Lê baş tê zanîn ku her tist wê weke destpêka xwe nere û wê li derekê biqewime ku li xwe vegere.
Heger bê bîra kurdên me yên bakurê kurdistanê, piştî salên heftê gelek partî û rêxistinên me hatin avakirin û damezrandin. Hemû partiyên me yên siyasî ji tirkî de destpêkirin û hê jî gelek ji wan li ser wê yekê ne.
Ez vê vekim da ku em hinekî bi hevre li ser rawestin, bê çima ez weha dibêjim?
Belê partiyên me bi tirkî ava bûn. Loma zimanê wan jî bû tirkî. Civînên xwe, meş û xwepêşandanin xwe, destûr û bernameyên xwe bi tirkî nivîsin bi tirkî xwendin...
Vê çi bi xwe re anî?
Xurtkirina zimanê tirkî û qelsbûna zimanê zikmakî anî. Ev bû sedem, herku çû zimanê kurdî di nava kurdan de qels û lawaz û zimanê tirkîjî xurt bû. Em ketin rewşeke weha ku êdî piraniya kurdan bi zimanê tirkî digot in: \"Em nikarin xwe bi kurdî îfade bikin\" Lê fêm nedikirin ku ev malwêranî û talankirina zimanê dayikê ango kurdî ye.
Lê heger partiyên me damezrandinên xwe, destûr û bernameyên xwe bi kurdî kiribana wê îro rewşa zimanê me ne li ber têkçûnê ba. Ha gelek partî ji vê helwesta xwe vegeriyanin lê hê jî di nava wan de tirkî nivîs û tirkî axêf ji kurdî xurtir e. Lê mijara vê nivîsê ne ev e.
Ha min çima ev mînak da?
Niha rewşa kovar û rojnameyên ku kurd derdixin jî weha ne. Karê xwe û nivîsên xwe bêtirîn bi tirkî dikin û bi vê yekê kurdî dikujin.
Evê çawa serrast bibe?
Heger em weke rewşenbîrên vî welatî, rêxistin û partiyên me, rojname û kovarên me bixwazn ev rehet e. Lê mixabin piranî vê naxwazin û gelek kurdên bakurê kurdistanê hê jî heyran û evîndarê zimanê tirkî ne. Ji ber ku tirkî hêjî li ber dilê gelekan şêrîn e.
Ez ne li dij im ku di warê siyasî de car carna tirkî hebe, ji ber ku dagirkerên me tirk in û divê carna rêxistinên me yên siyasî mesajên tirkî jî ji bona gelê tirk bidin. Li gor min ev normal e.
Lê ez ne li gel im ku nivîskarekî/e kurd berhemên xwe bi tirkî biafirîne. Ji ber ku berhemek berê bi kîjan zimanî hate weşandin û nivîskarek bi kîjan zimanî binivîsîne dibe malê wî zimanî.
Heger ez vegerim ser mijara xwe; em dibînin ku îro gelek rojname û kovarên li ser internetê têne weşandin piraniya wan bi tirkî ya jî bi kurdî û tirkî ye. Lê dîsa tirkî serdest e.
Divê em vê jî bizanibin ku heta miletê bindest xwe ji ziman û hemû çûre adetên serdestên xwe, xwe dûr nexin wê şerê azadiya wan dijwartir û zehmetir be.
Ji ber vê ye ku ez dibêjim; pêwîst e ku kurd bi her awayî rojekê berî rojekê xwe ji ziman û adetên dagiran dûr bixin, li xwe vegerin, hêjayiyên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Aha ev ê him di warê weşanên kurdî de kurdan û him jî di warê siyasî de jî kurdan nêzîkê hev bike da ku bikaribin ji bona azadiya gelê xwe bi hevre di bin sîwanekê de û bi yek zimanî tekoşîna azadiya gelê xwe û xurtkirina zimanê xwe bidin.
Ez ji zûde ye ku malpera hêja nerîna azad dişopînim, ji bilî navê wê û pir hindik mirov nivîsekê bi kurdî tê de dibîne. Ewqasî nivîskarê wê hene, tenê min nivîsa brêz Kadir Amaç ya bi zaravayê zazakî dît. Çima gelo?
Ev malpera hêja, karekî baş weşaneke delal dike. Piraniya nivîskarên wê kurd in, qelema wan xurte lê bi tirkî ye. Xwendevanên wê têra xwe hene. Xizmeta nerîna azad dike hêja ye lê bi vê yekê ew zimanê tirkî xurtir dike.
Min xwest û dixwazim ku ev malper her ku here êdî giraniyê bide zimanê kurdî. Loma min weke ceribandinekê nivîsek bi kurdî û kurmancî ji wan re şand, çamêran weşandin û ji niha pêde ez ê her ji wan re bi kurdî binivîsînim. Piştî wê nivîsa min wan û xebatkarên hêja ez agahdar kirim ku wê beşa kurdî jî vekin. Ev cihê kêfxweşiyê ye û divê êdî rewşenbîrên me yên kurdînivîs wê beşê bi kurdî bixemilînin. Bar ne tenê li ser milê kovar û rojnameyan e. Li gor min berpirsî û barê giran ê nivîskarên kurd e.
Loma jî destpêk girîng e te çawa destpêkir divê tu bizanibe wê weha here. Lê ez naxwazim ev malper her li ber çemê tirkî biherike. Divê em rewşenbîr û nivîskarên vî gelî jî hewl bidin da ku di vê malperê de jî kurdî hebe û em hewl bidin da ku kurdiya wê ji tirkî xurtir bibe. Ji ber ku ziman hebûne û divê em vê hebûnê biparêzin.
Ha pkk çawa destpêkir, ji kuştinê û hê jî li ser ya xwe ye. Heta hêzeke ji wê xurtir û çalaktir dernekeve û hemû karê xwe di çerçovaya demokratîk de nemeşîne, wê pkk jî her kuştinên xwe bidomîne.
Ziman jî weha ye. Heta nivîskarên bi hêz, xwedî qelemên giranbiha, dilsozên gelê xwe û zimanê wî dernekevin, wê rewşa zimanê me jî her weha bi lawazî bidome.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.