Hêjeyan xuşka û brayên delal,
Hûn hemî bi xêr û xweşî hatine ji bona dananasîna romana min ya bi navê Barzan Digirî. Ez bi hatine we kêfxweş û hêvîdarim hûn jî bi guhdarîkirina sedema nivîsandinê Barzan Digirî dilşad bibin.
Bawer bikin enfal ne tiştekî weha rehet e ku mirov wê bide zanîn. Loma li gor min heta niha jî mesela enfalê di her warî de nehatiye zelalkirin û gotin.
Enfal çiye? Di Quranê de ayeta Enfalê waha dibêjê; Ew kesên ku îman anîn e. Di dema ku ew cengê dibin ser kafiran, divê şer bikin. Ew kesên ku bi were be û şer nekin wan bikujin. Wan qir bikin. Ewana ne ku hûn wan dukijin. Ew xwedayê mezin wan dide kuştinê.
Saddam jî li gor vê ayeta quranê kurd qirkirin da ku di qada navneteweyî de ev weke Jenosîd neyê qebûlkirin. Lê di eslê xwe de ev ne Enfal, jenosîde û dive kurd vê weha bizanibin da ku di qada navneteweyîde vê bidin qebûlkirin.
Binêrin: Dema kesekî mirov tê kuştin, dimre an dikeve zîndanê mirov wê dizane û li gor wê tevdigere û dibe xwedî helwest. Yanî tu rewşa wî/ê dizane ku çawa dijî. Lê enfal??
Enfal ne weha ye, kesên ku Enfal bûne dê li malên xwe vegerin, venegerin ne diyar bû. Loma jî xizmên wan, kurên wan, keç û jinên wan her li benda wan bûn ku dê rojekê li wan vegere. Lê venegeriyan. Ji sala 1983an heta niha jî hê gelek li benda mêr, dergistî. Bav û bapîrê xwe ne.
Aha tişta herî zor li benda tiştekî rawestandin e.
Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?
Berî her tiştî dixwazim bêjim; Enfal tiştekî weha ye ku li vê cihanê tenê hatiye serê kurdan. Ji ber ku ev li gor ayeta quranê pêk anîne ku li tu welatekî din nebûye û nabe jî. Ji ber ku şîrovekirina wê gelekî zehmet e û têgihiştina wê jî zor e.
Ji bona ez bikaribim vê mijarê baş tê bigihêjim û wê fêm bikim, min biryar da ku di nava malbatên enfalê de bi cih bibin û bi vê yekê wan û jiyana wan binasim da ku bikaribin li ser asasê rastiyê Şano û Romana wan binivîsînim.
Li gor vê jî ez ji Swêdê roja 23.04.2007an de li welatê xwe ê azad li başûrê Kurdistanê li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih bûm.
Berî ku bikevim nava mijarê dixwazim vê jî eşkere bikim û bidim zanîn ku gelek dost, nas û hin ji hevalbendên min tim dipirsin an tînin zimên ku çima min tenê Enfala Barzaniyan nivîsiye?
Di destpêkê de dibe ku ev weke rast be tê dîtin. Lê ya rastî ev e.
Tiştên hatine serê malbatên enfalkirî, tiştên ew jiyanin û dîtinin hema hema hemî yek e.
Ji ber sedema ku min jî dest avêt enfala 8000 zilamên Barzaniyan ev bû.
Ji ber ku Barzan cihê serîhildan û berxwedana kurdan bû. Ji ber şoreşa îlonê û rakirina bêdengiya Kurdan ya li seranserê Kurdistanê ji wir destpêk kir. Ji ber wir cihê berxwedan û xwe parastina kurdan bû. Û Ji ber ku enfalê ewil ji wirde destpê kir.
Ji ber îmkana ku bikaribin bi rehetî li malên kesên wan hatine enfalkirin bibim mêvan îmkaneke zor, wexteke dûr û dirêj lazim bû. Ji ber ku li devera Barzan hemî malbatên kesên wan hatine enfalkirin hema hema di çend gundan de bûn û dîtina wan, pirsa ji wan jî di vî warî de rehet bû.
Mesela îmkanan bû. Ji ber ku enfalê 182.000 Kurd bi saxî binaxkiribû. Û ji van malek an çend mal li bajar, gund û li bajarokan e. Yek bi yek seredana wan îmkaneke zor xurt û wexteke bi salan dixwazî.
Sedema min ji Enfala Barzaniyan de dest pê kir ev bû. Yanî ew kesên wan ku hatibûn enfalkirin weke zilamên Barzaniyan li deverekê û di çend gundan de dijiyan û çûna wan gundan jî ne ewqasî zehmet bû.
Bifikirin li deverekê 8 salan de zarok çênebûne.
Bifikirin li deverekê, jin him bû bûn bav û him jî dayik bûn.
Bifikirin li devereke gelek zarok nizanin maneya bavê tê çiwateye.
Bifikirin ku li deverekê nifşek bê bapêr dijîn û nizanin bêjin kalo.
Bifikirin li devere keçên dergist di xewnên xwe de dizewicin û jinên bê mêr di xeyalên xwe de li gel mêrên xwe dijîn.
Aha li vê dinyê ev tiştana tenê li devera Barzan bû ye û hêjî Zarokên Barzaniyan vê dijîn. Keçên bi dergîstîbûn, jinên bê mêr zarokên bê bav mabûn hê jî li benda wan in.
Ji ber van sedemana û li gor îmkan û wextê xwe ez jî li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih bûm da ku bikaribin bi rehetî karê xwe bikim.
Min di destpêkê de rojê seredama sê malan dikir, ji wan dipirsî û wan jî li gor bûyera roja enfalê û piştî enfalê jiyan li wê deverê çawa bû û tiştên ditibûn, zehmetiyên kişandibûn ji min re digotin.
Ya din ku xala herî girîng jî eve. Gelo piştî enfalkinkirina zilamên ji 12 salî û mezintir, jiyana wan malbatana, wan dayikana, wan xuşkana çawa bû?
Gelo ew kesê/a piştî bavê xwe hatibû dinyê çawa dijiya û maneya bavê ji bona wan dihat çi wateyê.
Gelo jinek çawa heta niha li benda mêrê xwe li benda bav û kurê xwe bû. Di vê demê de çawa dijî û jiya bû.
Min xwest vê jiyana wan binasim û qederê salekê bi wan re jiyam û hin tiştên min dixwest fêr bûm.
Ji ber ku ez bi vê xebata xwe bûm yek ji wan. Bi wan re xwar, vexwar, geriyam. Ketim şîn û şahiyên wan, bi wan re lîst û bi wan re êş û şûn gerand. Li malê wan bûme mêvan. Li malên wan razam.
Dema min xwe nasî ku ez jî bûme yek ji wan aha wê demê min dest avêt nivîsandina şano û vê romana Enfalê.
Dema li malên wan dibûm mêvan û ji wan pirsa enfalê û pêk hatina wê dikir, ew digiriyan û min jî nikarîbû xwe bigirta ez jî bi wan re digiriyam. Bawer bikin bê rawestan ez jî 6 mehan hema hema bêjin herroj digiriyam.
Di nava vê xebata xwe de ez li pîreke ku bi eslê xwe ne kurd bû, rast hatim. Ew bi eslê xwe rûs bû û jina Mistefayê pêşmêrgeyê Barzaniyê nemir bû.
Piştî têkçûna komar kurd li mahabadê û çûyina Barzanî li gel 512 pêşmêrgeyên xwe a Sovyeta berê. Jiyana wan ya wir zewaca hin pêşmêrgeyan li gel keçên rûsan û vegera wan ya ji nûde a kurdistanê û destpêka şerê azadiyê. Tesîra şoreşa îlonê. Şoreşa Gulan û pêkhatina enfalê pîra min dîtibû hemî ji bona min got.
Min dipirsî wê digot û min dinivîsî, ew difikirî ku bêtir bîne bîra xwe. Ji bona guhdarîkirina wê, heta demekê min xebatên xwe yên dîtina malbatên enfalkirî rawestan û tenê dem û wexta xwe da guhdarîkirina pîrê.
Ev berhema ango romana Barzan Digirî li gor vegotina Pîrê ya li ser jiyana Barzaniyan ku wê dîtibû û bû bû şahid, hate afirandin.
Ev roman perçeyek ji jiyana Barzaniyan ya ji sala 1946 heta 1992an e. Nav cih û war hemî bi navên xwe ê rast in. Loma jî romanek li ser asasê rastiyê û weke belgenameyekê hatiye nivîsîn.
Piştî guhdarîkirina pîrê qediya, min êdî lêkolîna xwe ya li ser enfalê ji nûde çûyina malên enfalkirî berdewam kir.
Ev hevdîtinên min, wan çavpêketinên min jî dê di Newroza 2018an de de weke pirtûk li gel wêneyan ji teref weşanxaneya Sîtavê wê bê çapkirin. Piştî vê jî wê şanoya Enfalê çap bikin. Bi vê yekê ez ê li ser mijara Enfalê dibim xwedî sê berhem…
Hûn bawer bikin ew tiştên min dîtine, nivîsîne û bûma şahîd, çiqasî bêjim jî dawî nayê, dikarim bi rojan heta bi heftan bê rawestandin li ser wê kerasetê biaxifim.
Lê naxwazim wextê we yê hêja bigirim. Ez pirsê we guhdarî bikim li gor vê jî bikaribim wan bibersivînim, bawerim wê baştir be.
Di dawiya gotina xwe de dixwazim, spasî weşanxaneya Sîtavê bikim ji ber wê tenê xwe da ber barê giran û ev weşand.
Spas ji bona endamên komîta PDK başûr ya li swêd, ew jî bi alîkariya min ve rabûn, ji bona vê xebatê erkê kete ser milên wan anîn cih.
Spasiyeke taybet bo Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ku him li welêt û him jî li ewropa daxwaz ji min kirin ku çi lazimî hebe ew amadene bikin. Ji ber ku cenabê Mustafa Ozcelîk bi rêya telepfonê ev ji min re got. Û spas ji bona komîta PAKê ya swêd jî. Wan jî ez agahdar kirim ku li ewropa çi lazimî hebe ew amadene ku piştgiriya min bikin.
Sipas ji bona hin hevalen yên PSK û Hakparê jî ku bi alîkariya min ve rabûn li bakurê Kurdistanê bi firotina vê berhemê ez kêfxweş kirim.
Piştî xebateke dûr û dirêj romana enfalê ya yekem derket û niha bi we re ye. Li gel we ye. Bi xwendina wê hûnê dîrokeke ku di gelek waran de ne dihat zanîn dê fêr bibin.
Bi xwendina vê hûnê fêr bibin ne niha ji wê demê de li hemberî Barzaniyan xwe û welatfiroşî hebûn, dê hebin heta Kurdistana serbixwe û dewleta kurdî çê ne be.
Spas ji bona brêz Newzat Hirorî û pirtûkxana kurdî ku ev îmkan dane min da ku romana xwe bi we bidim nasîn.
Dubare spasîya we tevan dikim ku we jî zehmetî dîtin û hatin guhdarîkirina min kirin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.