RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK

Rêvebirin RNK. KUK û yên Ala Rizgarî hemû welatparêz û dilsozên gelê xwe bûn. Armanc û hedefan wan ew bû da ku welatê xwe ji bin zilma dagirkerên tirkan derxin.

Bube Eser

15.04.2017, Cts | 10:27

RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK
Nêrîn Belav bike

Hûn bawer bikin, endamên van hersê rêxistinan, bi qasî ku fedekar û cefaker, jêhatî û kêrhatî bûn, yên weke wan hê jî nehatine û zehmete êdî bên. Ji ber ku wan dikarîbûn her çar perçê Kurdistanê jî azad bikirana. Lê rêvebirin wan ne li gor vê zîrekbûna wan bûn. Weke:

Rêvebigirin pkk zilamên dewletên dagirkeran bûn. Loma jî fedekarî, zehmetî û cefakariya wan xort û ciwanên delal ji bona berjewendiya dagirkeran hatin bi karanîn û hêjî weha ye.

Rêvebirên pkk nehişt ku endam xwe bighêjînin, zana û xwenda bibin, bîrewir û têhiştî bibin. Ji ber vê yekê bû ku keda wan endamên canfîda yên hêja ji dagirkeran re çû û hê jî dihare. Lê ew hemû kesana şehîdê gelê xwe ne. Hêja û delal bûn hemûyan jî ji bona kurdistanê canê xwe dan.

Rêvebirin RNK. KUK û yên Ala Rizgarî hemû welatparêz û dilsozên gelê xwe bûn. Armanc û hedefan wan ew bû da ku welatê xwe ji bin zilma dagirkerên tirkan derxin.

Bi vê armancê ketin ser rê endam li hev civandin, roj bi roj rêxistin bi pêşve birin, karên delal û zelal bo gelê xwe kirin. Hiştin û xwestin endamên wan zana û têgihiştî bibin. Yanî bi qasî ji wan dihat, rêyên baş û bi pêşniyarên delal endamên xwe perwerde dikirin.

Loma jî rêvebirên van herdu rêxistinên me karê rêxistinê heta derekê baş birin. Jê û pêve rewş guherî gelek endam bi zîrekbûn û zanabûnên xwe ketin pêşiya rêvebirin xwe. Aha çi bû li wir qewimî.

Wan rêvebirên delal welatparêzên ji dil ev yeka nedîtin. Ji ber wê jî zêde xwe newestandin, wan weha dizanî bûn, wê her dem bi zanebûnên xwe, bi kiryar û bûyerên xwe di pêşiya endamên xwe de bin.Ya jî rewş dîtin fêm kirin lê weke nedîtibin xwe bê deng kirin. Loma kar û barên herdu rêxistinan heta derekê bi fedekariya endaman gelekî baş bi rêve çû. Bar mabû li ser hustiyê endaman.

Çi dema endamên rêxistinekê bi zîrekbûn û zangariyên xwe bikevin pêşiya rêvebirin xwe, divê rêvebir zûtirîn wextê vê rewşê biguherin. Rê ji wan kesan re veke. Heger weha nekin ew rêxistin mehkumê belavkirinê dibe û bû jî.

Gelo îro ji bilî endamên van rêxistinan, rêxistin maye? NA.

Lê tu dibîne ku wan endamên pak û delal hê jî li ser xeta xwe ya welatparêzî karê ji wan tê dikin. Her hinek di hin rêxistinên din yên welatparêz de cihê xwe girtine û di wirde jî karê delal dikin.

Lê em dibînin ku wan rêvebirên me hê jî bi serê xwe ne. Hin ji wan hîna jî xwe weke rêvebir dibînin. Loma jî nikarin bikevin nava rêxistineke nêzîkî xwe û li wir karê siyasî ji bona welatê xwe bidomînin.

Piraniya wan îro li malên xwe ne ango ne di nava rêxistiknan de ne û ne jî tu rêxistrêxistinek li gor demê damezrandin.

Bila rêvebirên me yên van herdu rêxistinan li min bibuhurin ku herdu rêxistinên delal jî bi saya serê wan îro nema ne. Dîsa jî dibêjim rêvebirên wan herdu rêxistinên me jî bi rastî welatparêzin hêja, xebatkarên delal bûn. Bi saya wan gelek karên hêja jî hatin kirin. Lê kapasîta wan, zanyarî û têgiştina wan, bîrewerî û dûrdîtina wan, ya rêvebiriyê heta derekê bû,

Çi dema karê rêxistinê li derekê sekinî divê wan ev bidîtana da ku bikarîbana guherandin bikirana. Ya ew kapasîta ku bikarîbana guherandinên nûjen bikin bi wan re nemabûn, ya jî ewqasî tê gihiştîbûn.

Gelo van rêvebirên me yên wê demê ên herdu rêxistinan, carekê be jî li ser vê fikirîn. Kêmanî û şaşiyên xwe dîtin. Sedema têkçûna herdu rêxistinan eşkere kirin? Helbet na.

Rica û daxwaza min ji wan, bikaribin vê yekê bikin û li gor xwe raya giştî hinek agahdar bikin ku sedema têkçûna van herdu rêxistinên delal çi bû? Hê jî gelek tişt di tariyê de maye û hin endamên wan jî hê nizanin çi bi serê wan hat.

Di dîroka bakurê kurdistanê de tu endamên weke yên van herdu rêxistinan ku hebûn, hê derneketiye û bawer nakim ku derkeve jî. Ma ne heyf bû ku bi hezaran kesên weha zîrek, fedekar û têgihiştî bûna qurbana çend rêvebirên ku destê wan ji rêvebiriyê nedibûn…

Têbinî: Di vê nivîsê de mebesta min ne kêmkirina tu endamên rêxistinên din e. Ji ber ku rêxistinên din baş xerab, kêm zêde xwedî rêvebir û serokatiya xwe bûn.

RNK. Rêzgarîxwazên Netewaya Kurdistanê (RNK). Navê kurdî ev bû, lê wê demê ji ber ku tenê partî û rêxistinên me tirkî bi kardianîn. Her tiştên me jî bû bûn tirkî. Loma tirkiya wê. Kurdistan Ulasal Kurtuluşçûlar yanî (KUK) bû û tenê ev nav hate nasîn û bi karanîn…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
7773 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:20

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x