Ji bona em rewşa bakurê kurdistanê baş nas bikin û dîroka wê fêm bikin, divê em hinekî li demên ji salên 1920 û heta 2020an binêrin an bixwînin. Bizanibin ji wê demê heta niha çi bûye û çi qewimî ye…
Dema me xwend em ê çi fêr bibin?
Berî her tiştê em ê fêr bibin ku bê sedema têkçûna hemî serhildanan li bakurê Kurdistanê ji bona çi bû? Dema em fêrî sedemên wandakirinê bûn, wê gavê em ê ji nûde ji bona ku em weke kurdên bakurê kurdistanê bi ser bikevin, destûr û bernameyên xwe, helwest û biryarên xwe ragihînin û li gor wê tevgerên nû bixuliqînin an ê heyî xurt bikin.
Li bakurê Kurdistanê çi dema ji bona azadî û serxwebûna wê serhildan, berxwedan û şoreşa ji bona azadiyê pêk hatibe, hin serokeşîr û dewlemendên kurdan tim cihên xwe li ba dagirkeran girtibûn û alkariya wan kiribû da ku berxwedana ji bona kurdistaneke azad û serbixwe têk here.
Ji bona vê ye ku hebûna hin eşîrên kurdên ku li ba dijmin cihê xwe girtibûn û bû bûn sedema têkbirina şoreşên ku destpêkiribûn. Ya rastî ji kurdan pêve tu kes nikarin bi kurdan. Loma pêşiyên me gotine; ”Kurmê darê ne ji darê be, nikare bi darê”.
Vê rewşê heta têkçûna soreşê li Dêrsîmê domand. Jê û pêve dagirkerên tirk bi saya hin eşîrên xwefiroş bi ser ketin. Lê piştî tirkan ev serketin bi dest xistin, vê carê jî dest avêtin êşîrên ku alîkariya wan kiribûn û destên wan jî ketibûn xwîna brayê wan.
Dagirkerên tirk piştî bi serketin, êdî dor dihat êşîrên alîkariya wan kiribûn. Hin surgunî (koçber) nava tirkan kirin û gelek ji wan dane kuştin. Kuştin û gotin; ”kesên ji xwe re nebin tu caran nikarin ji me re bibin:”
Piştî têkçûna şoreşa Dêrsîmê, bakurê Kurdistanê bi temamî kete, bêdengiyeke kûr. Ji ber ku kurd êdî ji kuştin, wêrankirin û surgunê tirsiyan, loma jî xwe bê deng kirin.
Piştî salên 1960 bi xwendina hin kurdên ciwan ku li bajarên tirkan yên mezin xwendin, li doza xwe û ya gelê xwe hay bûn, vê haybûnê hêdî hêdî kurd ji wê xewa bêdengiyê şiyar kir.
Helbet şiyarbûna wan, ne tenê ev bû. Ji ber ku li başûrê kurdistanê bi destpêka şoreşa îlonê ku bi serokatiya Barzaniyê nemir, destpê kiribû, tesîr û şiyarbûneke nû da hemî kurdan.
Hêdî hêdî tevger di nava ciwan û xwendekarên kurd, li bakurê kurdistanê destpê kir. Piştî salan 1970 êdî ji teref aqilmendên tirkan ve pir bi zelalî hat dîtin û zanîn ku wê kurd ji nû de doza gelê xwe ya azadî û serxwebûnê bike.
Piştî ku tevgera ciwan û xwendekaran xurt bû, dagirkeran rewş fêm kirin. Fêmkirin ku êdî ewên nikaribin pişî li serîhildan û berxwedana kurdan bigirin Tirkan êdî fêm kiribûn ku wê vê carê nikaribin pêşî li tevgera gelê kurd ya bi salan bêdeng mabûn, bigirin.
Çi kirin?
Aha ya girîng ku divê em hemî kurdên ji xwe re dibêjin ”Em kurd û Kurdistanî ne” li ser vê û di warekî pir alî bifikirin ku em bikaribin vê fêm bikin.
Tirkan êdî li bakurê kurdistanê nema dikarîbûn, hin eşîran bikşînin aliyê xwe da ku weke zemanê berê bi saya wan dîsa tevger û serîhildanên kurdan bi destê hin kurdan bitemirînin.
Dema roj bi roj teverên kurd yên welatparêz geş û xurt dibûn, êdî xwe dikirin partî û partiyên xwe damezrandin da ku bi rêvebiriya wan tekoşîneke nû bê dayîn. Ji bona kurdan xwe bighiştana qonaxa serîhildanê, divê berê bixwendana û zana bibana. Şert û mercên şoreşeke nû danîna, da ku vê carê têk neçûna.
Aha tam di vê haziriyê de,tirk gihiştin wê baweriy ku wê vê carê nikaribin bi saya hin eşîran pêşî li vê tevgera ciwanan bigirin, loma dest bi avakirina partiyeke bi navê xwe kurd û kurdistanê kirin da ku bi saya vê kurdan bikşînin nava xwe û wê daxwaza xwe ya têkbirina tevgera kurd pêk bînin. Loma bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê. Yanî PKK damezrandin. Serokatiya wê jî kirin zilamên xwe.
Ji wan re destûr û bernameyeke li gor dil û daxwazên kurdan amade kirin. Bi sirûd û daxwazin mezin PKK jî xistin nava tevgera kurdên bakurê kurdistanê.Bê ku şert û mercên şoreşê bikemila wan bi pkk qaşo şoreşek dana destpêkirin.
Armanc û hedefa dagirkeran ew bû ku vê carê jî bi saya partiyeke li ser navê kurdan, lê ji bona têkbirina tevgera kurd û hemî hêjayiyên wê têk bibin, damezrandin. Her ev kirin û di gelek waran de bi ser jî ketin.
Ji roja pkk derket û heta îro, karê xwe li gor wê destûr û bernameya tirkan ji wan re hazir kiribû, pêk anîn û tînin.
Ji bona nivîs dirêj nebe, naxwazim behsa kiryar û bûyerên pkk ya ji bona tunebûna kurdan, bikin. Divê her kurd ji nûde li ser dîroka pkk rawestin. Ev partî çawa û li ser çi asasî hatibû damezrandinê, bibînin.
Bibînin û bizanibin ku pkk hêjî karê xwe ê ji bona tunekirina kurdan, wêraniya welatê kurdan û guherandina mejiyê kurdan, berdewam dike.
Ji ber vê jî hêdî hêdî Kemalîzm bi kurdên xwe re şêrîn kirin û da qebûlkirinê. Li gor wê îdeolojiya Kemalîzmê hin ji kurdên xwe kirin kadroyên asasî û xistin nava kurdan da ku tevgereke kurd û kurdistanê çê nebe, an dernekeve…
Hêvîdarim ku bi vê nivîsê min dabe zanîn ku çima tevgerên kurdên bakurê kurdistanê bi serneketine. De ka hûn jî bifikirin û rewşê ji nû de li ber çavan bigirin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.