Bi qasî pesnê serokê xwe dide û bi çend zincîran xwe pêve girê dide, ewqas pesnê Kurdistanê dabana û li hember êrîşên têne Kurdistanê sînga xwe vekiribana, ew ê bûbana Kurdistanî. Lê nebûn, tenê bûne serokanistanî.
Ev jî xetereke mezin e, ji bona wan û hemî Kurdistaniyan. Li gor vê bîr û baweriyê, bawer dikin ku tenha Serokê wî/wan dikare Kurdistanê ji bin destê dagirkeran xilas bike.
Yanî li gor wan ê vê dikare bike serokê wî/wan bi xwe ye. Lê nikare bîr bibe û bifikire dema ku serokê wî/wan mir dê rewş çawa be. Nizanin ango nikarin bifikirin ku serok îro heye, sibê tune ye. Lê Kurdistan ji berê de heye û wê her hebe.
Ez bi xwe gelekî li ser vê fikirîm û min xwest gelo çima li bakurê kurdistanê ev rewş rû daye, fêr bibin.
Loma ez gihiştim wê baweriyê ku ev ji teref oldar û çepên tirkên Kemalîst ketiye nava Kurdên bakurê Kurdistanê.
Çima?
Ji ber ku wan oldar û çepane ev xist nava tevgerên kurdan da ku bikaribin hemî tiştên kurdan doza wan ya rewa, berxwedana wan ya bi heq, tenha serokê partiyan dikarin vê bike da ku serok nema tevger jî nemîne..
Carekê li dîroka bakurê Kurdistanê binêrin, di hemî berxwedan û serîhildanên ku pêk hatibûn, dema serokê wê tevgerê tê kuştin, girtin û dixin zîndanê, tevger jî têk dihare.Ango têk çûbûn.
Sedem çi ye?
Loma dibêjim sedem ew e ku li bakurê kurdistanê hemî çalakî, berxwedan, serîhildan, heta azadî û serxwebûna Kurdistanê jî tenha serok dikare pêk bîne.
Dema nerîn û bawerî ev be, helbet kes û kesayetî endam û pêgirtin partî û rêxistinan xwe kêm û ne tiştekî dibînin. Ji ber ku hebûn û nebûna wî/wan Serok e. Serok çi bêje ew rast e…
Loma dibêjin; ”Bê serok jiyan nabe” ev daxwaz an silagan ji bona hemî partiyên bakurê kurdistanê derbas dibe, lê her yek ji wan vê bi rengekî din dibêjin bê ku endamên wan pêbihesin. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê tu nikare yek serokê partiyekê rexne bike. Te kir tê bişewite, tê bibe xaîn. Tê bibe MIT û ajan…
Sedema ku li bakurê kurdistanê tevgereke neteweyî û yekgirtî pêk nayê ev e. Dema tevgereke weha pêk bê wê gelek serok ji serokatiyê dûr bibin, ev jî him nayê hesabê serokan û him jî mirîdên wan bibuhurin endamên wan vê qebûl nakin.
Ji ber ku ji roja bûye endamê kîjan rêxistin û partiyan ji bo wî/wan tenha serok e, bê serok kes tiştan nizane, bê wî kes nikare rêya azadî û serxwebûnê bibîne. Bê wî Kurd mirî ne…ûhwd.
Gotina min ev e ku divê êdî hemî Kurdên bakurê Kurdistanê li ser vê rawestin û fêm bikin bê çima oldar û sosyalîstan ango kemalîstên tirkan ev weke erkekî di nava partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê de bi cih kirin e. Bi cihkirina vê jî bi serketine.
Divê em ji serok û rêveberên xwe hez bikin, lê divê mirov nebe mirîdên wan. Divê mirov bikaribe wan jî rexne bike û bizanibe hin kesên di nava partî û rêxistinan de ji serokê xwe pêştetir û zanetir jî hene.
Lê ji bona mirîdekî, endamekî serok hertişte, loma ew xwe tiştekî nahesibîne. Çi dema wan endamên zane, jîr û jêhatî xwe tiştek hesibandin, aha wê gavê mirov dikare bêje wê bakurê kurdistanê jî bighêje azadiya xwe.
Lê heta endam mirîd bin, heta ji bona mirîd tenê serok be, em ê jî weha ji hev belawela û bê azadî bêjin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.