Min gelek caran anîbû zimên ku êdî kurd wenda nakin. Roj bi roj wê qezenc bikin. Loma jî divê em bi sebir û sukûnet vê pêvajoyê bişopînin.
Niha bi saya Emerîka, yek jê dijminê gelê kurd ê herî xeter, dijminê însanetiyê, dostê hemî xerabiyan Qasim Suleymanî çû. Emerîka ew şand dojehê. Aqûbeta wî li serê dîktatorên din be.
Helbet kujtina wî ne weha ji dorê yek e, bi kuştina wî cenawarî, tirk û farisan jî darbeyeke mezin xwarin.
Divê kurd bêtir hişyar bin. Êdî roj bi roj wê qezenc bikin. Ev qezenc jî ji başûrê kurdistanê û bi saya azadiya wir dê destpê bike û hemî kurdistan bighêja azadî û serxwebûna xwe.
Li vê cîhanî tu gel û welatan bi qasî Kurdan bedel nedane, êş nekişandine, hêsêrî û wêranî nedîtine. Lê her tiştek dawiyê wê jî heye. Êdî dawî li van tê û Kurdistane serbixwe pêk tê. Ev ê bibe gava ewil ya ji bona Kurdistana mezin.
Ji niha de tovên tirsê ketiye dilê dagirkeran. Ew ji me baştir dizanin ku wê çi bê serê wan. Lê divê em ji her carê bêtir şiyar bin. Divê em ji her carê bêtir ji bona Barzaniyan bibin piştgir.
Yên Kurdistanê nafroşin û ji bona serxwebûna wê di nava tevgerê de ne tenha Barzanî ne. Ji ber ku van camêrana ji roja ewil de dema biryara xwe ya ji bona azadiya welatê xwe dan û gotin; Divê em desthilata welatê xwe bin û ne pêwîste biyanî divê em xelkê xwe bi rêve bibin.
Li gor vê biryarê dest bi şerê azadî û serxwebûna kurdistanê kirin. Ev bû sed sal in ku li gor vê armanc û biryarê tevdigerin.
Helbet ji nava vê tevgera ji bona azadiya gelê xwe gelek bedel dan lê tu caran xwe radestî dijmin nekirin û nebûn nokerê dagirkeran û welatê xwe nekirin bazara dagirkeran.
Ji ber vê bû ku tim, her çar dagirkerên me, ji bona Barzaniyan ji holê rakin, her bi hevre karkirine. Bi hevre ji bona tunekirina wan biryar dane. Lê bi ser neketin û nakevin. Ê ku helwesta her çar dagirkeran têk bir û kurd kir xwedî rêbazekê dîsa Barzanî bûn.
Sala 2020an sala kurdan e!!!
Bi hêviya sala2020an bibe sala têkçûn û hilweşandina rejîmên Îslamî ya Iran û Tirkiyê. Kurdistaneke serbiwe ji nava wan derkeve.
Bila sala nû li dagirkeran bibe wêranû û ji kurdan re jî bibe azadî.
Kurdno bila hêviyên we ya ji bona Kurdistaneke serbixwe xurt be. Em heta sala 2021 vê hêviyê bixin jiyanê û bikin rastî. Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dibin dewlet.
Sala 2020an wê ji bona kurdan azadî û serxwebûn bîne. Li me tevan pîroz be.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.