Ez di 20 saliya xwe de bûme endamê PDKT ji wê rojê û heta niha ji bona azadiya kurdistanê çi ji min hatiye bi qasî kanîn û zanîna xwe kirî ye. Min di vê rêyêde gelek bedel dayî û naxwazim li vir behsa wan bikim.
Helbet di nava karê siyasî de kar û xebat, mirov di gelek waran diguhere û bêtir girêdayî wê partiya endamê wê ye karê xwe ê siyasî dike. Ev jî rastiya jiyanê ye.
Dema mirov ket nav karê rêxistinî, gelek caran mirov hay ji der dora xwe tuneye. Mirov kêmaniyên xwe nabîne, her tiştên ku mirov li gor xwe çewt ango şaş dibîne rexne dike. Nafikire ku dibe ya wan jî ji dîtina me re rastir be.
Dema mirov bi rêxistinê kar kir, mirov hinekî teng jî dibe û nikare şaşiyên berpisên xwe, rêveberên xwe, heval û endaman bibîne. Ji ber vê mirov her weke xwe difikire, dinivîsîne û rexne dike.
Lê bi vê yekê mirov gelek caran nabîne ku dilê gelekan ji xwe dihêle. Mirov bi vê xwe li ber çavên hinan reş dike. Loma mirov piraniya caran nabîne ku ev zerarê dide mirov û her ku dihare nas, dost û kesên hezkirin me re jî dûrî mirov diharin an dikevin.
Mesele ez ji sala 1986an û virde tenê bi kurdî dinivîsînim û di vî warê de hinekî hişk im ku dixwazim herkes û hemî nivîskarên me tenê bi kurdî binivîsînin. Di vî warî de gotin û nivîsên min dike ku gelek canik û camêr xwe êd ji min dûr digirin.
Di warê siyasî de gelekî hişk im. Çawa kêmaniya partiyekê û şaşiya wan dibînim hema wan bi nivîsên xwe rexne dikim. Tu dibêje qey ez bûme berpirsê zimanê kurdî û siyasetê li bakurê Kurdistanê.
Helbet gotin ango nvîsandina ku mirov bixwaze herkes bila bi kurdî binivîsînin baş e, rast e. Kêmaniya partiyên siyasê û destnişankirina wan lazim e û erkek e. De were vana di şert û mercên îro de li bakurê kurdistanê bike. Na be rewş û mercên îro dest nade ku mirov her tiştekî li gor dilê xwe bêje.
Tu dinivîsîne ku hinan serwextî meselê bike. Lê tu bi wê nivîsa xwe dilê gelek nas û dostan ji xwe dihêle. Tu dibêje ji bona ku rastî bikeve jiyanê dinivîsîne, lê tu bi wê nivîsa xwe weke tu xencerekê li dilê nas û dostên xwe xe.
Min gelek caran gotiye û nivîsî ye: ”Rastî agir e, kesên xwe nêzîkî vî agirê bikin ew bi xwe dişewite”. Ez jî bi salan di nava vî agirîde dişewtim, ne tenê ez, malbata xwe. Zarokên xwe jî bi xwe re dişewêtînim. Gotineke kurdan heye dibêje; ”Dema mirov di govendê de be, mirov xwe nabîne ku çawa dilîze”
Nivîsandin û karê siyasî jî weha ye. Tu rastiya li gor xwe dinivîsîne lê ew rastî te dişewitîne. Tu partiyan û hin rêvebirên wan rexne dike, tu bi vê wan û gelek endamên wan jî dike dijminê xwe ya jî ji te bi dûr dikevin.
Gelek nas û dostan bala min kişandin ku ez di warê bi karanîna zimanê kurdî û rexneyên li partî û kesayetan, sert im.
Daxwaz kirin ku ez bibin nivîskarekî gelê xwe. Ez bibin hezkirekî wan tevan divê ez di warê van herdiyan de hinekî nermtir bibin wê hezkirin min jî zêdetir bibin.
Daxwaz kirin ku ez ji nivîsên siyasî bêtir, vegerim çanda xwe,, ji bona zimanê xwe ê şêrîn bêtir kar bikim û berheman binivîsînim wê baştir bibe.
Ez jî gihiştim wê baweriyê ku dostên min rast dibêjin, spasî wan dikim ku di vî warî de bala min kişandin.
Ji ber vê êdî ez ê giraniya xwe bidim nivîs û berhên nû bi zimanê kurdiya şêrîn. Ez ê ji îro pêde êdî qet nivîsîn siyasî, rexna an pêşniyaran ji bona tu partiyan nekim û neynim. Karê siyasê karê partiyan e. Divê ew vê erka xwe bînin cih.
Ez ê ji niha û pêde hewl bidim kar û xebatê bikim ku çend berhemên nû ji bona hezkirên xwe, ji bona gelê xwe, bi zinamê dayika xwe binivîsînim. Xwe ji kar û barê siyasî bi dûr bixin û xwe bavêjim nav agirê çanda kurdî.
Piştî vê nivîsê hûnê di tu waran de êdî rastî nivîsên min yên siyasî ku partî, rêxistin û hin rêvebirin rexne dikim nebînin. Di vî warî de û heta niha min dilê kê ji ber nivîsên xwe ji xwe hiştibe, doza lêborînê dikim.
Ez ê êdî xwe weke nivîskarekî terefê hemî gelê xwe bibînin û tenê di vî warê de karê xwe berdewam bikim û wan çend xebatên di nav destên min de ne biqedînim.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.