Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?

Ji bona em weke kurd ji vana bê par nemînin, divê em xwe fêrî hebûna wan bikin. Divê em ji bona wan bi dest bixin kar û xebatê bikin. Bedel bidin. Çi dema me ew bi dest xistin aha wê demê jî em, weke kurd dikarin neteweyî bifikirin.

Bube Eser

11.11.2017, Cts | 10:36

Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?
Nêrîn Belav bike

Her neteweyek bi netewebûna xwe heye, her mileteke li gor adet, tore, destûr û qanûnên xwe heye. Her neteweyek li gor îmkan û hebûnên xwe dijî. Her neteweyek, bi serok û rêvebirin xwe heye. Loma jî dewlet çê dibin û milet li gor dewleta xwe karê xwe dikin. Kesayetiyekî ji xwe re dikin serok û jê hez dikin. Xwe didin dor wî/ê. Li dij tade û neheqiyên têne wî/ê derdikevin.

Ji roja welatê me perçe kirine û heta niha em weke kurd bi wan nejiyanin. Dema xelkek bi wan nejî jî bi wî xelkî, bi gelî re tim jî wê kêmanî hebin û nezanî wê bibe bela sere wan. Ji xwe ya dijmin jî dixwazî ev e.

Lewra jî dijminên me ango dagirkerên me tim jî xwestine û hewl dane ku em nebin xwedî wan da ku tim bindest bin. Ked û xebatên me, cahd û hêjayiyên me jî tim bibe para dagirkeran.

Ji bona em weke kurd ji vana bê par nemînin, divê em xwe fêrî hebûna wan bikin. Divê em ji bona wan bi dest bixin kar û xebatê bikin. Bedel bidin. Çi dema me ew bi dest xistin aha wê demê jî em, weke kurd dikarin neteweyî bifikirin.

Heta ku miletek nebe neteweperest û li gor hêjayî û delaliyên gelê xwe nejî, di nava wî xelkî û gelî de wê hin peyde bibin ku ji bona berjewendiya xwe, welatê xwe, pir bi rehetî bifroşin.

Çima vê dibêjim?

Lewra em weke Kurd ji ber tunebûna wanên min li jor anîn zimên, hê jî nebûne xwedî fikra neteweyî û nikarin neteweyî bifikirin. Dema xelkek, miletek nebe neteweperest, di nava wî xelkî û gelî de pir bi rehetî hin dikarin ji bona xwe, ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî her tiştên xerab bînin sere gelê xwe.

Çi dema em li dîroka xwe, li dîroka kurd û Kurdistanê dinêrin, pir bi zelalî dibînin ku kurdan ji bona berjewendiyên xwe welatê xwe, birayê xwe, serokê xwe, heval û hevalbendên xwe firotinin. Çima? Ji ber ku nebû bûn neteweprest.

Ji bona em xwe ji vê xilas bikin, ji bona em vê xwefiroşiya xerab ji nava xwe û gelê xwe rakin, divê em jî weke neteweyên cîhanê bibin xwedî serokekî neteweyî da ku ew bikaribe hemî gelê xwe hembêz bike. Di qada navneteweyî de mafê gelê xwe biparêze.

Çi dema em kesayetiyekî/e weha ji nav xwe derxin li li gor min heye. Ew kesê li bakurê Kurdistanê sê şoreş pêk anî, ew kesê ji bona Kobanê neke, pêşmêrgeyên qehreman bo alîkariya brayê xwe şand. Ew kesê li gor hêz û taqata xwe, li gor îmkan û hebûnên xwe bi alîkariiya brayê xwe û rojhilata Kurdistanê ve radibe brêz Mesud Barzanî ye.

Lewra dive em ji xwe re kesayetiyekî weha bilind bikin û dema em bi gelemperî xwe li dor wî bicivînin, em ê bi vê yekê him hîs û bawriyên neteweyê di nava xwe de bi asasekî saxlem dînin, him jî em ê êdî weke milet ji hev hez bikin. Xwefiroş û xaînên nava xwe eşkere bikin û li wan weha bikin da ku êdî ew jî tiştên xerab ji bona gel û brayê xwe nefikirin, nekin.

Kesayetiyên baş, mêrxasên delal û wêrek di dîroka gelê me de hebûn, lê piraniya wan ya serokê eşîreta xwe ya jî serokê partî û rêxistina xwe ya jî serokê perçê xwe bi tenê bûn. Helbet piraniya wan jî neteweyî fikirîbûn, lê şert û merc ew weke serokê perçê xwe hiştibû.

Tenê Barzaniyê mezin û nemir di vî warî de gavên hêja avêtibû, hêdî hêdî gelî wî, weke miletê kurd bi temamî nebe jî lê bi piranî ew dinasîn. Roj bi roj hezkirin û baweriya wî di nava gelê wî de belav dibû.Tam dema wî bû ku weke serokekî neteweyî kar dikir, nexweşiya penceşîrê (Qanser) bi wî girt û ew ji nava gelê wî bir.

Ew bir lê ew weke serokekî neteweyî di nava gelê wî de hişt. Niha ew di dilê hemî kurdan de jî weke serokê gelê kurd, cihê xwe di dilê her kurdekî ji welatê xwe hez dike, vekir. Wî ji bona gelê xwe rê û rêbazeke neteweyî danîbû û hişt.

Niha li gor rewşa îro di nava me kurdan de serokekî ku dikare bi vê rolê rabe tenha brêz Mesud Barzanî ye. Ew erkê xwe yê neteweyî pêk tine û li gor wê rê û rêbaza Barzaniyê nemir karê xwe dike. Lê divê em kurd jî erkê xwe pêk bînin da ku wî weke serokê xwe ê neteweyî destnîşan û diyar bikin.

Hûn bala xwe bidin dagirkeran, hevalbendên wan û hemi xêrnexwazan, tim jî li hember wî, helwestên xwe yên nerazîbûnê danîne û datînin. Ji ber ku nayê hesabê dijmin û dagirkeran ku serokekî neteweyî bi hêz û qawat ê kurdan hebe.

Ev bi keraseta 16.10.2017an pir bi zelalî diyar bû ku divê kurd çi bikin da ku careke din tiştekî weha qirêj neyê serê wî. Vê bûyera qirêj weha kir ku li ser daxwaza dagirkeran û hin dewletên mezin ku xwe weke dost nîşan didan, ew ji erkê wî dûr xistin.

Ji ber ku dagirker û hevalbendên wan baş dizanin ku çi dema kurd bê serok bimînin dikarin her tiştekî xwe jî wenda bikin. Lê dijmên fêm nakin û hê jî fêm nekirine ku êdî weha nabe. Ji ber ku kurd jî êdî bûne xwedî rê û rêbazekê

Ji ber vê bû, şertê ewil ya wan ew bû ku brêz Mesud Barzanî dest ji erkê xwe bikşîne. Brêz Barzanî jî rewş baş fêm kiribû ku ew vê neke, gelê wî, miletê wî dikare tûşî gelek tiştên xerab bibe. Ji bona pêşî li vê bigire, nexwest ku erkê xwe ê serokkomariyê bidomîne û daxwaz ji parlemena Kurdistanê kir ku erkê wî dirêj neke…

Bi vê helwesta xwe ya rast, hemî plan û projeyên dagirkeran û hevalbendên wan têk bir û wî ev baş û zû dît. Loma jî pêşî li ber gelek xerabûnên mezin girt.

Di virde divê miletê kurd bi awayekî giştî xwedî li brêz Mesud Barzanî derkevin. Helwest û nerînên wî di nava xwe de belav bikin. Li hember dijmin û hevalbendên wan, di her warî û di her halî de wî weke serokê gelê kurd ê neteweyî bidin diyarkirin.

Divê em kurd di vî warî de bê helwest nemînin. Bi helwestên xwe yên neteweyî em xwedî li serokê xwe ê neteweyî brêz Mesud Barzanî derkevin.Ji ber wî bi saya wê referandûmê kîlata serxwebûna Kurdistanê xiste destê xwe û gelê xwe. Ev bi serê xwe dîrokek bû ku brêz Mesud Barzanî pêk anî

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:14

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x