Hin rastî hene ku mirov newêre ango nikare bêje; Dema mirov bêje jî me re yek ser dibe dijminê mezinên xwe ya jî ê gelê xwe. Û hin jî hene vê weha bi kar tînin da ku mirov bibe dijminê gelê xwe. Ji ber vê tirsêye, heta niha rastiya kurdan jî derneketiye…
Lê rastî ne weha ye. Heta ku rastî zelal nebe, sedemên wê neyên eşkerekirinê, serketin jî hinekî zehmet dibe. Loma jî dive em netirsin û bêjin ku hin bûyerên qirêj bi destên kurdan an jî li ser navê wan hatine kirin, ji ber çi bûn wan bêjin. Ev zêde yî sed salane ku ewropî bi awayekî ne eşkere dijminayetiya me kurdan dikin. Gelo çima?
Divê carekê kurd, siyasetmedarên kurdan, partî û rêxistinên kurdan li ser vê bifikirin û bibînin bê çima ewropî ewqasî li dij me kurdan in. Bibînin û bizanibin bê çima ewropî naxwazin kurd bibin xwedî dewleta xwe û serxwebûna xwe ragihînin?
Ew ewropayên ku serê demokrasiyê dikşînin, ew ewropiyên ku mafên mirovan diparêzin, ew ewopiyên xwedî li heqê netewan û kêmneteweyan derdikevin, gelo çima di nava vana de kurdan nabînin?
Heger vê nabînin divê hin sedemên wê hebin. Helbet dîtina wan sedemana jî divê em weke kurd, bi xwe bibînin û derxin. Dema me ew dît û derxist, ji bona berterafkirina wê jî divê em hin gavên rast, ciddî û bê tirs bavêjin. Ha divê em çi bikin?
Pêwîst e em dîroka xwe bixwînin û şaşiyên tê de hatine kirin bibînin. Bibînin û bizanibin ku me kurdan di wê dîrokê de çi kirine. Dema me ew dît mirovê bizanibe û dibe heq jî bide ewropiyan.
Ma ne ew Selehaddin Eyyubî bû ku şerekî bê eman li hemberî ewropiyan da bû. Ma ne ew Selehaddin Eyubî bû ku cih û warên ewropiyan girtibû ji wan bi şûnde girt û li ser navê îslamê da erebên ku îro dixwazin me kurdan ji holê rakin.
Ma new Selahddin Eyubî bû ku bi saya Seferên li dij Xaçperestan bû, (Hacli Serferleri) dewlet û xelkên bi xaçê bawer bûn talan û qir kir. Ew talan û qirkirin di ber çi de bû? Û wê qirkirinê ji bona me kurdan çi anî gelo?
Ez dibêjim tu tiştekî baş ji bona me ne anî. Eksê wê êşa em îro weke kurd dikşînin ji ber wê ye. Xelkên cîhanê ne weke kurdan in ku zû bi zû dîroka xwe ji bîr bikin.
Dema rewş weha be, dibê em hinekî loman ji xwe û ji dîroka xwe jî bikin. Sedemên ku îro ewropî dijminê me ne bibînin. Ji xwe ber kes nabin dijminê kesan.Dijminatî ji ber hin sedeman pêk tê.
Ma ne hin kurd û eşîrên wan bûn ku li gel dagirkeran, li ewropiyan dixistin. Ma ne dîsa hin kurd bûn li ser navê îslamê yên ne îslam dikuştin. Ma ne dîsa hin kurd bûn, li ser navê îslama ku ji me kurdan re tu tiştekî baş neanîye, dijiminatiya xaçperestan dikirin.
Ma ne dîsa hin kurd bûn, di salên 1979-80 di ber erebên dijminên xwe de şerê miletê ku qet zerara wan negihiştibû me kurdan dikirin. Ma ne dîsa hin kurdên me bûn ku li gel Filîstiniyan şerê Îşraîliyan dikirin, di ber Filistiniyên dijminên gelê kurd de, li Îsraîliyên dostên kurdan dixistin. Hin Kurd di wî şerî de hatin girtin jî bê ku îsraîlî zerarekê bide wan, hemî jî berdidan.
Ew Îsraîliya ku îro piştgirya gelê me dike, dizanîbûn û zanîbûn ku kurdên cahîl di ber ola îslamê de û di ber fikra sosyalîzma ku tu caran dostaniyan kurdan nekiribû û kirî ye li dostên xwe didin. Loma wan ji ber vê nezaniya kurdan, weke ewropiyan dijminatiya kurdan nekirin û nakin.
Ka li hember van kiryar û bûyerên xwe, kurdan çi kirin. Bi awayekî fermî gotin; Rast e di dîrokê de tiştên xerab qewimîn, em doza lêborînê dikin, ew şaş bûn û yekane dostên me ewropî û îsraîl e. Na, çima vê nakin ez jî nizanim.
Bi daxuyaneke weha dibe ku em kurd ji nûde dostan qezenc bikin û diyar bikin ku di dîrokê de gelek tiştên çewt qewimîne. Her weha divê em bidin zanîn ku kurdan tim, di ber dijminê xwe de li dostên xwe an jî yên ne dijminê wan in xistine. Ha sedemên van dibe ku bê dewletbûn be, dibe ku ji nezanî be, dibe ku ji bê kestî be, lê hin tiştên xerab bi destên kurdan jî bûne. Yên ew zerar ji kurdan dîtibin jî wê zû bi zû ji bîr nekin.
Miletek, rêxistin û partiyên wê dibê bikaribin di dîrokê de qewimandinên şaş, rast bikin. Bidin zanîn ku îro divê em weke kurd li gel kê bin û bi kê re bin. Dijminên me ne ewropî ne, yekane dijminê me ew dewletên xwedê giravî îslam in. Tirk, Ereb û Farisin. Ew jî Îslam in.
Êşa me kurdan, derdê me kurdan, tunebûna dostên me kurdan ji ber ola îslamê û fikra sosyalîzmê ye. Bi qasî ola îslamê, fikra sosyalîzmê jî ewqasî zerar daye kurdan.Ji ber ku kurdan li ser navê sosyalîzmê jî gelek dostên xwe êşandinin.
Kurdan bi bê hêzbûna xwe, di ber herduyan (Îslam û Sosyalîzm) de jî cane xwe dane, xwe û brayê xwe kirina qurban. Xelk û miletê xwe bê dost û yar hiştine. Lê hezar mixabin hêjî kurd nehatine ser heşê xwe û vê nabînin.
Nabînin bê niha çima ewropî naxwazin zû bi zû kurd bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku hê jî tirsa wan û şikên wan hene ku heger kurd xurt bibin dikarin weke dema selahaddîn bikin. Ji ber ku hemî cîhan wêrekî û mêrxasiya kurdan dizanin.
Loma jî dive em kurd bi her hal û rewşa xwe de vê yekê bidin zanîn ku em êdî ne ew kurdên berê ne. Divê em bêjin dostên me ne dewletên îslamê, lê ewropî ne. Divê em bidin diyarkirin ku ê em kuştinin ew dewletên îslam û yên bi fikrên sosyalîstî ne.
Heger em weke kurd, bikaribin wê leka li ser eniya me, ji ber hin bûyerên dîrokê de qewimîn rakin ango bidin fêmkirin ku em kurd li gel ewropiyan in. Wê gave ew jî dikarin ji nû de berê xwe bidin me û dostaniya me bikin. Me di nava dewletên misilmanan de bike xwedê dewlet û welatekî serbixwe. Ev jî bi xebatê dibe, xebat jî bi danûstendinan dibe.
Divê em bidin zanîn ku rast e Seleheddin Eyubî kurd bû, lê wî ne ji bona kurdan ji bona dînî îslamê şer kiribû û di wan şerande tu fêda kurdan tê de tune bû. Divê em weke kurd xwedî li Seleheddîn derkevin ji ber ku kurd bû, lê dive em xwedî li wan kiryarên wî ango li şerî wî yê li hember ewropiyan, dernekevin û neparêzin.
Di gavavêtineke weha de dibe ku em navbêra xwe ewropiyan rast bikin û ji nû de bibin dostên hev yên rastî. Ev kar jî li partiyên me, li rêxistinên me, li komele û dezgehên mirovantiyê yên kurdan dikeve.
Ewropî ango xaçperest bixwazin û alîkarî bikin, ragihandina deweleteke kurdî gelekî rehet e. Ma piştî salên 90î ewropiyan çiqas dewlet avakirin? Heger ne ji wê şaşiya dîrokî ba, Komara Kurd li Mahabadê hilnediweşiya. Şoreşa Barzaniyê nemir ku li ber dewletbûnê bû, têknediçû.
Îro ew çirûska ji bona ragihandina dewleteke kurdî li başûrê kurdistanê pêk ketiye û ji bona têk nere çi lazim be divê kurd wê bikin. Ev şansa talî ye divê herkes vê baş bizanibin. Ya em ê bibin dewlet ya jî em ê tim bimînin xulam û kole…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.