Çareserî!!!!
Heger em vê xala xwe ji nûde vekin û bêjin ku çareserî çi ye? Bawerim gelek ji we vê baş dizanin. Lê ez ê dîsa li gor xwe vekim
Berî her tiştî çareserî ew e ku van sal mezinên me dev ji rêbertî û serokatiyê berdin. Li gel vê divê hemî jî zarokên xwe di nava partî û tevgerên xwe de çalak bikin. Heta ku ciwan pêşkêşiya partî û tevgeran nekin, hûn bizanibin ku ji wan yek jî dê bi sernekevin.
Li bakurê Kurdistanê hingî partî, rêxistin û tevgeran soz dane gel û pêk neanîne, êdî xelk nema ji wan bawer dike. Ya din bi salane ku behsa bi hevre karkirin û yekîtiyan tê kirinê, lê ci ecêb e ku ew bi ser nakeve û ne ketiye.
Ez bi xwe gîham (gihiştim) wê qenetê ku êdî li bakurê Kurdistanê di xebatên siyasî de helwesta hin serok, rêvebir û hin partiyan tenê bûye ango maye ji bona şovê. Gotinên mezin dikin, lê emel vala ye. Karên mezin û giran dane pêşiya xwe lê nikarin komeleyekê vekin. Ala kurdî ji dest wan nakeve lê erkê wê alê bi cih naynin. Çend salin deh kes bûn, daketin neha lê ne bûn yanzde. Ji bona azadiya kurdistanê li ser rê ye, lê nikare serê xwe ji tevliheviyê Azad bike...
Sedema vê jî li gor min ev e ku gelek ji wan sal mezinên me di demên bi hevre kar dikirin, ji ber sedemên ne sedem bûn, bi hev ketin tu tişt nema ji hevre negotin. Bi salan halê hev nepirsin silav jî ne didan hevdu. Lê îro em dinerin van camêrana ji nû de hatin ba hev. Gelo wê çi bikin? Gelo wê dilê wan çawa li hev rûnê???
Min gelek caran gotiye dîsa dibêjin, hatina wan î ba hev ji bona hevdu li hember dîrokê paqij derxistinê ye. Ji bona gemara hevdu şuştinê ye. Heger ne weha be divê her yek ji wan berê lêborîna xwe ji gel bixwazin ku wan bi sala gel bê rêber hiştinê.Tevger û rêxistinên xwe belav kirine û ji nû de hatina ba hev ku wî şerbike jikestî biceribînin û weke berê bikin.
Divê ew ji bona hemî kirinên xwe yên nebaş, di raya giştî de rexne li xwe bigirin û bêjin ku em bûne sedem ku me partî û tevgerên xwe yek bi yek têk birin.
Divê her yek ji wan, zarokên xwe bixin nava karên siyasî. Divê em ji bîr nekin dema di salên 1970ê me dest bi karê siyasî kirin, me hemiyan wê demê ji malbatên xwe de destpêkir, Bra û xuşkên me, pismam, brazê û xwarziyên me li gel me bûn. Heta piraniya dayik û bavên me jî li gel me bûn. Lê îro????
Ji ber vê sedemê bû ku roj bi roj em mezin fireh dibûn. Hingî em bû bûn xwedî qaweteke mezin êdî dagirkeran jî hesabê me dikirin ku em ê şoreşê bikin. Her weha jî bû. Gelek ji partî û tevgerên wê demê haziriya xwe û şoreşê dikirin. Lê ji ber em bê tecrube bûn, me wenda kir û partiya dagirkeran ava kiribû li gor dilê wan bi serket.
Gelo heta roja îro kîjan serok û rêberên wê demê lêborîna xwe ji gel xwestin û sedema wendabûna xwe got û nivîsîne. Ne tu kesekî. Dema mirov, partî û tevger ji raberdûyên xwe dersan negirin mirov nikare ji bona gel pêşerojeke zelal bibîne.
Ha wê .çi bibe? Wê kar û xebatên bêne an têne kirinê dê ji bona kêmanî û şaşiyên hin rêber û serokên wê demê bin. Ji xwe karê wan î niha jî ew e. Ji bona xwe li hember dîrokê paqij û temîz derxin, ji bona guneh û sûcên xwe veşêrin, ji nûde li gel wan kesên berê silav jî ne didan hev, dest bi damezrandina tevger û partiyan dikin.
Lê ji bîr dikin ku wê dîrok rojekê vî hesabî ji wan kesên xerabiyên mezin kirine, bipirse. Dîrokê de kê çi kiribe dê bê nivîsên. Loma divê me re berê ji xwe de destpê bike. Kêmanî û şaşiyên xwe rêz bike da ku bikaribe bi karên baş ve rabin.
Di vê rewşê de û di vê nivîsa dawî de dixwazim bêjim: Îro piraniya partî û tevgerên heyî ji bona bakurê Kurdistanê luks in, zêde ye. Bi pirbûna wan û bi kêmhêzbûna wan tu welat nayê azadkirin. Loma dibêjim:
Di dîrokê de şaşiyên me tevan çê bûne, divê berê em wan bêjin. Perçebûn demekê bû bû weke adetekê. Ji bona em ji nû de bikaribin karekî dilsozana bi hevre bikin.
Divê em wan şaşî û kêmaniyên xwe temam bikin, bêjin û binivîsînin.
Çine wan a??
Li gor min perçebûna psk ê weke du rêxistin luks e, zêdeye. Ev me ji qawet dixe. Divê herdu jî ji PDKa rojhilata Kurdistanê ders bigirin û dîsa yekîtiya xwe pêk bînin. Ev ê di berjewendiya Kurd û Kurdistanê de be. Divê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) vegere dema xwe ya damezrandinê.Ji nû de wê germ û baweriya di destpêkê de dabûn, pêk bînin.
Divê PAK ji nû de rewşa xwe li ber çavan bi awayekê li xwe rexne girtinê derbas bike. Kêmanî û şaşiyên hatine kirin telafî bikin, Bi bangawaziyeke nû de ji bona hemî rewşenbîrên bakurê kurdisanê wan bicivîne û bi hevre li ser rewşê rawestin, kar û xebatê bikin. Ji rewşenbîr û nivîskaran xeyidandin dê ne di berjewendiya wan de be. Divê PAK jî nebêje ez û ez. Bila slogana wan ez û em bin.
Li bakurê Kurdistanê hêzek an tevgereke sivîl ku qet eleqedara xwe ji karê hizbayetiyê neyne pêwîst e. Damezrandina tiştekî weha divê tenha karê xwe ji bona ziman û çanda gelê kurd be.
Di damezrandineke weha de divê piraniya nivîskar û rewşenbîran di nava wê de cih bigirin da ku bikaribin ji nûde zimanê li ber mirinê ye, li gel vegerînin. Heta ku em karê siyasî û yên çandî ji hev cûda nekin, ne di warî siyasî û ne jî di warê çandî û rewşenbîrê de em ê bi ser nekevin. Ji bona avakirina dezgeheke weha ez ê di pêşde dîtinên xwe bi we re parvekim.
Heta ku li bakurê kurdistanê em karê siyasî ji partiyên xwe yên siyasî re bernedin û weke nivîskar û rewşenbîrên vî gelî jî xwe di bin sîwaneke rewşenbîrê de neyên ba hev, em ê di herdu waran de jî wenda bikin. Ez ê di rojên pêşde di vê darbarê de bi nivîseke fireh nerîn û dîtinên xwe bi we re parve bikim.
Çi dibe bila bibe welatekî kolonî weke Kurdistanê bê rêxistin an partiyên siyasî zehmet e ku azad bibe. Tenha bi rêxistinên sivîl jî ziman û çanda wî miletî ji mirinê xilas dibe û divê êdî em li ser vê nerîn û dîtinên xwe bêjin.
Ez ji partiyên me yên siyasî re serketinê dixwazim. Bawer bikin min di sala 2010an anîbû zimên ku hemî partiyên Kurd û Kurdistanê partiya min e jî. Kîn û nefreta min li hember tu partiyên Kurdistanî tune ye. Heger carna rexneyên min tûj jî be ew jî ji ber êşa dilê min û bela wela wan e. Ji hemiyan re serketinê dixwazim.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.