Li hemî cîhanê rewşa dewletên dagirker û yên dagirkîrî hema hema dişibin hev. Ez weha bawerim tenê kurd ji vê cûdane. Ji ber ku kurd di nava çar dewletên dagirker ve hatiye parvekirin. Ev yek.
Ya dudan di bin emrê dewleta osmanî de 16 komar hebûn. Ya jî mirov dikare bêje ku Osmaniyan 16 komar dagirkiribû. Wan her yekî tekoşîna azadiya gelê xwe li hember dewleta Osmanî dan û xwe ji dagirkerîyê azad kirin. Bi vê azadkirinê bûne xwedî dewleta xwe jî.
Piştî xwe azadkirina wan komerana tenê weke netew kurd di bin destê binemala Osmanliyan Tirkan de ma. Loma jî ji bona kurdistan ji bin nîrê dagirkerî wan azad nebe. Çiqas metodên xerab hebûn û hene li ser serê kurdan ceribandin û diceribînin.
Dagirkerên tirk metodên weha li hember kurdan bi karanîn ku bê hey hewar. Lê ev mijareke din e ez vegerim mijara xwe.
Dewletên dagirker ji bona ew dewlet ango ew xelkê ku wan dagirkirine, her tim di bin desthilatiya wan de bimîne, hemû medotên ne aqilana, zalim û ne qanûnî bi kar tînin. Ma tenê ev. Helbe. Na
Ji bona agahdariyên li gor xwe û rast, ji wî neteweyê ku bindest ango dagir kirine bigirin, ji xelkê wî ji kes û kesayetiyên wî hinan dikin sixûr û bera nav wan didin. Hin rêxistinan li ser navê wan dadimezrînin da ku li ser navê wê rêxistinê bikaribin tekoşîna wan beravêtî bikin. Hew ev? Helbet NA.
Lê çi dikin?
Em carekê bi hevre vê vekin û bibînin bê ka çi dikin.
Dewleta dagirker, zorker û zalim tim ji xwe bi tirse ku wê rojekê bê hilweşandinê. Ji ber vê tirsê tim xwe îqna dikin ku ew in weke qet neyê hilweşandinê kar dikin û gelek metod, rê û rêbazên ne li cih û ne qanûnî bi kar tînin.
Yek ji wana ew e ku rêxistinek an çend rêxistinên bi dizî çê dikin û dixin nava xelkê da ku her gav agahdariyên li gor wan rast û taze ji wan bigirin û berê tevgerên wan biguherin. Bi rêya wan rêxistinên ku ew bi destê xwe û li ser navê demokrat, şoresger û netewa bera nava xelkê dide, xwe li gor wê birêve dibe, ango karê xwe li gor wê dimeşînin.
Tê zanînn ku li hemû cihanê ev bû ye û hê jî dibe. Ji bona nivîs zêde dirêj nebe ez ê nexwazim wan yek bi yek li vir bêjim. Gelek ji wan ku li cihanê û li tirkiyê bûne hûn jî baş dizanin.
Tirkan rêxistineke pir zana, xurt û bi qawat bi navê Ergenekonê çê kiribûn ev bera navê xelkê xwe û me kurdan dabûn. Karê wê ew bû ku rêxistinên şoreşger û yên welatparêz xurt û bi qawet nebin, bû.
Hema di serokatiya piraniya rêxistinên çep û misilman yên tirkan de ew hebûn. Me ev jî piştî demekê dema Akp û Erdogan ji bona berjewendiyên xwe li dij wan derket û ew hema hema tune kir, me dît ku çi bobelat û afat bû. Ez naxwazim zêde li ser vê jî rawestim. Ji ber ku hat dîtin bê ew çi bû. Me hemûyan bi çavên xwe dît û bi guhên xwe bîhîst.
Gelo ew rêxistina ewqasî bi hêz û qawet, tirkan tenê ji bona xwe û xelkê xwe damezranibûn? Ez vekirî dibêjim na. Helbet şaxa wê ya herî xurt jî ji bona rêxistin û tevgera kurd bi ser nekeve amade kiribûn. çawa yanî?
Heger em bi awayekî bê teref, li hemû rêxistinên kurdan binêrin, emê bibînin ku bê ev rêxistin çiqasî bi hêz e. Û piştî wê bobelata hat serê ergenekona tirkan, me dîti ku qet destdirêjiya nava ya kurdan nekirin. Heta niha ev rêxistina ango ergenekona ewqasî bi hêz û qawet di nava kurdan de derneket. Ma gelo ev di nava kurdan de tune ye? Helbet heye û gelekî jî bi hêz û xurt e.
Ka em bi hevre carekê rewşa hin rêxistinin me kurdan bi awayekî giştî berçav bikin bê em ê li çi rast bên.
Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku Ergenekona di nava kurdan de berê jî û bêtir piştî salên şêstî bûye. Ji ber ku dema tevgerên rêxistinî û welatparêz li bakurê kurdistanê dest bi karê xwe ku xelkê xwe bi rêxistinî bikin, kirin. Aha wê gavê karbidestên tirkan tirsiyan ku wê kurd êdî ji bin dagirkeriya wan azad bibin. Ev jî ne dihat hesabê wan.
Ji ber vê yekê ye ku wê rêxistina ji bona xwe damezrandibûn, hê bêtir bi qawetir û hêztir kir û di nava me kurdan de bi cih kirin da ku em weke kurd nebin xwediyê xwe û rêxistineke bi hêz û qawet.
Karê Ergenekona di nava kurdan de ew bû ku tu rêxistinek xurt nebe, nikaribe roleke erênî bilize û welatê xwe ji bin destê dagirkeriya tirkan derxe.
Li bakurê kurdistanê çi dema rêxistinek xurt bûye, me dît û dibînin ku di dema herî bi hêz û xurtkirina xwe de dibe çend perçe.
Ev çawa perçe bû, çawa ji hev ket û belav bû, kurd zêde li ser vê nesekinîn, ne kolan da ku sedemê vê bibînin.
Çi demê partiyeke kurdistanî, rêxistinek kurdî piştî salên heftê xurt dibûn û dibûn xwedî hêzeke girseyî hew mirov didît ku ew bûye çend perçe. Çawa weha bû, çima ji hevket, zêde li ser vê jî nehat sekinandin.
Yên bi hevre kar dikirin û dikarîbûn canê xwe di ber hev de bidin, di rojekê de bûne dijminê hev û hevdu bi îxanetê îtham dikirin. Qet li ser vê jî nehat rawestandin û ji hevre an ji xwe re negotin; ew kesê do em mil bi mil li gel hevbûn. Ji bona azadiya gelê xwe me bi hev re kar dikir, çawa dikare îro bibe xaîn û xwe firoş??.
Di eslê xwe de ev kar ji teref ergenokona kurdan de bi awayekî xurt dihate kirin ku rêxistinên kurdan nebin xwediyê xwe û hêzeke xurt û tevgereke neteweyî. Ji ber ku dijmin tim ji hêze xurt ditirse...
Bi destûra we û ji kerema xwe re ji min nexeyidin, sikêf û gotinên nexweş nebêjin, min weke gelek caran tehdît jî nekin. Ez dixwazim bi niyeteke paqij çend mînakan bidim da ku êdî hin kadirên me, rêxistin û partiyên me jî bifikirin. Bifikirin û bibinîn bê ji ku hatin, çûne ku û niha li kune. Li ser perçebûnên xwe bifikirin û bikaribin sedemê wan perçebûnan derxin da ku pêşî li yên nû bigirin.
Em li rewşa pdkt (Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê) binêrin ji roja damezrandina xwe û heta 1979 weke yek partî hat û karê ji bona azadiya gelê xwe bi awayekî dizî ango binerd dikir da ku rojekê welatê xwe azad bike. Piştî 1980 û heta niha çi bi serê wê hat, çend rêxistin û partî ji wê derket? Gelo sedem ji vê çibû û kîjan hêzê ev weha perçe kir? Gelo heta niha qet lêkolîn li ser vê hatiye kirin? Ez dibêjim na. Heger hinan xwestibin hin lêkolînan bikin jî lê wan kadirên ergenekona di nava kurdan de nehiştine û bi ser jî ketine. Hê jî karê xwe didomînin...
DDKO ya karê baş dikir, roj bi roj xurt û zêde dibû. Dû re bû DDKD ango DDKD xwe weke binamala wê didit, li bakurê kurdistanê di nava xortên kurdan de bû bû hêzeke xurt û bi qawet. Dûre hat dîtin ku ew jî rêxistineke binerd ango bi dizî Partiya Pêşeng Karkerê Kurdistanê bû. Piştî salên 1980 wî navê xwe jî derxistin, ango eşkere bû.
Ew jî ji hev xistin, perçe kirin, ketin û rabûn, dûre li gel navê YEKBÛN û hin rêxistin û sexsiyetan karê xwe domand. Demekê li bakurê kurdistanê gelek çalakî û kiryarên hêja ku kurdan hêviyên xurt jê dikir, kirin. Weke partî rûnişt û roj bi roj xurt dibû. Ergenekona di nava kurdan dît ku ev ê bibe xwediyê xwe û hêzek xurt, ev nedihat hesabê karbidestên tirkan. Loma ergenekona di nava kurdan de çalaktir kirin da ku vê jî ji hev bixin. Çi bû?
Gotin êdî Yekbûn têr nake divê em xurtir bibin. Li gel çend rêxistinên din hatin ba hev xwest vê carê bi navê PYSK (Partiya yekîtiya sosyalîsta Kurdistanê) kar bikin. Çima? Ji ber ku Yekbûnê karê baş dikir û ev ne dihat hesabê ergenokana kurdan û karbidesê tirkan. Çi kirin? PYSK di kongreya xwe ya yekem de ji hev perçe perçe kirin. Ew hêz û hêjayiya Yekbûnê jî têk birin. Lê qet rojekê lêkolînek li ser vê jî nehat kirin ku çima lê weha hat.
Gelek hewldanên ji bona yekîtiya partî û rêxistinan, ji bona avakirina eniyek kurdistanî kar û xebat hatin kirin lê yek jî bi serneket. Ji dêlva yekîtî bibe herku çû bêtir belavbûn û perçebûn çê bû. Heta niha li ser vê jî nehatiye fikirandin û ne pirsîn gelo çima?
Ha îro rewş çi ye? Ez wê jî bêjim:
Min di serî de got ji sala 1965an de pdkt li bakurê kurdistanê hatibû damezrandin, yekîtî û hêza xwe heta 1979 doman. Piştî wê hûn jî baş dizanin ku çi bû? Di kongreya sala 1979an de, rêxistinek bi navê Rêzgarîxwazên netewe Kurdistanê jê derket.(KUK). Dûre KUK-SE dûre çend perçe ûhwd. Lê niha çiye? Ez nabêjim hûn baştir dizanin.
Pdkt ya me a bi rûmet û hêja niha bûye çar pdk dibe ku zêdetir jî be, hemû jî bi yek rêbazê bawerin ew jî rêbaza Barzaniyê nemir serokê gelê kurd e. Ma gelo li ku derê dinyê hatiye dîtin ku çar partî, çar serok bi yek rêbazê bawer bin destûr û bernameyên wan weke hev bin???? Kurd dibêjin; \"heger ev ne fen e, ev çi ben e\"
Rizgari hebû bi wî navî kovarek hêja derdixistin û kareki baş jî dikirin. Dûre ew ji bû du perce, Weke Rizgari û ala rizgari. Piştre her du jî neman.
Kawa hebû, wê jî li gor xwe kar dikir, ew jî kirin du perce Kawa û denge kawa. Ew jî mane nemane nizanim.
Piştî wan çar an zêdetir pdk yên me, belavbûna gelek parti û rexistinan ku hin tenê weke nav man e. Hin neman.
PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) ku weke bingeh bêtir ji DDKD û hin rêxistinên me yên din tê de, hat damezrandin. Li gor min pak ji damezrandina xwe û heta demekê karê herî hêja û delal kir. Helwestin rast û biryarên di cih de da. Bi dûrişmin li gor berjewendiya gelê xwe derketin kolanan.
Lê ez bi xwe dibînim ku (hêvîdarim şaş bim) piştî demêkê û hêdî hêdî hin guherandin tê de çê bû, ji helwesta xwe ya ewil qelstir bû. Bi vî halê xwe dibe ku di pêşerojê de ew jî bibe du an sê perçe. Hêvîdarim nebe. Ji ber ku pêweistiya kurdan ji partiyeke weke PAKê heye.
Hakpar û psk hebûn, psk nehênîbû û hakpar eşkerebû lê herdu jî saxên darekê bûn. Hemû hevalên hev yên bi salan bûn. Bi ketin û rabûnê weke hakpar di qada xebata eşkere de karekî baş dikir, Hêdî hêdî cihê nigê xwe saxlem û dengê xwe zêde dikir. Hêvî jî dihat kirin ku bibe muxalet ango vê rolê bilîze, tam di vê hêviyê de me dît ku psk bû partiyeke bi serê xwe. Yanî qawete heta niha pêk anîbûn kirin du perçe. Lê ne du perçe hin jî di ortê de çûn, hêrs bûn li malên xwe rûniştin.
Gelek kes, kesayeti û kadirin delal ji pkk veqetiyan. Le ji wan yek ji di nava partiyeke kurd kurdistanêde cih negirtin. Her weha di nava xwe de ji nebûn yek. Her yek li derekê heder bûn. Îcar çima nikarîbûn yekîtiya xwe pêk bînin ya jî di nava rêxistinên heyî de karê xwe bidomînin, divê mirov ji wan bipirse...
Gelek mînakên din jî hene lê ji ber ku nivîs dirêj bû. Ev bes e. Û ji we xwendevanên hêja dipirsim. Heger ne ji ergenokana di nava kurdan de ba, gelo wê ev rêxistinên me çawa weha roj bi roj ji hev belav bibana. Wê çawa weha roj bi roj kêmhêz û bê qawat bibana???
De kerem bikin herkes vê pirsê ji xwe bikin, bikevin nava lêkolînan û wan kadirên ergenokana di nav we dene derxin. Heta ku ev zelal û eşkere nebe, azadiya bakurê kurdistanê jî nabe û nabe.
Ev ji bona me kurdan mijareke girîng e. Bi nivîsekê her tişt nayê nivîsên û gotin. Min tenê çend xalên sereke destnişan kir. Ez baş dizanim ku wan kadirên ergenokana di nava kurdan de niha jî di nava hemû rêxistinên kurd û kurdistanê de karê xwe yê perçekirinê didomînin û wê hê jî bidomînin. Heta ku wan kadirana eşkere nebin, dê karê me kurdan zehmet be û em ê nebin xwedî rêxistineke, neteweyî, xurt û xwedan hêzeke kurd û kurdistanî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.