Dost di rojên teng de diyar dibin

Ez bi dilekî germ, bi kêfxweşiyeke mezin, bi hêviyek xurt û berfireh, di vî temenê xwe ê mezin ku piranî di ber xebata welatparêzî û henik jî di zîndana Diyarbekriê de min bihurandiye, sipasî we tevan dikin.

Bube Eser

05.12.2017, Sal | 12:34

Dost di rojên teng de diyar dibin
Nêrîn Belav bike

Ez gelekî bextewarim ku PAK, PSK û HAK-PARê piştgirî û alîkariya xwe ji bona romana Barzan Digirî ku ev romana yekem a Enfalê ye, ji niha de diyar kirin. Her dane zanîn ku li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê çi lazimî û alîkarî pêwîst be ew in bikin. Çi civîn, çi ji bona firotina vê û çi ji di warê moralê de çi ji wan bê dê bikin. Amade ne bikin û ji niha de, pirtûkên ku ewên bifroşin ji weşanxanê xwestine ango wê weşanxaneyê ji wan re bişîne. Sipas ji bona vê alîkarî û xwedî li min derketandina wan.

Her weha komîta PAK li Swêd jî bi rêya telefonê ez agahdar kirim ku ew jî amadene çi li Swêdê û çi jî li ewropa bikeve ser milên wan ji bona ev berhem bêtir bê belavkirin û xwendinê wê bike. Ji niha de diyarkirin ku her yek ji endamên wan yên li swêdê wê yek an du pirtûkan dê bikirin.

Li bakur Kurdistanê weke hin ji hevalên min ê berê, wan jî ez agahdar kirim ku ew jî ji bona belavkirin û firotina vê berhemê amade ne. Pirtûkên ku wê bifroşin weşanxana Sîtavê wê ji wan re jî bişîne.

Ez bi dilekî germ, bi kêfxweşiyeke mezin, bi hêviyek xurt û berfireh, di vî temenê xwe ê mezin ku piranî di ber xebata welatparêzî û henik jî di zîndana Diyarbekriê de min bihurandiye, sipasî we tevan dikin.

Di virde tiştê herî girîng û balkêş ew e ku sê partiyên me yên kurd û Kurdistanî yekem car, ji bona nivîskarekî xwe alîkarî û piştgiriya xwe dan zanîn ku ew li pişta min in.

Hêvîdarim ku ev êdî bibe adetek da ku hemî partiyên me xwedî li nivîskar û weşanxanên pirtûkên kurdî çap dikin, derkevin.

Rewşa zimanê şêrîn li bakurê kurdistanê diyar e. Roj bi roj berbi mirinê de dihare. Ji bona ev ziman nemire divê hin binivîsînin û nivîs jî bê belavkirin û xwendinê.

Ji bona em xwe û zimanê xwe nekujin , divê nivîskarên kurd êdî dev ji tirkî axaftin û nivîsandinê berdin, bi zimanê xwe berhemên xwe biafirînin.

Li gor bernameya weşanxana Sîtavê danîye, heger Barzan Digirî bi firotina xwe mesrefê xwe derxe, ewên vê bikin bi tirkî û wê jî çap bikin. Dûre jî ewên wan hevpeyvînên ku min di sala 2007an de li başûrê kurdistanê û li devere Barzan bi malbatên enfalê re kiri bû li gel wêneyên min û ê enfalê bi mesrefeke mezin weke pirtûk dê çap bikin û pêşkêşî we xwendevanên hêja bikin.

Ji ber vê ye, bi firotina ango mesrefê xwe derxistina Barzan Digirî wê du berhemên din bêna weşandin. Ev ê bibe sedem ku ez ê xwe bêtir li wan xebatên ku bi salan min ji ber bêîmkaniyetê rawestandine bijidînim ,wan jî bi alîkariya we û Sîtavê bidim weşandinê.

Ez ê her li benda û hêviya hevalên li ewropa ne bim ku vê bikin bi zimanê ewropî da ku ewropî jî sedema xwe firoşên kurdan û enfalê binasin. Ji ber ku di vê romanê de bi awayekî zelal û eşkere, xwe firoş, welatfiroşan dide zanîn û sedemê pêkhatina enfalê li gel şahîdeke ew jiyanin, diyar dike.

Bi hêviya ku xwendevan, min û weşanxana Sîtav ê fedîkar dernexin, bikirin û perên wê bighêjînin Sîtavê da ku ew jî haziriya berhemên min ên din bikin. Xebatên min yên bi salan niha di sarincê de ne. Hûn bawer bin, heger îmkan ji bona min vebe, ez niha weke volkanekî tije me, heger teqiyam wê zimanê biyanê êdî xwe li kurdan neke bela…

Ji bîr nekin ziman bi saya xwendin û nivîsandinê namire, heger ew nebin ziman jî namîne. Heger ziman neba, milet jî namîne. Hûn dixwazin xwe û hebûnên xwe biparêzin, zimanê xwe bi pêşve bibin.

We bi alîkarî û piştgiriya xwe ez gelekî kêfxweş kirim, soz ez ê jî bêtir berhemên xwe yên bi zimanê şêrîn we kêfxweş bikim û çend berhemên din li pirtûkxana kurdî zêde bikim.

Tenê bi kirîn û firotinê nemînin, hewl bidin da ku berhemên kurdî bêtir bêne xwendin, da ku em ji dîroka xwe hin tiştan fêr bibin û şaşiyên berê dubare nekin.

Spas ji bona partî û hevalên dilsoz,yên bi alîkariya min ve rabûn, mala we tevan ava be.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:57

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x