Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!!

Ji her destpêkekê re dawî anîn û her ji dawî anînê re destpêkek heye. Ji me gelek em bûna şahîdê wê yekê ku dîktatorî, kîndarî û malwêran kirin heta heta dom nake.

Bube Eser

23.06.2021, Çar | 15:47

Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!!
Nêrîn Belav bike

Loma jî her destpêkek dawî anîna wê heye. Îcar ew dawî anîn dê çawa be, bi çi reng û awayî bimeşe girêdayî civakê ye.

Dîsa em bûne şahîdê wê yekê ku hilweşandina sazûmana dîktatoran ji nava xwe de dest pê dike û dawî lê hatiye û tê. Baweriya min ew e ku wê dawî anîna pk(k)ê jî weha be. Loma min got ev destpêkek e…

Dîktatorî ne heta hetanî ye. Roja wan jî tê û weke tu noka li kevir xe, perçe perçe dibe. Ew perçebûn bi xwe re nûjeniyekê û yekîtiyeke xurt, li ser hîmê parastin û azadiya welêt tîne.

Her weha her partî û rêxistina diktator jî ne heta hetanî ye. Ew piranî bi destê serdestên xwediyê xwe têne damezrandin da ku li gor berjewendiya wan kar û xebatê bike. Heta niha pk(k) jî ew kirî ye.

Li gor vê jî dagirkerên me tim lê xebitîne da ku hêz û qaweteke xurt ya kurdan çênebe. Ji bona vê jî tim kar kirine û di gelek waran de bi ser jî ketine. Lê weke me got her tişt tu caran ne heta heta nî ye.

Dema dagirkeran dîtîn ku tevgera welatparêzan li bakur Kurdistanê roj bi roj xurt dibe, bi hêz dibe û dibe xwedî qaweteke bê hempa. Aha wê demê, ew ji nû de difikirin û fikirîn ku çawa vê têk bibin.

Lewra jî ev nehat hesabê dagirkerên tirk weke bav û kalên xwe kirin û rêxistinekê ji kurdan û li ser navê wan damezrandin da ku bi rêya wê pêşî li tevgera azadîwaz bigirin. Her weha jî kirin û di gelek waran de bi ser jî ketin.

Loma di wê kela kela germa tevgerên welatparêz geş û xurt dibibûn (1960-80). Karbidestên tirkan jî di nava wê kele kelê de pk(k) damezrandin, da ku wê pêla welatparêz bişkênîne. Her weha jî bû. Lê ne bi gelemperî.

Me gelek caran ev mijar nivîsî ye û gotiye. Loma hewce nake em dîsa li tiştên berê vegerin. Loma min xwest bêjim ku ji pk(k) veqetandina berpirsê gewre Özgür Jiyanda Li gor min destpêka hilweşandin û dawî anîna pk(k) yê.

Heta niha ne di nava pk(k) de û ne jî ji dervî wan çiqasî kar û xebat hatibe kirin jî me nikarî bû, wê hilweşînin û rûçikê wê ya rast ku xizmetkarê dagirkerane derxin holê.

Ji ber ku di dema şer û pevçûnan de tu nikare rastiyê bêje, te got jî nayê dîtin û xwendin. Lewra ew rastiya di nava gulleyên ji bona tunekirina kurdan dihat teqandinê de, zehmet bû ku tu rastiyê bi nezanan bide zanîn û qebûlkirin.

Nezan dibêjim, ji ber ku hin îstîsna ne têde bêtirîn tevgerên dîktator ji kesên nezan, berjewendîparast xêrnexwazên gelê xwe têne peyde kirin ango amade kirin…

Tirkan rewşa xurtbûna tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê baş fêmkiribûn loma wan vê zanebûna xwe, ji bona rêxistina xwe ya bi navê pk(k) baş bi kar anîn. Nehiştin û mecal nedan endamên pk(k) da ku bikaribin bifikirin û rastiyê bibînin.

Lê çi dibe bila bibe, dawî anîna dewlet, partî û kesên xwedî qawet û yên dîktator jî bi destpêka ji hevketina di nava xwe de dest pê dike.

Îro em pir bi rehetî dikarin êdî vê di nava pk(k) de jî bibînin. Loma veqetandin û eşkere kirina bûyer û kiryarên pk(k) êdî têne qebûlkirin û dîtin.

Ji ber vê ez dibêjim; veqetandina Özgür Jiyanda ji pk(k) wê bibe destpêkek da ku êdî em ê bibînin bê wê çawa ev rêxistina dîktator û ya li ser destê dagirkeran, ji bona tunekirina Kurdan hatibû damezrandinê, têk here.

Êdî dawiya pk(k) tê dîtin. Ji ber ku hilweşandina avahiyekê bi kişandina kevirekî ji asasê wê de despê dibe. Êdî pk(k) tu şerê bike nemaye. Ya wê êrîşî başûrê kurdistanê bike û pêşmêrgeyên qehreman bikujin ya wê ji nûde li kuştina nava xwe de vegere û destpê bike.

Ji bona zarokên me yên di nava pk(k) de neyên kuştin, divê malbatên zarokên wan gerîllana, pêwîst e dest bi xwepêşandanan bikin, semîner û konferansan li dar bixin da ku bikaribin zarokên xwe ji nava wî aşê kurdan dihêre, xilas bikin.

Divê ew gerîlayên durust ku ji bona azadiya miletê xwe tevlî wê rêxistina kurd kujê bû bûn, mecal dîtin jê birevin û bikevin nava hêza pêşmêrgeyan. Heger vê nekin wê gelek ji wan bêne kuştin. Taliya talî jî wê wanên li qandilê (Tirkiye û Iran) rûniştine bi operasyonekê dê herin tirkiyê ba xwedî û xalanên xwe.

Divê medya kurdî bi gelemperî weke kampanyekê dest bi eşkerekirina kiryar, bûyer û xerabûnên pk(k) ji xelkê re eşkere bikin.

Di vê derheqê de arşîveke mezin di destê partî û rêvebirên başûrê Kurdistanê de heye divê ew jî êdî destpê bikin wana ji raya giştî re eşkere bikin da ku gerîla û xelk jî êdî rastiyê bi çavên xwe bibînin û bi guhên xwe bibihîzin...

Li gor min ji pk(k) veqetandina Özgür Jiyanda destpêka hilweşandina wê bi xwe ye. Em ê guhdar bin û bişopînin…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:39

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x