Li vê cîhanê hin hene ji bona bi serkevin çi ji wan tê dikin. Xerabî, başî gencî û dostaniyê nafikirin û ji bona berjewendiya xwe her tiştekî dikin. Lewra jî bûyerên ne di berjewendiya wan de be, şermezar nakin, an jî li hember bûyerên weha tim bê deng in.
Ev nayê wê watayê ku nabihîzin, nabînin an nabin şahîdê wê. Ji ber berjewendiya xwe û gelê xwe ku wê zerarê bide wan, tîcarete wan û bi hevre karkirina wan, loma bê deng dimînin.
Em kurd jî tim bi dengekekî berz, bi awazekî bilind dikin hawar û qêrîn ku çima dewletên cîhanê li hember bûyerên tê serê gelê me bê deng in.
Lê em nafikirin û nabînin ku ev bê dengî hinek jî ji me de ye. Heger em kurd yekbana, heger em kurd xwedî dewleteke serbixwebana, heger em kurd li hevbana, wê gavê dê ev bêdengiya cîhanê nebû ya.
Ji ber ku em vê rastiyê nabînin lewra jî em hinên din sûcdar dikin an ji ber bê helwestiya wan, em wan jî şermezar dikin. Lê ev ne rast e.
Ya rast ew e ku divê kurd jî êdî weke xelkê cîhanê, berê xwe bike dewelet, bibe xwedî kurdistaneke serbixwe aha wê gavê hemî cîhan êdî wê kurdan bi bîr bînin û wê hemî bûyerên tê serê wan şermezar bikin. Çima?
Ji ber ku Kurdistan welatekî i sererd û binerda xwe xwedî dewlemendiyeke bê hempa ye. Ji ber ku kurdistan wê bibe cihê bazareke nû ya dewletên mezin. Ji ber ku wê her dewletên mezin bixwazin bibin şirîkên nefta kurdan. Û wê bixwazin hemî malên xwe li kurdistanê bifroşin, wê gavê jî dê mecbûr bimînin Kurdistanê biparêzin…
Çi dema rewş weha bû, aha wê gavê êdî hemî cîhan jî wê li hemberî karesetên tê serê gelê me, bê deng nemîne. Heta wê bibin alîkar da ku kurd êdî rû bi rûyê bûyerên weha qirêj nebin.
Ji ber ew jî vê yekê dizanin ku di Kurdistaneke azad, aram û serbixwe de, wê ew jî ango dewletên mezin jî tenê qezenca xwe, firotina malên xwe û dewlemendiya xwe bifikirin. Kesên li dij vê wê bibin dijminê wan dewletên mezin jî.
Dema kurd xwe bighêjînin vê qonaxê êdî dikarin bê tirs û xof bi rehetî li ser erda xwe bi azadî bijîn. Êdî wê ji tehdîtên dagirkeran netirsin. Ji ber piştî merheleyek weha, kesên zerarê bidin Kurdistnê wê ew zerar yek ser bighêje wan dewletên mezin jî.
Dewletên mezin dê rê nedin wê yekê ku hin berjewendiyên wan, ticareta wan û qezendên wan têk bibin. Yên bixwazin vê bikin ew dibin dijminê wan dewletana jî. Dema dewletên mezin jî li pişta me be, wê gavê dagirker û hevalbendên wan jî dê nikaribin zû bi zû weke her car kurdan bikuje, qetil bike û welatê wan wêran bike.
Ji ber ku di welatekî wêran û ne aram de tu berjewendiya wan dewletana wê tune be. Lewra ewên jî ji bona berjewendiya xwe rê nedin dagirkerên kurdan da ku kurdistanê wêran bikin.
Ev ewqasî zelal û eşkere ye ku kurd hê jî vê fêm nakin. Her hin kurd tim û tim ji ber wan bûyerên qirêj yên têne serê gelê me, dewletên mezin şermezar dikin ku ev li gor min ne rast e.
Divê kurd berê ne yekbûna xwe, ne lihevbûna xwe û ne xwedî dewletbûna xwe şermezar bikin. Ji bona damezrandina dewleta xwe jî divê çi lazim be wê bike. Heta kurd nebin xwedî dewleta xwe her wê rû bi rûyê bûyerên qirêj û ne mirovanî bibe.
Em weke kurdên bê dewlet jî dikarin û dibêjin; ez vê bûyerê şermezar dikim, lê bi şermezariyê em xwe nagihêjin tu qonaxan. Çareserî tenê dewletbûn e. Ji bona vê jî çi lazim be divê kurd wê bikin.
Helepçe ne ya ewil e û dê ne a talî be jî. Heta Kurd nebin dewlet wê her Helepçeyan bijîn. Lewra divê kurd hemî xebatên xwe ji bona bibin dewlet bi kar binin. Bê Dewletî mirin e, ji ber vê ye kurd her roj dimrin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.