Weke gelek ji we jî dizanin ku ez vaye bû demeke dirêj ku bi nexweşiya Penceşêrê ango Qanserê keti bûm.
Me ev neweşî bi yek care ketina min ya nav nivînan re pê hesiyan û zarokên min yek car ez birim nexweşxanê û li wir pê hesiyan ku ez bi Qanserê (Penceşîr) me. Havîna 2019an Meha Îlonê bû.
Piştî serîlêdana nexweşxanê û bi mudaxeleya doktoran ewil gotin ku rêviye. Hema yek ser ez razandim û piştî kontrolkirina 3 rojan, gotin na ne rêviye tu bi Qanserê ye û ev li te giran bûye ji ber ku tu dereng hatiye nexweşxanê. (Li swêdê dijîm lê 15 sal zêdetir bû ku qet neçûbûm doktor an kontrola tenduristiyê)
Dûre tespît kirin ku ji ber derengmana min berê rêvî qul bû bû, dûre ji wir weke nokteyeke mezin xwe avîtibû ser kezebê.
Ji ber vê bû ku doktoran lezkirin, çi îmkanên li nexweşxanê û doktorên swêdiyan hebûn seferberî vê nexweşiya min bûn da ku min jê xilas bikin. Berê bi emeliyatekê rêviya min danîn ser zêkê min û kîs pêve girêdan da ku êdî pisîtiya min di vir de bê da ku cihê kanserê lê venîştibû zuha bibe da ku bikaribin bi rehetî emeliyat bikin.
Loma di demeke kinde 10.12.2019an de wan cara dudan ez xistim bin kêran. Ez heft saet û nîvan di bin kêran de bê heş bûm. Piştre min tînin oda min û dema heşê min hate serê min doktora min xanimê bi kêfxweşî got: ”Derbasî be, me hemî xeteriya qanserê girt, hûr û kûr lê kola, niha gavê qediya ye”. Ev bû weke mizginiyekê ji brayê min Bawer û zarokên min re…
Wer hasil zêde dirêj nekim; dîsa kontrol, film û hwd berdewam kir. Biryar dabûn ku rêviya min ya ku danîbûn ser zêlkê min di meha 12 an 2021 de bixin cihê wê.
Lê meha hefta civîna berfireh li gel heyata hemî doktoran bi min re çê kirin û gotin, me tu ji vê nexweşiyê xilas kir. Em te dişînin mal lê tê tim were da ku em binêrin bê rewş çawa dihare.
Piştî qedandina vê jî meha heftan wextê min li ba doktora min hebû, ez û keça xwe Dilba çûn, dema doktor ba me kir û em ketin hundir, doktora min bi kêf bû. Piştî bi xêrhtinê, canikê destpê kir û hemî tiştên bûye û wê bibe yek bi yek got û keça min jî ji min re tercume dikir. Her weha brayê min Bawer jî bi rêya telefonê guhdarî dikir.
Di nav axaftina doktora min de ”em sipasî te dikin ku te jî alîkkariya me kir” derbas bû, min ewil ev fêm nekir careke din jî got, êdî ez şaş mam û min bi qasî swêdiya xwe lê vegerandin.
”Ez spasî we dikim, ê ez xilas kirim hûn in, dive ez spasiya we bikim, çima tu spasiya min dike?” Wê got:
”Tu mirovekî xwedî îradeyeke xurt, kêfçi,, henekçi û ji xwe bawer bû, vana hemî alîkarî kirin da ku em jî bikaribin te ji vê xilas bikin û weha jî bû. Loma em sipasiya te dikin”.
Wer hasil me jî spasiya wê û hemî kesên bi min re eleqeder bû bûn, kir. Her weha min piritûka xwe ya ku ew jî di nava çûyin û hatina vê nexweşiye bi swêdî hatibû weşandinê diyarî wê kir. Û min got: Hêvîdarim tê bixwîne ku bê kurd çawa li tirkiyê û di zindanên wan de dijîn. Wê jî spasî min kir û got: ”Soz ez ê bixwînim”…
Em hatin mal û li gor gotina doktora min li xwe dinerî da ku bikaribin tam li gor gotin û têbiniyên wan tevbigerim. Her min weha jî kir.
Bi vê berxwedanê ku rewşa min gelek zû baş bû, êdî doktoran pêwîstî nedîtin ku heta meha 12an rawestin ku rêviya min bixin cihê wê. Loma wan roja19.91.2021an li nexwxweşxanê razandin rojaj 20.9.2021 bi emeliyateke din ya ku rêviya divabû meha 12an bixistina cih niha kirin. Ji ber ku rewşa min gelek baş bû loma pêwîstî nedîtin heta wê rojê bimînin.
Ez roja 23.9.2021 hatim mal û rewşa min niha gelek baş e, zikê min î qulkirî î hêdî hêdî dikewe yanî weke berê dibe û li gor gotina doktoran êdî tu tiştekî min ango tu nexweşiya Qanserê bi min re nema.
Niha jî gotina min:
Roja ketim nexweşxanê û hetana niha brayê min Bawer qet ez bi tenê nehiştim, bi hemî cûre alîkariya xwe bo min seferber kiribû. Ji ber vê cahd û kirinên Bawer, min jî helwest girt da ku zû baş bibin tu kes li dû min êşa mirinê nebînin...
Heta carna dema Bawer ez dibirin û dianîm min jêre digot: ”Ditirsim ku ev zehmetiyên de di avê de here, ango nejîm. Lê her wî digot: Na na tu weha berxwe bide wê her tişt baş bibe û bi rastî weha jî bû.
Ji ber wê ked û zehmetiyên brayê min Bawer gelekî spasî wî dikim ku niha li jiyanê me, keda wî di vê de gelek e.
Spasî jina xwe û zarokên xwe jî dikim ku çi tiştên ketin ser milan wan, wan jê bê kêmanî kirin ango anîn cih. Her ew jî bi min re diêşiyan û bi wê êşê dijiyan.
Spasî jina brayê xwe Bawer Dilanê dikim ku wê jî bi xwarinên xwe yên xweş, bi ken û henekên xwe yên delal ku morala min xurt dikir, dikim.
Spasiyeke taybet ji bona nivîskarê Kurd ê hêja û serketî brêz Laleş Qaso dikim. Dema bi vê nexweşiyê ketibûm û ji 85 kîloyan daketibûn 65 kîloyan û ev bi xweşa Laleş neçûbû weke adetên kurdan wî her meh çend mirişk, elok û qaz carna jî nîv berxwe dianî malê û digot; ”Divê tu kîloyan bigire, bijî rabe ser xwe tu hê ji vî gelî re lazim e.”
Spasî we hêjayan tevan dikim ku we jî çi bi rêya telefon, messenger, Facebookê û her wekî din ku we ez bi tenê nehiştim û halê min dipirsin ev jî ji min re bû moreleke baş ku min jî nexwest bimrim da ku hezkirin xwe neêşînim.
Tam di vê nexweşiyê de, di ketin û rabûna berxwedanê de pirtûka min Qêrîna Barzan ji teref xweşanxanaye DOZê hate weşandin, ew jî ji min re bû moreleke din. Spasî weşanxana DOZê û bi taybetê ya Koroglî dikim.
Spasiyeke taybet ji bona Mamoste Bakî ku di vê dema nexweşiyê de her ew jî çi bi telefon, messenger û bi rêya Facebookê li gel min bû. Bi hemî kar û barê Qêrîna Barzan ve rabû bû, ha ha ew belav dikir, lez dikir ku berî mirinekê gelek tiştan bi çavên xwe bibînim.
Spasiyeke din ji bona brayê min Mahsunê (Mirza) li Hollandayê dijî. Ew jî bi alîkariyên xwe yên madî û maneyê ji bona min bû alîkar. Spas ji bona kek Ahmed Acar ku wê û çend hevalênn din bê bestan Qêrîna Barzan li bakurê kurdistanê û li tirkiyê belav dikirin ev ji bona min cihê kêfxweşiyê bû û morala min pê bilind dibû.
Spasiyeke taybet ji bona Xuşka delal Kurdistan Alî ku wê jî bi keda xwe bi qaweta xwe li gor derfeta xwe Qêrîna Barzan li welatê Elmanyayê belav kir û dike.
Spasiyeke ji din ji bona kek Mistefa Fislî ku ne tenê di dema vê nexweşiyê de, ew her li min xwedî derketiye, bi madî û manewî tim bi min re bû ye û li gel min bû. Di dema nexweşiyê de û heta niha jî heftê carek an du caran miheqeq telefonî min dike.
Heger ez navan bêjim wê çend pirtûk çi bibin loma spasî we tevan hêjayan dikim ku we ez bi tenê nehiştim ku morala min xera bibe. Her hûn hemî hêjayan her tim, gav û saetê li ba min bûn. Spas ji bona we tevan. Ez bi we heme, bi saya wê morala min ji we girt min zor Qanserê bir…
Têbiniyên min ji bona kesên bi vê nexweşiyêne.
Xuşk û branên ku bi vê xweşiyê ne dive qet û qet morala xwe xerab nekin. Dijminê vê nexweşiyê yek jê moral e, bêtirsî û berxwedan e.
Tu caran nefikirin û nebêjin; ez qediyam ev êdî bê çare ye. Çara wê ya ewil moral e, henek û kêf e. Xwe ji vana bê par nehêlin.
Ya din qet û qet ji gotina doktorên xwe dernekevin, çi gotin wê bikin, welew ku zehmet jî be.
Tim û tim bifirin ku hûnê zora vê bibin. Bikenin, henekan bikin, bigerin weke qet ev nexweşî bi were tune be. Xwe ji hevalên xwe bê par nehêlin, tu caran nebêjin; Ez nexweşim nikarim vê ya jî wê bikim. Bêjin ez ê bikim. Ez li ser xwe me…
Tim halanan di xwede hildin û bêjin; Ez ê bijîm malbat û hezkirin xwe bi tenê nahlim. Herin ji xwe re okê an nezere bilîzin, zora we çû carekê bikenin, we zora wan bir du caran bikenin. Demên listikan de hûn xwe ji bîr dikin ku hûn nexweş in. Ev jî dibe weke tedawiyekê.
Careke din ez spasiya we tevan dikim ku wê ez li jiyanê hiştim. Heger min navên we tevan nenivîsî jî doza lêborînê dikim. Ji ber ku hûn hemî ji bona min hêjan in…
Ji bîr nekin moral dijminê nexweşiya Qanser ango penceşîrê ye…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.