaniyan hê jî li benda kesên xwe nin. Jin, mêrê xwe di xewna xwe de dibîne û qîzên bi dergistî bûn jî di xeyalên xwe de bi dergistiyê xwe re dizewice.

Heger em bipirsin bêjin; Gelo jiyaneke weha li vê dinyê li ku heye? Bersîv wê Kurdistan û devera Barzan be.

Vê bûyera qirêj bala min jî kişand û min xwest destbavêjim wê. Di serî de ango dema min biryar da ku bikevim nava karekî weha, min nizanîbû wê ewqasî zor be. Xuya ye ji ber vê zorê ye heta niha tu kesan weke min li ser vê kar û xebat nekirine.

Bi rastî jî karekî zor û zehmet bû. Ez salekê li welatê xwe li başûrê kurdistanê û li devera Barzan li Bilê bûme mêvan (2007-2008) û bi giştî ev 10 salên ku ez li ser mijara Enfalê kar dikim. Ji ber ku piraniya kurdan nizanin û nexwendine ku Enfal çi ye? Çawa bûye? Çawa destpêkiriye?

Ji bona vê zanebûnê bidim cîhanê û kurdan divê min bi awayekî baş di warekî zanistî de ev kar bikira û min kir.

Di kar û xebata xwe ya 10 salan de min çar berhem li ser Enfalê nivîsî. Teza min yanî zanîn û nasîna min ya ewil bi navê ”Enfal û Jenosîd” di sala 2007an de li başûrê kurdistanê bi herdu zaravan û bi herdu elfabeyan (Latînî û Erebî) hate weşandin. Şanoya Enfalê bi navê ”Dîroka Rûreş” di sala 2008an de yanî di 25 saliya enfalê Barzaniyan de min ev li swêdê li ser navê weşanxaneya Sara yê weşand.

Romana enfalê ya bi navê ”Barzan Digirî” di sala 2017an de ji teref weşanxaneya Sîtav ê li bakurê Kurdistanê hate weşandin. Di demeke nêzîk de jî wê wan hevpeyvînên min li gel malbatên Enfalê kiribûn bi navê ”Qêrîna Barzan” û bi wêneyên wan di nêzîkde bi du zaraveyan (Kurmancî û Soranî) û bi du elfabeyan (latînî û erebî) wê ji teref weşanxana Sîtavê bê weşandin û belav kirin.Soraniya ”Qêrîna Barzan” ji teref brayê hêja Kirmancê Çalî ve tê amade kirin.

Bi rastî jî vê xebatê ez gelekî westandim. Lê niha jî gelekî kêfxweşim ku ez bûme xwediyê çar berhemên li ser Enfalê.

Her em ê hewl bidin van bikin bi erebî, tirk, farîsî û piraniya zimanê ewropî jî. Ez gelekî westiyam lê heta vê projeyê temam nakim., ez ê ranewestim û her ez ê vî karî bikim da ku hemî cihan meseleya enfalê baş û rast fêr bibin.

Ji bona em cîhanê li ser karaseta Enfalê bidin zanîn, pêwîst e vana bibin bi zimanê wan. Lewra jî daxwaz ji hemî ciwanên kurdan yên li ewropa dikim ku ew jî bi alîkariya min ve rabin û van berhemana bikin bi zimanî ewropî. Enfal ne tenê mesela min e. Me hemî kurdan eleqeder dike. Lewra jî divê em bi alîkariya hev re rabin.

Min di nav van 10 salan de xwe, zarokên xwe û xanima xwe gelekî êşand. Min ew ji gelek tiştan bê par kirin. Di van 10 salan de em weke malbat beşdarî kêf û şahiyan nebûn, tatîl ango somestir nekir. Her li swêdê man da ku karê xwe biqedînim.

Lê heger zarokên min niha vê fêm nekin jî, dema roja wê bê, wê bizanibin bavê wan ji bona çi ev zehmetî dît û bi wan jî da dîtin. Ji ber ku ez baş dizanim xebat bê zehmetî nabe. Ê min jî weha bû.

Daxwaza min ji we ev e; Van berhemana bixwînin û bizanibin Enfal çi bû, ji ber çi sedemê destpêkir. Çi malwêranî û xerabî bi serê kurdan de anî ne.

\"\"Weke min berê jî got, 10 salan li ser mijarekî kar û xebat ne hêsan e. Zor û zehmet e. Lê dawiya wê jî dilxweşî, kêfxweşî, serbilindî û serketin e. Min ev bi dest xist loma jî kêvxweş im. Ez bawerim niha zarokên min û dayika wan jî kêfxweş in.

Helbet di vê xebata min de, gelek kesan çi bi dîtin, bi pêşniyar û bi alîkariyên xwe piştgirya min kirine. Navên wan di berheman de heye loma naxwazim li vir jî navan ji nûde binivîsînim.

Helbet dema berhemeke me re derdikeve, tê kirîn û xwendin, rexne û pesindarî jê re tê kêfa me re jî tê û daxwaza bêtir nivîsandinê bi mirov re peyde dibe.

Spasiya wan kesan dikim ku ji min re bûne piştgir, bi alîkariya min ve rabûn, barê min hinekî sivik kirin. Bi saya wan û bi xebatên xwe niha ez bûme xwedî çar berhemên li ser enfalê û bi giştî heta niha 10 berhem ku min tenê bi kurdî û kurmancî nivîsîne, derketine. Ma ji vê xweştir.

Çawa di dema êşkencên hov û nedîtî yên polîsên tirkan li min dikirin û dilê min sekinî û wan got mir,(1980) loma weke bêjin; ”Wî xwest bireve xwe di qatê ango tebeqa çaran de avêt da ku bireve.”. Ez avêtim û bi avêtinê li ser siyara wan dikevim û dilê min ji nû de şixulî, xebitî. Yanî wan him ez kuştim him jî bi saya wê avêtinê sax kirim.

Bi vê xebata xwe ya 10 salan de jî mirim, lê bi weşandina van ez ji nû de zîndî bûm. Ez ê her karê xwe ê nivîsandin berdewam bikim. Heta hebin ez ê di xizmeta gelê xwe û zimanê dayika xwe de bim…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:28:43

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x