Pêşmêrgeyên parastina Kurdistanê dikin, dikujin, direvînin. Lê hê jî deng ji partî û rêxistinên bakurê kurdistanê û yên li ewropa ne dernakev e.
Divê Kurdên bakurê Kurdistanê vê vîrusê çareser bikin. Ya na wê çi bê serê wan pêwîst e ji niha de hesabê xwe bikin. Ya rastî divê li her çar perçên kurdistanê û li seran serê ewropa li dij van kiryar û bûyerên pkk xwepêşandanan pêk bînin
Lê hezar mixabin ku niha partiyên bakurê kurdistanê li hember êrîşên pkk yên ji bona tunekirina gelê kurd, bê deng in. Li gor min bi belavokekê bûyerên weha rûreşkirin, nayê wateya ku ” vaye em ne bê helwestin”. Pêwîst e di medyayên xwe de li ser armanca van kiryarên pkk munaqeşe bê kirin da ku rewş zelal bibe.
Ma gelo tenê bêdengî ya partî û rêxistinên me ne? Helbet na. Bi sedan heta bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, ronakbîr, siyasetmedarên kurd li bakurê Kurdistanê û li ewropa hê jî bê deng in. Em bê dengiya wan fêm dikin. Yek tirs e, dudo; berjewendî ye…
Em baş dizanin ku kilîta azadî û serxwebûna welatekî di destê partî û rêxistinan de ye û dema ew jî bêdengê bin, bê helwest bin, ne li hev bin û li ser xeta neteweyî di bin sîwanekê de xwe bi rêxistinî nekin. Li wî welatî dikare gelek tofan were serê wan û her tiştên xerab biqewime.
Niha teknîkê kar û xebat hêsan kirî ye. Ji ber vê jî her partî û saziyên me bûne xwediyê xwe û Televizyona xwe, komelaya xwe. Yanî ji bona bi hevre kar nekin, çi lazim be wê dikin.
Dema rewşa partiyan weha be, helbet di welatên wan de jî tevger li gor wan bi rêdikeve. Loma jî ew rêketina tevgerê nabe tevgereke neteweyî û nabe, xwedî biryar dayîna li ser navê gel.
Em û partiyên me her loman jî pkk dikin û kiryarên wan şermezar dikin. Helbet ev jî heqeq e. Lê ne çareserî ye. Ji bona çareserkirina meselê divê hemî partî û dezgehên ji xwe re dibêjin; em kurd û kurdistanî ne, divê bi hevre bin, li gel hev bin, daxuyaniyên wan yek be.
PKK jî rewşa partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê baş dizane, loma tirsa wê ya ku li bakur wê hinên li dij wan derkeve tune ye. Ji ber ku wir halkirine. Rojavayê kurdistanê wêran û belav kirine. Derd û êşa wan li ser daxwaza dagirkeran tenha maye têkbirina başûrê kurdistanê.
Ji ber ku em jî ew jî baş dizanin ku hebûna başûrê kurdistanê hebûna hemî kurdan e. Lewra pkk dixwaze wê hebûnê tune bike, wir jî têk bibin da ku kurd nebin xwediyê xwe û dewleteke serbixwe ya Kurdistanî.
Ez bi xwe van tevliheviyên pkk yên niha li başûrê kurdistanê dikin bi du xalan girê didim. Yek; li gor min dagirkerên tirk fêm kirine ku dawiya pkk xuya dibe, loma tevliheviyê derdixin da ku zilamên xwe yên serokatiya pkk dikin, di nava vê tevliheviyê de bi operasyonekê bibin tirkiyê.
Ya din jî Lozana dudan nêzîk ma ye, rewş weha dide xuyakirinê ku di Lozana dudan de dê kurdistaneke serbixwe derkeve, ev jî nayê hesabê dagirkeran. Loma li gel hev in, karên xwe bi destê pkk didin meşandin da ku başûrê kurdistanê aram nebe.
Ji ber vê ye ku ez dibêjim; di nava vê tevliheviyê de wê dagirkerên tirk hemî zilam, pêgirt û nûnerên xwe yên di nava pkk de û yên serokatiyê wê dikin, bibin tirkiyê da ku wan ji mirin û kuştinê xilas bikin. Weke Evdila çawa birin, dixwazin wan jî weha bibin tirkiyê…
Divê kurd û bi taybetî başûrê kurdistanê şiyar bin û li hember hemî provaksiyonên pkk yek deng û yek helwest bin.
Li bakurê kurdistanê û li seran serê ewropa pêwîst e, zûtirîn demê de ew dezgeh, partî û tevgerên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, divê têkiliyên xwe ji pkk û hemî dûvêkên bi wê ve girêdayî ne, bi belavokek hevbeş qut bikin.
Heta li ewropa û li bakurê Kurdistanê ev nebe, wê her pkk li ser navê weke partiya kurd e tevbigere û dê kuştin û malwêraniyê bikin. Çareseriya ji vê vîrusê xilas bûn, li gor min niha ev e. Sibe dikare tiştekî din jî be…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.