Enfal, êş e, jan e, hêsirê çavên dayikan e. Xwîna zarok û dayikên ku dixwestin serî li hember leşkerên Saddam rakin da ku mirovên wan nebin e. Enfalê hesreta qîzên destgirtî di qirika wan de hêşt. Enfalê dayik him kir bav him jî dayik. Enfal tofaneke nedîtî bû ku Seddam anî bû serê kurdan. Loma jî divê kurd vê baş fêr bibin û bidin zanîn ku enfal ne tenê kesên hatine birin û binerdkirin e. Ya girîng ew e ku piştî birina zilaman, kes û xizmên wan çawa jiyanin, zarokên xwe çawa mezin kirinin û çawa wan jinan serî li ber Saddam û leşkerên wî dananî ne.
Enfal, plan û pêkanîna Sadamê hov ji bo tunekirina hêza netewî û ji holêrakirina nijada kurd û bi taybetî ya Barzaniyan bû. Beşek ji vê plan û pêkanînê li cihê Barzan hate kirin. Ji ber ku Barzan cihê serîhildan û xwe parastina gel ya kurdan bû. Loma Saddam xwest ji vir de destpê bike. Bi rêya Enfalê kurdên bê parastin hatin qetilkirin. Buyer, Jenosîdek eşkere ye.
Êş û jana Enfalê îro jî zindî ye, îro jî didome. Dayikên kurd îro jî xwîn digirîn. Ez demeke derêj li devera Barzan bi cî bûm da ku li ser keraseta Enfalê lêkolînê bikim. Her weha min li ser bûyerê xebateke bê westan û bi qasî 11 mehan, kûr û hûr kir. Bi qûrbanên bûyerê re rûniştim, êşa wan parve kir û têbiniyên xwe girt. Di dawiya vê xebatê de û bi munasebeta salvegera jenosîda li Barzan ya 25 saliya wê de (31.07.1983-31.07.2008) bi şanoyê ew bûyerên tarî ronî kir û anî zimên û li swêdê weşand. Xebata Berhema wê kerasetê ango a enfalê jî BARZAN DIGIRÎ qediya. Bi hêviya ku di demeke kin de ew jî bighêje we hêjayan. Bi saya van berhemana wê bûyer dê piralî ronî bibe. Ji ber ku ez şahîdekî zîndî me ku min bi gelek malbatên enfalkirî re hevdîtin, hevpeyvîn û sohbet kirin in.
Li gor min; Enfal beşek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima? Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletî ye. Lê Enfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirina ango kuştin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû. Li seranserê başûrê Kurdistanê 182.000 kurd hatine enfalkirin. Ma ev ne jenosîde lê çiye?
Enfal jenosîdeke plankirî bû. Lewra ev li gor planên Seddam pêk hat. Ji ber ku Seddam, cihê ku serîhildan û berxwedana kurdan bû, dixwest wan derana xerab bike û kesên li wir bide koçkirin, bikuje û wenda bike. Loma jî her tevgereke Seddam bi plan dihate kirin ku kurdan û bi taybetî Barzaniyan ji holê rake. Ji ber ku yekem car Seddam hemû Barzaniyên çalak yên ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn didan, destnîşan dikir û dûre ew digirtin û dibirin cihên teybet ku ji bona wan hatibûn çêkirin. Dûre jî hemî enfal kirin. Ango bi saxî li cihên ne diyar binerd kirin.
Enfalê care yekem di 31.07.1983an li devra Barzan destpê kir. Di wê demê de û li devera Barzan 8000 zilamên Barzaniyan ji teref leşkerên Seddam de hatin enfal kirin. Ji wan 8000 kesan, kesek li mal venegeriyan û hemî jî li cihên ne diyar bi saxî hatin binerdkirin. Her weha bi vî rengî li kurdistanê Enfalê berdewam kir.
Di sala 1986an û dema ku Elî Hisin Mecîd (Elî Kîmyawî) bû berpirsê nivîsgeha bakur ya rijêma Beasiyan êdî buyer li dû bûyerê hat. Loma jî bi vê yekê ew bû xwediyê xwe û desthilatiyeke mezin. Êdî bi dest an jî li gor biryarên Elî Kîmyawî bûyera enfalê weha dom kir:
Enfala duem: Di 18.02.1988ê li Dulacafayetî li qeza û nahiyên derdorê wê wek; Dukan, Qelaçulan, Serçinar û Surdaş.
Enfala sêyê: Di 22.03.1988ê li Navçaya; Qeredax–Baziyan–Derbendîxan–Li parêzgeha Silêmanî.
Enfala Çarê: Di 07.04.1988ê li Çemçemal–Sengaw Kifirî–Kelar–Qadirkerem... hwd.
Enfala Pêncê: Di 14.04.1988ê mezintirîn enfala Kurdistanê ye. Ji ber ku di wê rojê de mezintirîn û zortirîn enfal hatiye kirin.
Enfala Şeşê: Di 03.05.1988ê li Axceler–Çemî rêzan–Naw şiwan–Deşta kûyî–Teq teq... hwd. Her weha dest pêkirina enfala ya çarê li parêzgeha Kerkukê wek; Qela sêwke–Şiwan–Şêx bizinî–Saleyî–û çekên kîmyawî li gundê guptepe hatin bi karanîn.
Enfala (7 -8) Di 15.05.1988ê li Dula, Çiyayê Şeqlawa, Rewandûz, Balîsan û hwd.
Enfala Nehê: Di 25.08.1988ê li Bahdînan û kîmyabaran kirina bêtirîn deverên kurdan.
Her weha Saddamê devbixwîn berdewamiya Enfalê xwest li Helebçeyê biqedînî loma wir bi gazên jahrê di roja 16.03.1988an de bombebaran kir. Bi vê yekê xwest gelê Kurd qir bike. Lê ew bi xwe di xwîna şehîdan û Enfalê hate fetisandin.
Ew êşa malbatên enfalkirî hîn jî berdewam e. Lê ya herî girîng ew e ku dive çi hukumeta kurdistanê û çi jî kes, partî û rêxistinên demokratîk yên kurdan ji bona ev weke jenosîd bê qebûlkirin dive xebatên pir alî û bê westan bikin. Ev jî berpirsiyarî û erkê me hemî kurdan e…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.