Belê min xwest vê carê jî destê xwe bixin nava wî agirê me gelekan dişewitîne. Ew agirê em nehiştin, ew agirê welatê me jî xistiye nava xwe û dişewitîne.
Ez bi xwe nizanim ka bê li welatên din, civatên wan welatana çawa dijîn, jiyana xwe çawa derbas dikin. Lê ez hinekî ya swêdiyan ya me kurdan bi qasî zanîn û têgihiştina xwe baş dizanim û min xwest vê carê jî vê vekim.
Ez bi xwe ji sala 1984an û heta niha li swêdê dijîm. Weha xuya ye ku vegera min û ya gelek kesên din wê bi tabûtekê be. Ji ber ku ew îmkan û derfeta niha ez û hinên weke min em bikaribin vegerin tune ye.Lê min rojekê nebihîstiye ku siyasetmedarên swêdî li hember hev jiyana hevdu ya malbatî û sexsî bi karanîne. Ew tenê li xebat û çalakiyan kesan û fêda wan ya ji bona welatê wan dinêrin.
Ez meselê tevlî hev nekim û yek ser derbasî mijarê bibin wê baş be. Ji ber ku em hemî dizanin ku civat reng û dengê miletekî ye. Di civatên serketî de milet jî tim bi serdikeve, bi pêşve dihare. Swêd yek ji wan e.
Lê tê dîtin ku em kurd her ku dihare bêtir bi paşve diharin. Ango ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe her çiqasî kar dikin jî him ew têr nake him jî dema di civatekê de mirov ne li hev be û paşgotinî bû be perçek ji jiyana rojene, serketin jî çê nabe. Ez vê hinekî li gor dema em niha têde dijîn vekim.
Ez ê zêde dûr nerim û ji dema me, nifşê salên 60 heta 80 ku em niha çawa dijîn, bi çi mijûl in, em çi dikim. Min xwest wê vebêjim.
Min gelek caran gotiye nivîsî ye û aniyê zimên ku nifşê me li gor demê û li gor wan şert û mercên em têde jiyabûn, ê herî serketî, fedekar û xebatkar bû
Piştî 12 îlona 1980 ku bi hatina wî agir berra welêt û me da bû. Êdî rewşa sekina gelek welatparêzan li welêt nemabû. Loma kesên ku nehatin girtin, rêya xwe di revê de dîtin.
Wê jiyanê jî ez, hûn û em dizanin. Loma naxwazim wê jî vekim. Piştî reva dûr û dirêj, em li welatên ewropa bi cih bûn Di destpêkê de ku hê xwîna me germ, serê me hişk û ruhê me li welêt bû, me karên baş li ewropa jî kirin.
Lê dem hat gelek ji wan kesên me hêdî hêdî xwe ji nava karê siyasî vedikişandin. Bi karên ticaretê ve mijûl bûn, wextên xwe bêtir dane zarok û malbatên xwe.Li gor min ev jî tiştekî baş bû ku kirin.
Dema mirov di siyasetê de bi ser neket, divê mirov karên din bike. Helbet ev jî ne karekî xerab bû û li gor min rast bû. Dema mirov nikaribe û ji destê mirov nayê ku karekî siyasî û rewşebîrî bike, mirov bi camêrî li mala xwe rûnê bi karê ticaretê û bi zarokên xwe re mijûl bibe başe, xweş e û rast e.
Ji ber ku ji feqîrtiyê pîstir û xerabtir tu tiştek tuneye. Dewlemenbûna hin kurdan fêde ye, baş e, qe nebe wê rojekê ji kesên xwe re, ji welatê xwe re, ji parityên xwe re û ji çend nivîskarên xwe re bibin alîkar. Îro nekin wê sibê bikin..
De werin vê ecêbê ku piştî her tiştekî hin kurdên me yên siyasî ên berê ku niha bûne xwedî pere, êdî bi tu karekî ve mijûl bibin nemaye. Siyaset berdan, bûne xwedî pere. Lê êdî bû ne xwedî karekî nû jî. Ew kar jî êdî bû ye gotina paşgotiniyî…
Karê wan bûye eva ku hin kesên ew jê hez nakin, ya jî hin kesên ku bi zanîn û jêhatîbûna xwe, bi berhem û çalakiyên xwe ew li dû xwe hiştine, dixwazin wan rawestînin. Wê çi bikin?
Ji ber xwedî perene gotinên wan jî derbas dibe û ji ber vê êdî ew jî li gor dilê xwe wan kesên xwedî berhem, çalak û jêhatîne ji xwe kêmtir bidin zanîn, kirasê nedirûtî li wan dikin.
Ji ber ku civat jî xerabûye û kesên boxtanan dikin yên xwedî pere yan jî pêgirtên wan in. Lê yên tiştên weha dibihîzin jî, ji bona berjewendiyên xwe ê şexsî nabêjin û naxwazin bêjin ka bê ew boxtanê tê kirin rast in, an na
Piranî jî wan bawer dikin û ew jî wê boxtanê çendên din jî li ser dike û difroşin hinên din, da ku ew kesê berhemdar di nava civatê de kêm bikin, xerab rê bidin çi ji wan tê dikin.
Yek dostê te jî rojekê nayê an nabêje gelo ew boxtanana rast an derew in, nayê bi te re qise nake, ji ber ku êdî tu fêda kesên berjewendîperest di te de nemayê. Kêmkirin an xerabrêdana te ji bona wî/ê ferq nake.
Divê êdî em ji hin salmezinên xwe yên berê siyasî bûn û niha bûne boxtancî hafiza xwe ji wan bikin, xwe ji wan dûr bixe û heta ji mirov bê divê mirov wan û rûçikên wan ê veşartî derxe.
Heger yekîtiya partî û rêxistinên me nemaye an tune ye, yek sedem jî ji wan sal mezinê herroj boxtanan dikin e. Heger em nikaribin yekîtiyeke neteweyî damezrînin ji ber wan boxtanên wan e.
Ez welatên din nizanim lê baş dizanim ku li swêdê di nava kurdan de ev heye. Ji ber wan sal mezinên li dû civatê mane û naxwazin kesên din yên jêhatî û çalak ku bê perene bi pêşkevin, vê dikin.
Ya herî xerab ev e ku êdî piraniya sal mezin, kîndar û nezanên me, karê wan bûye bi jiyana kesên din ya sexsî re mijûlbûn. Ji bilî kurdan kes vê nakin.
Çi dema mirov xwest yekî/ê binase divê mirov ne li jiyana wî ya malbatî û sexsî binêre, divê mirov li karê wî/ê yê ji bona welatê xwe, ji bona zimanê xwe çi dike binêre. Pîvan divê ev be. Wekî din hemî gotin dibin paşgotin û paşgotinî jî tu fêda xwe ji kesan re, ji welatan re ji kar û xebatên welatparêziyê re tune ye.
Bi hêviya ku mesele hatibe fêm kirinê…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.