Rexne û li xwe rexne girtin di civatên pêşketî de tiştekî normal e ku dibe û hebûna wê jî civatê bi pêşve dixe. Dema mirov li civatên pêşketî dinêre, pir bi rehetî dibîne ku heta li serokwezîr û li serokkomar jî bi awayekî çêker rexne li wan tê kirin. Kêmanî û şaşiyên wan eşkere dikin.
Lê weke hûn jî dizanin ku di civatên paşdamayî de bi karanîna vê aleta hêja her çiqasî civat û kesan bi pêşve dibe jî dema tê bi karanîn, wêrankirin û girtina mirovan jî bi xwe re tîne. Bi vê jî tirsê dixe nava civatê da ku kes ji tirsa girtin û kuştina xwe rexnan nekin. Kêmaniyên çê dibe nebînin. Dîtin jî nebêjin.
Dema di civatekê de û di rêxistinên dixwazin civateke demokrat ava bikin de rexne tunebe wê şaşî jî her berdewam be û ew şaşîna jî wê civatê bi şûnde bixe. Wê mirovan bi pêşve nebe. Ev jî tê hesabê kesên desthilatên nezan, cahîl û yên berê wan berbi dîktatoriyê de be. Ya rastî ne welêt bi rêve dibin xwe û malbata xwe bi saya tirsa ku kes rexnan nekin dewlemend dikin.
Îcar li gor vê pîvanê dema em li civatan binêrin em ê bibînin kîjan ji wan li pêş an li paş in. Ya herî girng jî ew e ku dema partiyek, rêxistinek dem û dezgehek ji bona azadî û demokrasiya xelkê xwe bêne an têne damezrandin, dive ew ji herkesan bêtir ji rexnan re vekirî bin û bikaribin li hemberî şaşiyên xwe jî xwe rexne bikin.
Min xwest di vê nivîsê de hinekî behsa vê bikim û em bi hevre bibînin bê ka partiyên me yên siyasî, rêxistin û dezgehên me çiqasî vê alata girîng bi kar tînin.
Carekê ez di serî de bêjim ku bila ji niha de rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, li qusûra min nenêrin û li min bibuhurin. Ji ber ku tiştên ez ê bêjin ji bona tevan e. Her weha ez ji hemû partiyên kurd û kurdistanî hez dikim.
Ji bona hemûyan dibêjim: Bi rastî jî di vî warî de partî û dezgehên me ezmûneke ango îmtîhaneke baş nedane û di sinifê da mane. Ji ber ku kesek nikare yek kêmaniyan wan bêjin. Dema te got jî piraniya endamên wan her yek ji alîyê xwe de êrîşî te dikin. Ya jî tu dibîne endam, rêvebir û kadirên wê rêxistinê ji te dûr dikevin.
Min heta niha bi xwe nedîtiye û nebûma şahîdê wê yekê ku yek partiyên me ji ber kêmaniyên xwe, xwe rexne kirine an jî rexnên ji ber hin kêmaniyan wan, li wan tê kirin qebûl kirine. Loma jî roj bi roj dostên wan kêm, dilxwazên wan wenda dibin.
Li gor min ev ne cihê kêfxweşiyê ye. Heger ne weha ba, divê îro partiyên me bi sed hezeran xelkê xwe rakirina an derxistana kolanên bajarên kurdistanê. Bi awayekî demokratîk doza mafê xwe ê rewa bikirana. Lê…
Ji ber vê yekê ye ku ew dezgeha rexne û li xwe rexne girtin di nava me kurdan de, di nava partî û rêxistinên me de, tune ye an jî gelekî qels e. Ya jî min nedîtiye. Dibe ku bi kar nayê anîn.
Ez bi xwe nebûme şahêdî wê yekê ku partiyên me li hember rexnan xwedî toleranseke (camêrîyek) baş û demokrat bûne. Partiya ku tu dost dibîne, ji ber kêmaniyeke wan tu bi dostanî wan rexne dike da ku ew dubare nebe. Lê tu rastî êrîşan tê ya jî gotinên nexweş dikin. An jî êdî dostaniya te û wê partiyê nabîmîne.
Li gor min ev ya herî xerab e. Loma jî partiyên me bi pêşve nakevin. Li xwe hay nabin. Kêmaniyên xwe nabînin. Endam jî rehetiya xwe xerab nakin û tiştên çewt ya jî şaş dibînin rexne nakin.
Min nedîtiye û nexwendiye ku dema paratiyeke, endam an rêvebirin wan ji ber hin kêmaniyan têne rexnekirin. Gotin: ”rast e em ê hewl bidin vê serrast bikin” eksê vê êrîşî te dikin ku tu careke din wan rexne nake.
Li gor min sedema herî girîng ev e ku partiyên me nikarin xwe nûjen bikin, mejiyên xwe biguherin. Ji paya mezinahî û xwe parastine derkevin. Nikarin fireh bifikirin li ser rexnên ji wan re dihare rawestin. Pêwîst e ew wê rexna ji wan re dihare divê berê di nava xwe de munaqeşe bikin, dûre bighêjin encamekê û li gor rêbaza partiya xwe bersîveke maqûl bidin, wê bi pêşkevin.
Ez di vî warî de ne xweşbînim heta dikarim bêjim ku reşbînim. Ev helwesteke xerab e û dibe sedema êdî kes newêrin an jî naxwazin dilê dostên xwe bihêlin, kêmaniyên dibîne jî êdî rexne nakin. Ew jî weke piraniyê dibêje: ”Ma çi min re”. Aha ev jî di be malwêranî.
Hêvîdarim ku êdî paratiyên me li ser vê yekê rawestin bi awayekî erênî bersîva rexneyên ji wan re dihare bidin. Ha partiyên me jî newêrin an nikarin hevdu rexne bikin. Dema partiyekê kêmasiya partiya din got, ew partî jî bersîva xwe bi êrîşkarî dide. Lazime partiyên me xwe ji vê jî azad bikin.
Heger ev dezgeha rexne û li xwe rexne girtinê bi awayekî baş bê bi karanîn evê bibe rêvekirina pêşketina partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne…
Ez nivîsê bi gotine serokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî diqedînim: ”Rexneyên çêker, mirovên bi aqil xurtir dike, ehmaqan jî of dike (diqeherîne)”.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.