Piştî ba û bahozê aramî ye

Ji bona hin guherandin bibe, divê berê tevli hevî, ne aramî şer û pevçû derkeve. Derkeve da ku însan êdî ji ne aramiyê aciz bibe. Pişt re jî bi mudaxweleya dewletên mezin, şer disekine, aşitî pêk tê û di nav vê de hin dewlet perçe dibe û ji nava wan hin dewletên nû derdikeve.

Bube Eser

06.02.2020, Per | 07:32

Piştî ba û bahozê aramî ye
Nêrîn Belav bike

Weke tê zanîn ku li vê cîhanê divê ji sed salan carekê hin guherandin pêk bê da ku cih û bazara dewletên mezin jî firehtir bibe.

Tê zanîn ku di şerê cîhanê ê yekê û dudan de cihan sero binê hev bû. Guherandin û avakirina gelek dewletên nû pêk hat. Van guherandinana hemî jî ji bona berjewendiya dewletên mezin ku li hev kiribûn, pêk hatibû,

Ji bona hin guherandin bibe, divê berê tevli hevî, ne aramî şer û pevçû derkeve. Derkeve da ku însan êdî ji ne aramiyê aciz bibe. Pişt re jî bi mudaxweleya dewletên mezin, şer disekine, aşitî pêk tê û di nav vê de hin dewlet perçe dibe û ji nava wan hin dewletên nû derdikeve.

Ji bona dewletên mezin bikaribin wan guherandinana li gor dilê xwe pêk bînin, divê berê tevliheviyî derxin û dûre jî xwe weke aşitixwaz rê bidin, guherandinên xwe dikin û ji nûde aramî, aşitiyê pêk tînin.

Hin ji van guherandinan li Balkanan dest pêkiribûn û wir weke xwe kirin. Piştre bi bihara ereban berdewam kirin. Ji ber vê niha jî ji bona rojhilata navîn jî bikin weke xwe û dewletên bi hêz û xwedî qawet nehêlin, li wir çi kirin û dikin em hemî dizanin û dibînin.

Bi derxistina El-kaîde, Daîşê ûhwd xwestin ku li rojhilata navên heroj xwîn birije û çi demê xelkê wir ji xwînrijandinê of û aciz bûn aha dê wê demê jî bixwazin aşitiyê bînin.

Helbet anîna aşitiyê jî wê bi perçekirina hin dewletên mezin û derxistina hin dewletên nû ve pêk bê. Loma jî em dibînin û dizanin ku di nava vê guherandina nû de wê Kurdistaneke serbixwe jî derkev e.

Vê ne ji bona xatirê çavên kurdan dikin. Berjewendiyên dewletên mezin weha dixwaze loma vê dikin û ev li gor berjewendiya gelê me ye jî. Divê kurd vê ji bîr nekin ku îro her tişt berjewendiye…

Divê kurd jî êdî vê yekê fêr bibin ku herkesên li vê cîhanê li gor berjewendiya xwe tevdigerin. Dema em kurd jî vê bikin em ê jî bi serkevin. Biryara avakirina dewleteke kurdî hatiye dayîn loma divê êdî kurd netirse û bizanibe ku wê kurdistana serbixwe bê ragihandinê.

Me bi salan rojên reş û nexweş dît û derbas kir. Bi salan e em kurd weke koleyan ji dagirkerên xwe re xizmetê dikin. Lê êdî roja me jî nêzîk bûye, herî dereng heta du salan em jî dibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Piştî vê jî êdî wê reş û spî ji hev bê veqetandin.

Ji ber vê ez dibêjim; divê kurd ji her guherandineke wê bibe, hazir û amade bin. Tiştên baş li gor dilê me dê pêk bê. Em ji koletî û bindestiyê xilas dibin. Hindik maye ku roja me jî hilê.

Dema roj li me hilat divê em jî weke xelkê vê cîhanê, weke miletê kurd li ser erda xwe bi azadî bijîn. Ev heqê me ye. Lê…

Lê divê em, desthilata me kurdan, hukumet û dezgehên me, wan kesên ku ji bona Kurdistaneke serbixwe neyê ragihandin, çawa li ba dijmin kar dikirin. Çawa ji bona berjewendiyên malbata xwe welat difrotin dagirkeran jî divê neyê ji bîr kirin.

Heger ne ji wan kes û partiyan welatfiroşbana, di bû ku Kurdistana serbixwe zûde hatiba ragîhandin. Van welatfiroşan bi xebatên xwe yên li gel dagirkeran ev dereng xistin.

Lewra jî dem dama ku hemî kurd ji bona Kurdistana serbixwe kar bikin e. Em hemî dizanin ku heta em nebin xwedî dewlet em ê li her çar perçan tim kolebin.

Azadî û serbixweyî xweş e, loma divê em kurd jî êdî di nava vê xweşiyê de bijîn. Ev jî mafekî me ê rewa ye. Me weke kurd heta niha erdê tu kesan dagirnekirî ye, welatê wan perçe nekiriye. Em dixwazin welatê xwe ji bin dagirkeriyê azad bikin û li ser erda xwe bijîn û gelê xwe bide jiyandinê.

Di nava vê tevliyeviya niha ku li rojhilata navîn de destpêkirî ye, di nava vê şevreşa heyî de Kurdistana serbixwe dê weke rojê hilê û wê şevreşa me hemî kurdan ronî bike. Bila ji nihade Kurdistana serbixwe li kurdan pîroz be.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:01

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x