Belê bi rastî jî pirseke girîng e û ev pirs geleke caran ji teref gelek rewşenbîr û hin siyasetmedaran ve hatiye nivîsîn û gotinê. Lê siyasetmedarên me ango rêvebir û serokên partiyên me qet li ser vê nesekinîne û nasekinin. Her ew dixwazin bila bi çûk be lê ya wî/ê be.
Min xwest weke gelek caran dîsa vê mijarê bixim rojevê û bêjim ku di şert û mercên îro de partiyeke çawa ji bona bakurê kurdistanê lazim e. Berî ku vê vekim dive ez bingeha wê partiya ku lazim e dînim. Dûre jî ez ê nav û navarokê wê bêjim.Li gor min:
Berî her tiştê divê serok û rêvebirên partiyên me, endamên xwe fêr bikin ku dema rexneyek li wan hat kirinê, bila endamên wan her yek ji derekê û bi awayekî bê mistewa bersîv nedin. Heger pêwîstî hebe divê ew serok û rêvebirê rexne lê hatiye kirin bila ew bersîva xwe bide.
Na heger tim ji dêlva wan endam bersîv bidin. Wê gavê civateke an jî endamên sofî û bi saya wan sofiyan jî dîktatorek tê xuliqandin. Li gor min ev gelekî xetere divê êdî serok û rêvebirên rêxistinên me kurdan li hember vê bê helwest nemînin.
Ez ne di wê baweriyê de me ku serok û rêvebirên partiyên me li ser pêşniyar û têbiniyên rewşenbîrên xwe disekinin ku ka bê ew çi dibêjin û çi dinivîsînin. Ji ber ku civateke bi saya rewşenbîrên xwe pêş an jî bi paşve dihare. Gelek mixabin civata me partî û rêvebirên wan her di cihê de dijmêrin.
Divê serok û rêvebirên partiyên me endamên xwe fêr bikin ku nebin sofî. Li hemberî her bûyer, kiryar û nivîsekê nebin êrîşkar û dilê rewşenbîrên xwe nehêlin. Bila aram bin û li netiyecan binêrin.
Divê partî û rêvebirên partiyên me xwe ji hevdîtinên pûç û vala dûr bixin. Her hevdîtineke wan li gel partiyên bra yên din divê encamekê wê ya siyasî hebe. Ji ber ku ew partiyên siyasî ne. Partiyên siyasî weke ji navê wê diyare ku divê karê wan siyaset be.
Partiyên siyasî serok û rêvebirên wan divê tu caran bi çûk nefikirin, da ku fêrî karên mezin bibin. Madem armanca wan azadiya welatekî ye. Ev daxwazeke mezin û giran e, loma divê xwe ji nihade fêr bikin ku welatek çawa tê rêvebirin û îdarekirin. Pêwîst e partiyên me jî xwe fêrî wê bikin û weke partiyeke desthilat û xwedî dewlet in kar bikin.
Ji bona dewletekê çi dem û dezgan hene divê ew jî li gor îmakan û mercên heyî wan dînin û wan weke dewlet in bi rêve bibin. Bi çend nivîsan, bi çend belavok û agahdariyan, bi xwe pêşandanan welat azad nabe, lê ew jî car carna lazim in.
Partî û rêvebirên wan divê bernameyên xwe destûr û şiklê xebatên xwe bi awayekî zelal bêjin û binivîsînin. Hedefên wan yên dûr û nêzîk çine. Xebatên wan î rojane, mehane û salane divê çawa be. Bêjin û binivîsînin da ku xelk jî li gor vê terciha xwe li gel partiyekê bikin.
Heger hemû partî yek tiştî bêjin û binivîsînin. Wê gavê tercîh û cih girtina li gel wan dimîne li ser nasîn û dostaniyê. Ev jî li gor min nabe tercîh, kar û barekî siyasî…
Pêwîstî heye ku hemû partiyên me careke û bi awayekî aqilmendî rewşa xwe, ya endam û rêvebirên xwe li ber çavan bigirin. Li ser vê yekê rawestin, ji ku hatin, bi ku de diharin rewş û halên niha ku têdene, di çi merhaleyê de ye, bi bînin û bizanibin. Kêmanî û şaşiyên xwe bibînin da ku bikaribin revebiriyeke baş ji bona gelê xwe peyde bike.
Kîjan partî çi dixwaze divê di destûr û bernemeyên xwe de vê bi zelalî û eşkereyî bêjin binivîsînin. Hemû kurd û kurdistanî ne, ser çavan. Hemû ji bona gelê xwe azad bikin kar dikin. Ser çavan. Lê di encam û di destpêkirina her karekî de divê armancên dûr û dirêj, şikil û awayê xebatê bêjin ango binivîsînin, da ku mirov ferqiya partiyan bibîne.
Partiyeke dilsozê gelê xwe be, divê ji bona gel çi pêwîst be wê bike. Loma jî xeter, kiryar û bûyerên diqewimin û ne li gor berjewendiya gel be divê wê bê tirs bêjin û eşkere bikin. Lê ez îro vê yekê di hemû partiyên me yên niha hene de nabînin. Ji ber ku berjewendiyên şexsî û hêzbiyatî îro lê pêş e.
Divê êdî partiyên me xwe bi tenê ji proteskirinan, azad bikin. Dema bûyerek qewimî, sedem, qencî û başiyên wê bê tirs bêjin da ku xelk bi rehetî tê bighêjin. Proteskirina her tiştekî dibe weke çepikin ku ji bona dîktatorekî têne lêdanê ye.
Divê partiyên me şikil û awayên xelk û endaman qezenc bikin ji nû de bibînin. Heger hê jî li gor baweriyên salên 1970ê tevbigerin, wê wenda bikin, dikin lê haya wan ji wan tune ye.
Salên 70 û 80 bi serê xwe demeke bû. Ew dem demeke zêrîn bû, partî û endamên wan jî li gor wê dema zêrîn bûn. Lê ew dem li wir ma û em ango partiyên me êdî nema dikarin demeke weha bibînin û xebatên xwe yên niha li gor wê demê bimeşînin.
Partiyên me divê bi projeyên nûjen derkevin pêşberî xelkê û ji bona wan bixe jiyanê divê karê bê tirs bikin. Hesabê A û B nekin. Di xeta xwe de zelal bin û li gor wê delal û xebatkar bin..
Ji bona nivîs zêde dirêj nebe, ez ê di nivîsa bê de partiyeke çawa ji bona me kurdên bakurê kurdistanê lazim e wê bêjim û vekim…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.