Min di nivîsa berî vê de pkk ji ku hatibû destnîşankiribû. Ew destnîşankirina min jî weke gelek kesên ku ji pkk qetiyabûn û hin kesên din ku vê dibêjin, min jî li gor wan ev rast dît. Û ez bawerim ew pkk ya ku ji Ankarayê hatibû û konê xwe yê ji bona tunekirina kurdan li kurdistanê vekiribû di destpêkê de rol û erkê xwe baş lîst.
Loma jî gelek mêrxas, wêrek û kesên jêhatî bawerî pê anîn û ji kurdistanê jî gelekan di nava wê de cihê xwe girtin da ku rojekê welatê xwe ji bin zilmdariya dagirkerên tirkan xilas bikin. Tirkan jî ev dît. Loma xwestin şerekî bê wext bidin destpêkirin da ku berî tekoşîna azadiyê bikemile têk bibin. Û hema weha jî kirin.
Destpêkirina şerên wan î bê wext û li ser asasê tunekirina kurdan, kêfxweşiyek mezin xiste nava gel. Ji ber ku gel êdî ji zilm û zordariya tirkan gelekî aciz bû bûn. Heta demekê vê kir ku roj bi roj pkk zêde û xurt dibû. Xelkê fedekar bê qeyd û şert bi malê xwe bi zarokên xwe bi hemû hebûnên xwe piştgirî dan vê şoreşa ku wan jî destpê jê fêm nekiribûn.
PKK di demeke kin de zêde bû, berfireh û xurt bû. Kadirên çalak xelkê wefakar ji kurdistanê bi qefle qefle ketin nava refê pkk. Kar û xebatên wan ji bona azadiya welatê wan bû. Her ji bona vê canê xwe di ber azadiya welatê xwe de dikirin gorî. Ew hemû kesên me bûn û ji bona welatê xwe canê xwe dan. Divê tu munaqeşe li ser vê neyê kirin.
Lê dema pkk ya ku ji Ankarayê hatibû û aqilmendên wê ev rewş fêm kirin, tirsiyan ku pkk bikeve destê kurdên ji kurdistanê yên welatparêz û ew bibin rêvebir da ku bi saya wê welatê xwe azad bikin. Vê tirsa karbidestên tirkan weha kir ku Evdila zû xistin dewrê li ser gotina wî bi destên hin kurdan, kurdên zîrek ku dixwestin pkk ya xwe a kurdistanê çê bikin, yek bi yek hatin kuştin, hatin cezakirin. Gelek ji ji wan bi neheqî û zordarî kirin xaîn, mit (istixbarata tirkan).
Loma bi rehetî û li gor dilê tirkan gelek kuştin, hin reviyan hin jî hê wenda ne. Ev çîrokek dûr û dirêj e. Hêvîdarim ku rojekê xwediyê vê ji me re vê eşkere bikin da ku mesele hinekî zelatir bibe. Loma ez vê derbas dikim û vedigerim mijara xwe.
Li gor baweriya min kurd her li çareseriyê geriyane û heta niha jî ew çareserî nedîtine ango naxwazin bibînin. Dibe ku hin dest di nava kurdan de ye û nahêle ku kurd vê bibînin.
Hûn ya rastî bixwazin hemû serok û berpirsiyarên me ango yên rêxistinên kurd û kurdistanî vê baş dizanin û wê dinasin. Lê naxin jiyanê çima? Ez vekim.
Berî her tiştî em kurd hê nebûna neteweyî loma jî fikir û ramanên me, kar û xebatên me, çalakî û berxwedanên me tim di çerçeweyeke teng de fetisiye û difetise.
Serok û rêberên parityên me tu caran nexwestine û naxwazin ku wî meqamê bi dest xistiye berde loma jî nikarin bibin yek ango di bin sîwanekê de bi hevre kar bikin.
Serok û berpirsên me hemû li gor temenên xwe divê teqawît bibin ango "emeklî" bibin da ku şûna wan ciwan bigirin. Lê tu çi jî dike ew nikarin xwe ji ser wê koltuxa ango kursiya nerm û germ rakin. Carekê fêrî serokatiyê û rêvebirtiyê bûne divê heta mirinê cihê wî/ê wir be.
Gelek sedemên din jî hene lê li gor min yên asasî ev e. Vê jî hinekî vekim.
Niha li bakurê kurdistanê gelek partiyên me hene. Bila hebin ser çavan. Lê yek jî nikare û hêza wê têr nake ku bikaribe rola xwe ya ji bona azadiya gelê xwe bilîze û mohra xwe li rûpelê dîrokê xe. Partiyên me, serok û rêberên me tev ji min çêtir vê dizanin. Lê çima nabin yek?
Dikarin bibin yek lê nabin. Çima nabin? ji ber ku ew jî dizanin di yekîtiyan de wê tenê serokek hebe, loma difikirin ku di yekîtiyekê de wê kî bibe serok? aha hemû êş û derdê me ev e. Kîyê bibe serok??? Kurdên me yên tama serokatiyê girtine nikarin dest ji wê berdin.
Lê nafikirin û nabînin ku jiyan weha ye. Hin dikin hin dixwin. Nafikirin ku heta hetanê kesek nikare wî barê giran hilgire. Ji xwe piştî 50 saliyê ev zehmetir dibe. Dema temen bû 60 û wêdetir divê mirov bi maqûlî, bi aşitî û bi aweyekî brane cihê xwe bide ciwanekî xwe ku ji me re zîrektir be. Ji xwe ya rast eve û dibê weha jî be.
Çareserî? Çareserî ew e ku divê ji niha de hemû serok û rêberên temenê wan 60 û zêdetir bin, dest ji serokatî û berpirsiyartiyên girîng bikşînin. Bibin aqilmend, karê şêwirmendiyê bikin. Ciwanan bikin rêber û wan fêrî siyaseta neteweyî bikin.
Bila serpêhatiyên xwe binivîsînin. Bila wan tecrubeyên xwe yên dîrokî bidin ciwanan. Bila bibin dîplomat. Herkes raberduyên xwe bi awayekî rast binivîsînin wê ciwanên xwe bikin xwedî dîrokek dewlemend. Loma kar ne tenê serokatî û rêvebiriyê ye. Ji bilî wan jî gelek kar hene.
Ez gihiştim wê qenetê û baweriyê ku heta serok û rêberên me yê bakurê kurdistanê ev bin. Em ê weke kurdên bakurê kurdistanê tu yekîtiyan û welatê ku wê bi destê wan bê azadkirin nebînin.
Welat li ser rêya hebûn û nebûnê ye. Lê ev bala wan nakişîne. Ew her civîn û komcivînên xwe pêk tînin. Di wan civînan da çi dixwin çi vedixin bi wêneyên xweşik li ser malper û înternetê belav dikin. Ha diharin zîyaretên hev jî. Lê çi mixabin ew zîyaretana yek jî ji bona yekîtiyakê nabin wesîle.
Li gor min çare tenê ew e ku îro yên serok û rêberên me ne û temenê wan bi ser 60î ketine divê yekser dev ji wî erkê girîng û giran berdin. Çi dema wan got kerem bikin, em diharin û li şûna xwe ciwanan dînin aha wê demê wê yekîtiya gelê me, bi hevre karkirina partiyên me û di yek eniyê de cih girtina temama rêxistin û dezgehên me wê pêk bê.
Ez vê weha dizanim û baweriya min ew e ku êdî ew rêber û serokên me vê fêm bikin. Hemû jî baş in, welatparêz in, camêr û canik in. Temenekî dirêj kar kirine, dikin. Gelek berhem danin. Vana hemû jî hêjayî pesinandinê ne û tu şika min ji vê yeka wan tune ye. Lê dema xwe ya seroktiyê û rêvebiriyê dagirtine. Bila êdî nebin asteng. Welatê me li ber têkçûnê ye...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.