Loma jî hemî dagirkeran sazûmanên xwe, qanûn û zagonên xwe li gor vê amede kirin da ku kurdan tune bikin. Di hin waran de jî bi serketine…
Ji ber vê wan berê dest bi qirkirina kurdan û wêraniya welatê wan kirin. Kurd ji cih û warên wan rakirin di nava xwe de bi cih kirin. Gundên kurdan wêran kirin, şewitandin, xaniyên wan bi ser wan de hilweşandin.
Mirov dikare bêje li vê cîhanê çi tiştên xerab û ne aqilane hebû, anîn serê kurdan lê dîsa wan nikarîbûn kurd biqedadina. Neqedandin, wê neqedin û wê her kurd bijîn. Lê…
Ji ber hin sedeman kurd neqediyan. Yek ji sedema herî girîng li ser erda. xwe bi piranî man, li deşt û zozanan, li gund û bajarokan bi hevre kurdî qise dikirin. Neqediyan û heta bi zimanê xwe bixwînin, binivîsînin û biaxifên wê neqedin. Li niha ev jî ji dest dihare hişyar bin… Lê kî???
Li hember hemî van zilm û zordariya dagirkeran, kurdan ji bona azadî û serxebûna Kurdistanê ii xwe re partî damezrandin, tevger xuliqandin, dezgeh afirandin. Lê ew jî bi ser neketin. Ji ber ku ne li hev bûn…
Weke tê zanîn hemî xebatên wan tekane bû. Ango bi hevre tevger, enî an dezgeheke neteweyî danemezrandin. Her yek bi serê xwe bûn. Ji ber vê bû ew jî yek bi yek tune bûn
Niha ew kultur û çanda ji hev belavbûne xwe berra nava kurdan daye. Ketiye ruhê wan, ketiye mejiyên wan û bû adeteke xerab da ku Kurd nebin yek.
Loma vê qaresatê xwe di jiyana hemî kurdan da rê da û kurd bêtir li gor vê meşiyan û hê jî dimeşin. Ji ber ku zimanê dagirkerên xwe bi kar tînin…
Min çima berê ev got:
Ji ber ev perçebûn û hevdu ne qebûlkirinê xwe di nava kurdan de kir weke adetekê, xwe kir weke çandekê, loma jî vê helwesta xerab di mejiyê rêber û rewşenbîrên kurdan de bi cih kir ku heta sax bin wê her ew, ew bin.
Em niha li rewşa rewşenbîr, nivîskar, hunermend ûhwd ya kurdan binêrin ew jî weke partiyên xwe ê siyasî tevdigerin. Yek yekî/ê qebûl nakin. Yek pesnê kesên xwe ê zîrek û jêhatî nadin. Yek naxwaze yekî/a din bi serkeve.
Vê ji hev belavbûnê kir ku kurd ji hev hez nekin. Vê kir ku di mejiyê kurdan de ya li hemberî hev weke adeteke sereke, weke toreyeke xerab di nava me de bûye desthilat da ku em nebin yek û nabin yek.
Em dikarin bêjin, pîştî salan 1980î hêdî hêdî hin kurdan li xerîbiyê dest bi nivîsandina romana kurdî, çîrok serpêhatî, şano, helbestan kirin. Her çiqasî di destpêkê de zaîf jî bû, her ku çû ev xurt û bi hêz bû.
Vê xurtbûn û hêzbûna nivîsandina romana kurdî xwe derbasî qada navneteweyî kir. Helbet vê geşbûne berê ji derveyî welat dest pêk kir, Vê hêz, hezkirina ziman û xwedî lê derketina zimên xiste nava Kurdistanê.
Bi vê yekê ciwanên me dest avêtin qelemê, her çiqasî di destpêkê de şermok jî bûn, lê her ku çû zimanê xwe geş, qelemên xwe xurt kirin.
Li her çar perçên kurdistanê de êdî her roj bi bihîstina çend romanên nû em şiyar, dibin kêfxweş dibin serbillind û şad dibin.
Lê û hezar caran lê, em jî ango nivîskarên kurd jî weke partiyên siyasî hevdu qebûl nekirin û nakin, her kesek xwe ji yên din mezintir, zanetir û zîrektir dîtin ê dibînin.
Ji dêlva pesnê hev bidin carna rexneyên bê ûjdanî li hev dikin. Ji dêlva hev rakin hev bê qîmet dikin, ji dêlva pesnê hev bidin, hevdu kêm dikin.
Ji dêlva nivîskar bibin xwedî dezgehekê, bi dehan dezgeh û komelên wan hatine vekirin û hema bêjin; destûr û bernameyên tevan yek e an pir nêzîkî hev in. Lê mixabin dîsa xwe di bin sîwanekê de nedîtin û nabînin.
Li gor min ji ber vê ye kurdek nikare bibe xwediyê xelata nobelê, her yek ji bona xwe kar dike da ku xwe bighêje wê xelatê. Lê fêm nakin û bîrnabin ku bi yekane ev kar nabe.
Mirov weke kurd dikare vê xelatê bi piştgiriyeke xurt, bi qaweteke bi hêz bigire. Heta em dostaniya hev nekin, pesnê hev nedin, an jî hin dewletên biyanî xwedî li me dernekevin, em ê yek jî nebin xwediyê xelata Nobelê…Lê ya rastî berhemên nivîskarên kurdan jî êdî ne kêmî yên cîhanê ne.
Pêşniyara min; divê ji herçar perçên kurdistanê komîteyeke hevbeş bê damezrandin. Ev komîte li ser berhemên nivîskarên kurd yên bi kurdî rawestin. Yên layiqê xelatê dîtin divê ew bi xwe li ser navê dezgehê pêşkêşî akademiya Nobelê bikin.
Piştî vê jî divê çi dem û dezgehên kurdan yên demokratîk, çi partiyên siyasî hebin, piştgiriya xwe bikin û ew jî bi nameyên xwe Akademiya nobelê agahdar bikin ku ew berhem hêjayê girtina xelatê ye.
Aha wê demê em kurd jî dikarin bibin xwediyê xelata Nobelê. Lê heta em weha ne li hev bin û dezgeheke me ya hevbeş tune be wê kesek ji me nebe xwediyê wê xelata zêrîn.
Em bi xwe gunehkarin lê tim li derveyî xwe li gunehkaran digerin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.