Em weke kes û kesayetên welatparêz ku ji dil dixwazin ji bona gelê xwe kevirekî bidin ser kevirekî, loma em behsa tunebûna hêzek neteweyî dikin. Her weha em tînin zimên ku bi kêmhêzî jî em ê nikaribin welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran xilas bikin ango azad bikin.
Partî dam û dezgehên me yên bakurê Kurdistanê çi dema gotin li gotinê dikeve ew jî her behsa yekîtiyan dikin, lê weha xuya ye di pratîkê de herkes ji halê xwe razî ne. Loma jî ji bona yekitiyeke bi hêz pêk bê tu gavên cidî ku mirov jê bawer bike navêjin.
Hûn ya rastî bixwazin em jî hûn jî û hemî partî û dezgehên me jî dizanin ku yekîtî çawa pêk tên. Hêzeke xurt ku bikaribe gelê xwe azad bike, çawa ye û divê çawa be, herkes vê jî baş dizanin. Yên vê baş dizanin jî ji dêlva gavên berbi yekîtî û hevkariyan bavêjin, dikevin parastin û propaganada xwe ya ku dê xwe û partiya xwe çawa xurt bike.
Sedema nepêkanîna eniyek, yekîtiyek û hevkariyan dê çawa pêk bê???
Li gor min sedem tenha serok û rêvebirên parityên me bi xwe ne. Ew bixwazin ew tiştiştên gel û em dixwazin dikare bi yek carê pêk bînin.
Ji ber ku dema yekîtî pêk bê wê hin rêvebir cih û meqamên xwe wenda bikin. Wê rêvebir û serok ne weke di nava partiya xwe de bêne pesinandin. Ji ber ku di yekîtiyan de kî/ê kar bike û yên nekin wê ji hev cûda bibin.
Ji bona vê jî ew kesên di partiya xwe de mezin in. Dizanin ku di eniyekê de, di yekîtiyakê de wê ew cihê di partiya xwe de girtî ye, dê di enî an yekîtiyekê de nikaribe bigire. Loma jî naxwazin û bi dizî nahêlin ev daxwaza yekîtiyê pêk bê,
Niha endamên hemî partî û rêxistinên me bûne mirîdên serokên xwe, serok çi bêje ew rast e û dive weke wî bibe. Tu nikare rexneyeke bi çûk jî li serok an li rêvebirekî/ê partiyê bike. Ew bivê ye…
Hema ji bona carekê jî be endamên partiyan lêkolîneke li ser gotin û kiryarên serokên xwe nakin. Ji ber ku kurd bi awayekî giştî mirîdên serok û rêvebirên xwe ne.
Endam hebûna xwe bi serok û rêvebirên xwe dizanin. Ji bona wan ew hebin ew jî heye, tunebûna serok û rêvebiran, endam weke tunebûna xwe dizanin. Loma jî bi gelemperî bûne mirîd.
Divê em ji dîroka xwe dersan derxin wê baş fêr bibin, kêmanî û hêjayiyên wê bibînin. Gelo UDG (Ulusal Demokratî Gucbirligi) dema li bakurê kurdistanê di sala 1979an de pêk hat, ma gelo ji endaman pirsîn.NA.
Serok û rêvebirên Rizgarîxwazin neteweyên Kurdistan (KUK) DDKD û Ozgurluk Yolî hatin ba hev bê ku ji endamên xwe bipirsin eniyeke pêk anîn. Mesele qedandin û endamên wan hemiyan bê ku li dij derkevin, qebûl kirin. Li gor min tiştekî baş jî kirin. Lê neçû serî. Çima? Ji ber ku hebûna wê nehat hesabê hin serok û rêvebiran ku wan di eniyeke weha de cihê xwe wenda kiribûn.
Îcar ciwanên wê demê û salmezinên niha wê çawa bikaribin eniyeke neteweyî damezrînin, an pêk bînin. Nikarin û naxwazin. Ji ber piştî 1980ê û heta roja îro daxwaza damezrandina eniyek neteweyî heye, lê pêk nayê…
Ev ê çawa pêk bê???
Divê êdî sal mezinên me xwe bidin alîkî, ji ciwanan re rê vekin, serok û rêbertiyê bide wan. Li gor min ciwanên me ku li gor demê zanyariyên wan ji yên me bêtir in, wê bi nerîneke zelal, bi hizreke neteweyî kêmaniya welatê xwe bibînin û wê daxwaza gelê xwe ya bi salan pêk bînin.
Lê heta sal mezin serok û rêvebir bin, divê em doza yekîtî û hevkariyan nekin. Heger bê kirin jî dive bi yek carî kadirên (Kadro) yên salên 1960-80 bi temamî xwe ji rêvebiriya partîyê dûr bixin. Weke aqilmend kar bikin.
Divê perekê pir hebe, ango aboriyeke xurt û bi rêvebiriya Xort û Keçên kurdan, partiyê ji nude saz bikin ya jî yên nû vekin.
Ji ber ku li ser asasê xerabe, mirov nikare avayên nûjen pêk bîne.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.